Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Neme ji Koma Rêberiyê

Neme ji Koma Rêberiyê

“Gerekê hûn dersdar” bin (Îbr. 5:12). De bidine hesabê xwe, wekî Yehowa Mamostayê herî baş, dixwaze em meriva hîn kin derheqa wî! Qedir û cabdarîke gelek mezin e, gava em malbetêda, civatêda û wedê xizmetê, derheqa Yehowa rastiyê meriva hîn dikin. Lê ça em dikarin hînkirinêda cêribandî bin û serfiraz bin?

Caba vê pirsê em divînin giliyê Pawlosê şandîda ku ewî Tîmotêyora nivîsî: “Xwe bide wê yekê, ku cimetêra nivîsarêd pîroz bixûnî, şîret kî, hîn kî”. Pawlos berdewam dike: “Bi vî tiherî tê xwe jî xilaz kî û wan jî, kîjanêd guhdariya te dikin” (1 Tîm. 4:13, 16). Belê, tu gerekê mizgîniyê bela kî, kîjan ku jîyînê xilaz dike. Lema jî gelek ferz e, em bixebitin seva ku xwendinêda û hînkirinêda cêribandî bin. Hema nêta vê broşûrê jî ew e, ku vê yekêda alî me bike. Ka em dîna xwe bidine vê broşûrê.

Ser her rûpêlekê heye rêzek, ev yan prînsîpa Kitêba Pîroz e ku têma hînbûnêva girêdayî ye, yan jî mesele ye, ku nîşan dike, wekî çawa dersa hînbûnê bidî xebatê.

Yehowa Mamostayê Mezin e (Îş. 30:20). Ev broşûr wê alî te bike feresetên xwe daha baş kî, ku xwendin û hînkirinêda hoste bî. Tu car bîr neke ku Yehowa heye kaniya wê mizgîniyê, kîjan ku em bela dikin û hema Ew meriya dikşîne berbi xwe (Yn. 6:44). Xêncî wê yekê dua bike, wekî Xwedê ruhê xweyî pîroz bide te. Her gav Xebera Xwedê bide xebatê. Timê dîna meriya derbazî ser Yehowa ke, ne ku ser xwe. Bixebite ku bal guhdara, hizkirin hindava Yehowa, pêşda bînî.

Tu hatî teglîfkirinê, wekî mizgîniya girîng bela kî. Em bawer in ku heta tu qewata Xwedêva girêdayî bî, tê serfiraz bî (1 Pt. 4:11).

Hevaldersdarên te,

Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa