SERÊ 7
Êlyas, Tirs û Tenêbûn li ser Xwe Texmîn Kiriye
Hela dîna xwe bide şikil. Tu gedê biçûk divînî? Tê kifşê wekî ew tenê ye û ditirse, usa nîne? Lê te, tirs û tenêbûn li ser xwe texmîn kiriye?~ Her kes ji me, carna ev yek li ser xwe texmîn dike. Di Kitêba Pîrozda jî tê gilîkirinê derheqa hevalêd Yahowa, yêd ku tenê mane û tirsiyane. Yek ji wan meriya Êlyas bû. Werê em derheqa wî pêbihesin.
Hê gelek sal pêşiya bûyîna Îsa, Êlyas di Îsrayêlêda dijît. Ahab padşê Îsrayêlê, Xwedayê rast dêmek Yahowa nediheband. Ew û kulfeta wî Îzabêl, serê xwe ber xwedanê qelp Bael, datanîn. Lema gelek merî jî di Îsrayêlêda destpêkirin Bael bihebînin. Jin padşa Îzabêl zulmkar bû, û dixwest wan hemû meriya bikuşta, yêd ku Yahowa dihebandin. Û Êlyas jî ewê dixwest bikuşta! Lê tu zanî Êlyas çi kir?~
Êlyas revî! Ew çû kûraya beriyê û di şkeftêda xwe veşart. Ça tu
dişirmîş dibî ew çira revî?~ Belê, ew tirsiya. Lê Êlyas gerekê netirsiya. Çira? Çimkî ewî zanibû, wekî Yahowa dikaribû alî wî bikira. Hê pêşiya wê yekê, Yahowa qewata xwe Êlyasra nîşan kir. Carekê Yahowa agir ji ezman barand, û bi vê yekê caba duayê Êlyas da. Lema niha jî, Yahowa dikaribû alî wî bikira!Çaxê Êlyas di şkeftêda bû, Yahowa tevî wî xeber da û ji wî pirsî: ‘Tu vira çi dikî?’ Êlyas caba xwe da: ‘Tenê ez mam ji wan meriya, yêd ku tera qulix dike. Û ez ditirsim, çimkî min dixwazin bikujin’. Êlyas dişirmîş bû, wekî hemû qulixkarêd Yahowa îda hatine kuştinê. Lê Yahowa gote Êlyas: ‘Na, ev usa nîne. Xêncî te dîsa 7 000 meriyêd din jî hene, yêd ku minra qulix dikin û min dihebînin. Mêrxas be. Cem min dîsa gelek şixul seva te heye ku bikî!’ Ça tu dişirmîş dibî, Êlyas şa bû çaxê derheqa vê yekê bihîst?~
Ji mesela Êlyas tu çi dikarî hîn bî?~ Tu car netirse û dişirmîş nebe wekî tu tenê yî. Hevalêd te hene, yêd ku te û Yahowa hiz dikin. Xêncî wê yekê, qewata Yahowa zef e, û ewê hertim alî te bike! Belê Yahowa wê timê tevî te be û piştovanî te be. Ji bo vê yekê tu bextewar û şa yî?~
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
-
1 Padşatî 19:3-18
-
Zebûr 145:18
-
1 Petrûs 5:9