Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 6

Rêzên ji Kitêba Pîroz Zelal Şiroveke

Rêzên ji Kitêba Pîroz Zelal Şiroveke

(Yûhenna 10:33-36)

FIKIRÊN SEREKE: Çaxê tu rêza ji Kitêba Pîroz dixûnî, derbêra derbazî ser fikireke din nebe. Îzbat be, wekî guhdarên te zelal divînin hevgirêdana orta rêzê û fikira ku tu şirovedikî.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Giliyê sereke başqe ke. Paşî xwendina rêzê, kifş ke wan giliya, yên ku raste-rast fikirên serekeva girêdayî ne. Tu dikarî evê yekê bikî, hergê biwekilînî wan giliya, yan jî pirseke usa daynî, wekî guhdarên te dîsa fikirên sereke têderxin.

  • Fikirên sereke bide kifşê. Hergê eseyî lazim e tu rêzê bixûnî, şiroweke ku çawa giliyê sereke ji rêzê, fikirên teva girêdayî ne.

  • Bira şirovekirina te hêsa be. Dîna xwe nede wan giliya, yên ku fikirên serekeva girêdayî nînin. Hilde hesab, hela guhdarên te çi îda zanin derheqa vê têmayê. Usa wê tera hêsa be safî kî, ku kîjan fikira tu gerekê zelal kî, wekî wanara femdarî be.