Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 4

Rêzên ji Kitêba Pîroz Rast Bide Xebatê

Rêzên ji Kitêba Pîroz Rast Bide Xebatê

(Metta 22:41-45)

FIKIRÊN SEREKE: Heta ku rêza ji Kitêba Pîroz bixûnî, hişê guhdarên xwe bona ve yekê hazir ke.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Bifikire çima tu dixwazî evê rêzê bixûnî. Her rêzekê usa bixûne, ku alî guhdara bikî, wekî fikirên sereke bivînin, kîjan ku tu dixwazî kifş kî.

  • Timê dîna xwe bide Kitêba Pîroz. Gava tu xeber didî tevî merivên ku Xwedê bawer dikin, dîna wan bide ser Kitêba Pîroz, ça “Xebera Xwedê”. Usa tuyê nîşan kî, wekî ji xwe hîn nakî, lê fikirên Xwedê derbazî wan dikî.

  • Hewasa meriya hindava rêzên Kitêba Pîroz pêşda bîne. Pirsê bide, caba kîjanî ku rêz dide. Derheqa problêmekê gilî ke, kîjan ku pê rêza Kitêba Pîroz dikare bê safîkirinê. Yan jî prînsîpekê bêje, ya ku pê serhatîke Kitêba Pîroz zelal dibe.