Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERS 8

Bi Mesela Hîn ke

Bi Mesela Hîn ke

(Metta 13:34, 35)

FIKIRÊN SEREKE: Seva ku hînkirênêda cêribandî bî, bide xebatê meselên hêsa, yên ku guhdarara femdarî û kêrhatî bin.

EVÊ YEKÊ ÇAWA BIKIN:

  • Bide xebatê meselên hêsa. Mîna Îsa bide xebatê tiştên biçûk seva ku tiştên mezin şirovekî, û usa jî tiştên hêsa bide xebatê seva ku tiştên çetin şirovekî. Fesal be, wekî giliyê nelazim zêde nekî nav meselê, ji bo çi jî ev mesele daha çetin be. Dîna xwe bide wê yekê, wekî ev mesela ku tu didî xebatê, bi rastî jî têma teva girêdayî be û guhdarên tera çetin nîbe evê fem bikin.

  • Derheqa guhdarên xwe bifikire. Bijbêre meselên usa, yên ku wanara hewas bin. Fesal be, wekî meselên te kesekî nedin xeydandinê yan jî nedine şermê.

  • Fikirên sereke hîn kê. Meselên xweda fikirên sereke eyan ke, ne ku tiştên nelazim. Bixebite, wekî guhdarên te ne ku tenê mesela bîra xweda xwey kin, lê usa jî wan hemû tişta, çi ku ewana ji vê yekê hîn bûn.