DERS 7
Bide Xebatê Înformasiyona Rast
EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:
-
Înformasiyona rast bigere û bide xebatê. Bira xeberdana te ser hîmê Kitêba Pîroz be. Hergê tu tiştek dibêjî derheqa zandariyê, deng û besa, qewimandinekî yan tiştekî din, pêşda lêkolîn ke, wekî înformasiyona te rast û teze be.
-
Înformasiyonê, rast bide xebatê. Hilde hesab kontêksta rêzê, elametiya Kitêba Pîroz û edebyetên “xulamê amin û servaxt”, seva ku li gora wê yekê, rêza bidî xebatê (Metta 24:45). Hergê tu înformasiyona ne ji Kitêba Pîroz didî xebatê, fesal be ku nêta vê neguhêzî.
-
Tevî guhdarên xwe şêwir ke. Çaxê te rêz xwend yan înformasiyonek got, paşê dikarî pirsekê yan meselekê pêşda bînî, wekî alî guhdarên xwe bikî, seva xwexa bêne ser nêta rast.