SERÊ 13
Tîmotêyo Dixwest Alî Meriya Bike
Tîmotêyo xortekî cahil bû û ew bi şabûn alî meriya dikir. Ew dikete rê û diçû gelek ciya, seva ku alî meriya bike. Û ji bo vê yekê emirê wî, gelek hewas derbaz dibû. Tu dixwazî derheqa emirê Tîmotêyo hê zêde pêbihesî?~
Dê û pîrika Tîmotêyo, ew derheqa Yahowa hîn dikirin
Tîmotêyo di şeherê Lîstrayêda mezin dibû. Çaxê ew hê zar bû, pîrika wî Loyîs û diya wî Eynikê, derheqa Yahowa ew hîn dikirin. Çaxê Tîmotêyo mezin bû, ewî xwest alî meriya bike wekî ewana derheqa Yahowa pêbihesin.
Çaxê Tîmotêyo hê gelek cahil bû, Pawlos wî teglîf kir ku ew tevî wî rê keve û here cûre cûre ciya, seva ku dannasîn bikin. Tîmotêyo got: ‘Belê!’ Ça tê kifşê, Tîmotêyo hazir bû tevî Pawlos biçûya û alî meriya bikira.
Tîmotêyo tevî Pawlos rê ket û çû Makêdonyayê li şeherê Têsalonîkî. Ewana gelek rê çûn, seva ku bêne vî ciyî, û paşê jî bi qeyîkê derbaz bûn. Çaxê ewana gihîştine cî, destpêkirin alî gelek meriya bikin, wekî derheqa Yahowa pêbihesin. Lê hine merî gelek li ser wan hêrs ketibûn, û dixwestin ziyanê jî bidana wan. Lema jî Pawlos û Tîmotêyo ji vî şeherî derketin û çûne ciyêd din, ku dannasîn bikin.
Çend meh derbaz bûn û Pawlos gote Tîmotêyo, ku ew vegere şeherê Têsalonîkî û pêbihese, wekî halê bira wê derê çawa ne. Bi rastiyê jî mêrxasî lazim bû, wekî dîsa herî wî şeherî, kîderê ku dixwazin ziyanê bidine te! Lê Tîmotêyo yeke çû vî şeherî, çimkî ew berxwe diket seva wan bira, yêd ku di vî şeherîda diman. Çaxê Tîmotêyo ji Têsalonîkiyê vegeriya, ewî mizgînî Pawlosra anî. Dêmek halê wan bira yêd ku di Têsalonîkiyada bûn, baş bû!
Tîmotêyo gelek sal tevî Pawlos şixulkarî dikir. Carekê Pawlos nivîsî, ku Tîmotêyo merîkî gelek baş bû, û kîjanî ku ewî dikaribû bişanda ciya, wekî alî civata bike. Tîmotêyo hiz dikir Yahowa û usa jî meriya.
Lê tu meriya hiz dikî, û dixwazî alî wan bikî ku derheqa Yahowa pêbihesin?~ Hergê tu usa bikî, wê emirê te jî mîna yê Tîmotêyo, wê gelek bextewar û hewas be!
JI KITÊBA PÎROZ BIXÛNE
-
2 Tîmotêyo 1:5; 3:15
-
1 Têsalonîkî 3:2-7
-
Fîlîpî 2:19-22