Karên Şandiya 27:1-44

  • Pawlos pê gemiyê diçe Romê (1-12)

  • Bakî qewî li gemiyê dixe (13-38)

  • Gemî hûrdexweşî dibe (39-44)

27  Gava hate safîkirinê ku em pê gemiyê herin Îtalyayê, wana Pawlos tevî çend girtiyên din dane destê sersedê ji koma Awgûsto,* navê kîjanî Yûlyo bû. 2  Em ketine gemîkê, ya ku ji Edremîtê diçû gemîwargehên* herêma Asyayê, û rê ketin. Erîstarxo Makedonî, yê ku ji Têsalonîkê bû, tevî me bû. 3  Roja din em Saydayêda peya bûn. Yûlyo qencî Pawlosra kir û îzin da wî, ku here cem hevalên xwe, wekî ewana alî wî bikin. 4  Ji wêderê em rê ketin, û çimkî ba pêşiya me dixist, em ber Kîprûsra çûn. 5  Paşê em berêra ber Kîlîkya û Pamfîlyayêra derbaz bûn, û gihîştine Mîrayê, bajarekî Lîkyayê. 6  Wêderê sersed gemîk dît, ya ku ji Skenderyayê diçû Îtalyayê, û ewî em kirine vê gemiyê. 7  Gelek roj em hêdî-hêdî diçûn, û çetin gihîştine Kinîdyayê. Û çimkî ba riya me digirt, em aliyê Kirêtayêra pêşberî Salmonêra derbaz bûn. 8  Û bi zemeteke mezin em nêzîkî devê berêra diçûn û gihîştine cîkî bi navê Gemîwargehên Bedew, ya ku nêzîkî bajarê Laseyayê bû. 9  Êpêce wext derbaz bû û îda xof bû ku em pê gemiyê rê kevin, hela hê rojîgirtina Roja Kewandinê jî derbaz bibû, lema Pawlos şîreteke usa da wan 10  û got: “Camêrno, ez divînim ku ev rêwîtî dikare bibe sebeb, wekî em ne tenê bar û gemiyê, lê jîyîna xwe jî unda kin”. 11  Lê sersed dewsa ku guh bida Pawlos, guh da gemîvan û xweyê gemiyê. 12  Çimkî nebaş bû wekî zivistanê vê gemîwargehêda derbaz kin, geleka şîret dan ku em herin bigihîjine Fînîksê, û hergê dibe, zivistanê wêderê derbaz kin. Fînîks gemîwargeha Kirêtayê bû, ya ku li başûr-roavayê û li bakur-roavayê dinihêre. 13  Gava bayê başûrêyî sist hat, ewana fikirîn ku ewê bigihîjine nêta xwe. Lema wana lenger kişandin jor û ber Kirêtayêra nêzîkî devê berêra çûn. 14  Lê hine wext şûnda bakî qewî ji bakura rohilatê* rabû. 15  Û çimkî ba pêşiya gemiyê dixist, em nikaribûn pêşda biçûna, lema jî me îda tiştek nekir û ba em birin. 16  Em ber giraveke biçûke bi navê Kawdara derbaz bûn, û me ancax destê xwe gîhande qeyîka ku pişta gemiyêva bû, û ew girt. 17  Çaxê wana qeyîk kişande jor, wana pê toga gemî binîva şidandin. Gemîvan tirsiyan ku gemî lîla Sûrtisêda rûnê, lema wana babirkên gemiyê daxistin jêrê û hîştin ku ba me bikişîne. 18  Lê çimkî ba em virda-wêda dibirin, gemîvana roja din destpêkirin barê gemiyê bavêjine berê. 19  Û roja sisiya wana hacetên gemiyê jî avîtine berê. 20  Gelek roj ne tev xuya dibû, ne jî steyrk, û bakî qewî gemiyê dixist, lema jî me îda gumana xwe unda dikir, ku emê xilaz bin. 21  Çaxê îda gelek wext ewana birçî bûn, hingê Pawlos nav wanda rabû û got: “Camêrno, hergê we guh bida şîreta min û ji Kirêtayê derneketana berê, weyê haqas zirar nedîta. 22  Lê niha ez reca dikim, netirsin, çimkî kesek ji we wê nemire, tenê gemî wê ji destê me here. 23  Îşev, Xwedayê ku ez jêra xizmet dikim û lê dihebînim, melek şande bal min, 24  yê ku usa got: ‘Netirse Pawlos! Gerekê tu herî ber Qeyser. Va ye, Xwedê wê him te, him jî hemû kesên ku tevî te ne, xilaz ke’. 25  Lema camêrno, netirsin! Çimkî ez baweriya xwe Xwedê tînim û bawer im ku hemû giliyên melek wê bêne sêrî. 26  Lê gerekê em gemiya xwe ser giravekê bidine sekinandinê”. 27  Gava şeva 14 bû û Bera Adriyada ba em virda-wêda dibir-dianîn, nîvê şevê gemîvana texmîn kirin ku em nêzîkî devê berê dibin. 28  Hingê wana kûraya avê çap kir û dîtin ku ew weke 36 mêtr kûr e. Ewana hinekî pêşda çûn, dîsa çap kirin, û dîtin ku av îda weke 27 mêtr kûr e. 29  Û ji tirsa ku gemî dikare zinara keve, wana çar lenger avîtin û hizret bûn ku sibeh safî be. 30  Lê gava gemîvana dixwest ji gemiyê birevin, wana usa kir ku yançi lengera davêjin, lê bi rastî qeyîk ji gemiyê peya kirin. 31  Wê demê Pawlos sersed û eskerara got: “Hergê ev meriv gemiyêda nemînin, hûnê nikaribin xilaz bin”. 32  Hingê eskera togên qeyîkê birîn, û qeyîk kete avê. 33  Nêzîkî serê sibehê, Pawlos ji hemûya hîvî kir, wekî hine xwarin bixwin. Ewî got: “Eva îda 14 roj e ku hûn bi tirs der-dorê xwe dinihêrin, û we qet tiştek jî nexwariye. 34  Lema ez bona kara we hîvî dikim ku hûn tiştekî bixwin. Ji serê we porek jî wê unda nebe”. 35  Pey wan giliyara, ewî nan hilda, ber wan şikirî da Xwedê, nan ker kir* û xwar. 36  Hingê dilê hemûya qewî bû, û wana destpêkir tiştekî bixwin. 37  Gemiyêda em bi temamî 276 merî bûn. 38  Gava wana têr xwar, genim avîtine berê û barê gemiyê diha sivik kirin. 39  Gava sibeh safî bû, wana nizanibû ku digihîjine kîderê, lê qûma devê berê dîtin û dixwestin gemiyê wêderê bidine sekinandinê. 40  Hingê wana lenger qetandin û berêda hîştin. Wê demê wana togên bêrika sist kirin, babirka pêşiyê bilind kirin û berbi devê berê çûn. 41  Lê gemî kete nava qûmê û wêderê sekinî. Pozê gemiyê qûmêda ma û qe neleqiya. Lê pişta gemiyê ji bo qewata pêlên berê hûrdexweşî dibû. 42  Hingê eskera safî kirin girtiya bikujin, seva ku tu kes xwe avê nexe* û nereve. 43  Lê sersed nehîşt ku ewana vê yekê bikin, çimkî ewî dixwest Pawlos xilaz ke. Ewî ferman da, wekî yên ku dikarin xwe avê xin, pêşiyê ewana xwe bavêjine avê û bigihîjine devê berê, 44  lê yên mayîn jî hinek ser texta û hinek jî ser parên gemiyêye din pey wan herin. Usa hemû kes bi silametî gihîştine devê berê.

Спартьн

Sernavê Împêratorê Romê.
Dêmek ciyên sekinandina gemiya.
Vî bayîra Evrakîlon dihate gotinê.
Raste-rast “şkênand”.
Yan “sobekariyê neke”.