Li Gora Lûqa 1:1-80

  • Gotinên bona Têyofîlo (1-4)

  • Cibrayîl melek derheqa bûyîna Yûhennayê Nixumdar pêxembertiyê dike (5-25)

  • Cibrayîl melek derheqa bûyîna Îsa pêxembertiyê dike (26-38)

  • Meryem teseliya Êlîzabêtê dike (39-45)

  • Meryem pesinê Yehowa dide (46-56)

  • Bûyîn û nixumandina Yûhenna (57-66)

  • Pêxembertiya Zekerya (67-80)

1  Gelek meriva xîret kirine wekî derheqa hemû tiştên ku qewimîne, binivîsin, çi ku em jî bawer dikin. 2  Me ew tişt him jî ji wan bihîstiye, yên ku şedên wan tişta bûn û xebera Xwedê bela dikirin. 3  Lema jî, Têyofîloyê xweyîqedir, min her tişt hûr û kûr lêkolîn kir û safî kir tera usa binivîsim, çawa ku ji destpêkê her tişt qewimiye, 4  seva ku tu bizanibî wekî tiştên ku tu hîn kirine, rast in. 5  Rojên padşê Cihûstanê Hêrodesda, kahînekî ji koma Ebiya hebû, navê wî Zekerya bû. Jina wî ji rikiniyata Harûn* bû û navê wê Êlîzabêt bû. 6  Ewana her du jî ber Xwedê merivne rast bûn, çimkî bi temamî gura hemû temî û qanûnên Yehowa dikirin. 7  Lê zarên wan tune bûn, çimkî Êlîzabêtê nikaribû zar bianiya û her du jî îda kal û pîr bûn. 8  Awa çaxê Zekerya ber Xwedê xizmetkariya kahîntiyê dikir, çimkî dora koma wî bû, 9  li gora edetên kahîna ew hate hilbijartinê, ku bikeve paristgeha Yehowa û bixûrê bişewitîne. 10  Wedê şewitandina bixûrê, temamiya cimetê derva dua dikir. 11  Hingê Zekeryara melekê Yehowa xuya bû, yê ku aliyê rastêva kêleka qurbangeha bixûrê sekinî bû. 12  Gava Zekerya melek dît, tevhev bû û tirs kete dilê wî. 13  Lê melek wîra got: “Netirse Zekerya, çimkî hîvîkirina te hate bihîstinê, jina te Êlîzabêt wê tera kurekî bîne, û tu gerekê navê wî daynî Yûhenna. 14  Tuyê gelek eşq û şa bî, û gelek meriv wê bûyîna wîra şa bin. 15  Çimkî ewê ber çevê Yehowa bibe yekî mezin. Lê ew gerekê ne şeravê vexwe, ne jî îçkên din. Û hê zikê diya xweda ewê ruhê pîroz bistîne.* 16  Ewê gelek Îsraêliya vegerîne cem Xwedayê wan Yehowa. 17  Usa jî ewê bi ruh û qewata Êlyas pêşiya Xwedêva here, wekî dilê bava dîsa bike mîna dilê zara, û alî neguhdara bike ku mîna yên rast bîlan bin. Bi vî awayî ewê bona Yehowa cimetekê hazir ke”. 18  Zekerya melekra got: “Ez ça dikarim bizanibim ku ev yek rast e? Ez îda kal im, û jina min jî emirda mezin e”. 19  Melek caba wî da: “Ez Cibrayîl im, yê ku li ber Xwedê disekine. Ez hatime şandinê, wekî mizgîniya van tişta tera elam kim. 20  Tuyê lal bî û nikaribî xeber dî heta wê roja ku ew tişt bêne sêrî, çimkî te giliyên min bawer nekir, yên ku wedê kifşkirîda wê bêne sêrî”. 21  Lê wê demê cimet hîviya Zekerya bû û ecêbmayî dima, ku ew haqas wext paristgehêda ne. 22  Gava ew derkete derva, nikaribû xeber da, û wana fem kir ku ewî paristgehêda tiştekî ecêb* dîtiye. Ji bo wê yekê ku lal ma, ewî bi desta wanra xeber dida. 23  Gava rojên xizmetiya wîye pîroz xilaz bûn, ew vegeriya mala xwe. 24  Çend roj şûnda, jina wî Êlîzabêt hemle derket, û pênc meha ji malê dernediket. Ewê digot: 25  “Binihêrin Yehowa bona min çi kiriye! Ewî aliyê minda nihêrî, wekî min ji vê şermê xilaz ke”. 26  Çaxê îda şeş meh bû ku Êlîzabêt hemle bû, Xwedê Cibrayîl melek şande bajarekî Celîlê, Nisretê, 27  bal qîzeke bikir, ya ku mêrekîra nîşankirî bû, yê ku ji mala Dawid bû, û navê wî Ûsiv bû. Navê vê qîzikê jî Meryem bû. 28  Melek hate cem wê û jêra got: “Silav li te, qîzika keremkirî. Yehowa tevî te ye”. 29  Meryem ji bo gotinên wî gelek tevlihev bû û difikirî gelo nêta wan giliya çi ye. 30  Lema jî melek wêra got: “Netirse Meryem, çimkî Xwedê ji te razî ye. 31  Va tuyê hemle bî û kurekî bînî, û tu gerekê navê wî daynî Îsa. 32  Ewê bibe yekî mezin û wîra Kurê Xwedayê Jorin wê bê gotinê, û Yehowa Xwedê wê textê bavê wî Dawid bide wî. 33  Ewê heta-hetayê ser temamiya mala Aqûb serwêrtiyê bike, û xilaziya Padşatiya wî wê tune be”. 34  Lê Meryemê melekra got: “Ev yek wê çawa bibe? Ez hê bikir im”. 35  Melek jêra got: “Ruhê pîroz wê bê ser te, û tuyê bikevî bin siya qewata Xwedayê Jorin. Lema jî ew zara ku bê bûyînê, wê bê navkirinê yê pîroz û Kurê Xwedê. 36  Meriva te Êlîzabêt jî, emirê xweyî mezinda kurekîda hemle ye. Jêra digotin ya bêzuret, lê îda meha şeşa ye ku ew hemle ye; 37  çimkî her tişt destê Xwedê tê”. 38  Hingê Meryemê got: “Ez xulama Yehowa me! Bira li gora gotina te be”. Paşî vê yekê melek çû. 39  Hine wede şûnda, Meryem rabû û bi lez çû bajarekî nav çiyayên herêma Cihûdayê. 40  Ew kete mala Zekerya û silav da Êlîzabêtê. 41  Gava Êlîzabêtê silava Meryemê bihîst, zara zikê wêda liviya. Êlîzabêtê ruhê pîroz stand 42  û bi dengekî bilind got: “Nav hemû jinada tu keremkirî yî, û zara zikê teda keremkirî ye! 43  Hurmeteke çiqas mezin e, ku diya Xudanê min hatiye bal min! 44  Gava dengê silava te kete guhê min, zara zikê minda ji şabûnê liviya. 45  Çiqas bextewar e ew, ya ku bawer kir, çimkî hemû tiştên ku Yehowa wêra gotibû, wê bêne sêrî”. 46  Hingê Meryemê got: “Ez pesinê Yehowa didim, 47  û ruhê min bi Xilazkarê min Xwedê gelek şa dibe. 48  Çimkî ewî dîna xwe daye belengaziya xulama xwe. Ji vir şûnda hemû nisil wê minra bêjin ya bextewar. 49  Çimkî Xwedayê zor kirên pir mezin bona min kirin. Navê wî pîroz e. 50  Û rema wî nisil bi nisil ser wan e, yên ku ji wî ditirsin. 51  Ewî bi qewata destê xwe kirên mezin kirin û yên ku dilê xweda kubar-babax in, ji hev bela kirin. 52  Ewî yên xweyîhukum ji textên wan avîtin û yên milûk bilind kirin. 53  Ewî yên birçî bi tiştên baş têr kirin, lê yên dewletî destvala şandin. 54  Ew hatiye hewara xulamê xwe Îsraêl, û bi vê yekê nîşan kir, ku sozê xwe bîr nake. 55  Ewî soz daye ku wê heta-hetayê rema xwe hindava Birahîm û zureta wîda bide kifşê, çawa ku kal-bavên mera gotibû”. 56  Meryem weke sê meha cem Êlîzabêtê ma û paşê vegeriya mala xwe. 57  Wede pêra gihîşt ku Êlîzabêtêra zar bibe, û ewê kurek anî. 58  Cînar û merivên wê bihîstin, ku Yehowa rema xweye mezin jêra daye kifşê, û tevî wê şa dibûn. 59  Roja heyştada ewana hatin wekî kurik sinet kin, û dixwestin navê bavê wî Zekerya bidine ser. 60  Lê diya wî got: “Na! Navê wî gerekê Yûhenna be”. 61  Wana wêra got: “Lê nava merivên teda ev nav tune ye”. 62  Hingê wana bi desta ji bavê wî pirsîn, ku çi navî dixwaze bide ser. 63  Zekerya textek xwest û li ser wê usa nivîsî: “Navê wî Yûhenna ye”. Hemû ecêbmayî man. 64  Derbêra zar-zimanê wî vebûn, ewî destpêkir xeber de û pesinê Xwedê bide. 65  Tirs kete dilê hemû cînarên wan, û temamiya herêma Cihûstanêda gişka destpêkir derheqa vê yekê xeber din. 66  Hemûyên ku ev yek dibihîstin, dilê xweda usa digotin: “Gelo ev zar wê bibe kê?” Çimkî destê Yehowa bi rastî ser wî bû. 67  Zekerya bavê zarê, ruhê pîroz stand û pêxembertî kir: 68  “Şikir ji Yehowa Xwedayê Îsraêlê, çimkî ewî dîna xwe daye cimeta xwe û ew xilaz kiriye. 69  Û ewî ji mala xulamê xwe Dawid, xilazkarekî zor* daye me, 70  çawa ku ewî bi zarê pêxemberên xweyî pîroz, yên ku berê dijîtin, gotibû, 71  wekî ewê me ji dijmina û ji destê hemû kesên ku me nefret dikin, xilaz ke. 72  Ew wê li gora sozê ku dabû kal-bavê me, hindava meda rem be û peymana xweye pîroz bîne bîra xwe. 73  Erê, sonda ku ewî bavê me Birahîmra xwaribû, 74  ku emê paşî xilazkirina ji destê dijmina, bê tirs û xof wî bihebînin. 75  Û vê yekê hemû rojên emirê xweda rast û bi aminî bikin. 76  Lê tu, kurê min, tuyê bona Xwedayê Jorin bibî pêxember, çimkî tuyê pêşiya Yehowava herî, seva ku riyên wî hazir kî, 77  û cimeta wî bidî hesandinê, ku bi saya baxşandina guna ewê bêne xilazkirinê. 78  Çimkî Xwedayê me pir dilşewat e. Ev dilşewatî wê ji ezmana dakeve ser me, mîna royê ku hiltê, 79  wekî ronayê bide wan, yên ku terîstaniyêda û siya mirinêda nin, û nigên me dayne ser riya edilayê”. 80  Zar mezin dibû û bi alîkariya ruhê Xwedê qewî dibû.* Ew beriyêda dijît, heta roja ku ew ber cimeta Îsraêlê xuya bû.

Спартьн

Raste-rast “ji qîzên Harûn”.
Raste-rast “bi ruhê pîroz tije be”.
Yan “xeyalek”.
Raste-rast “stirûyê xilazkirinê”.
Raste-rast “bi ruh qewî bû”.