Li Gora Lûqa 10:1-42

  • Îsa 70 şagirta dişîne (1-12)

  • Wey li bajarên ku tobe nakin (13-16)

  • 70 şagirt vedigerin (17-20)

  • Îsa rûmetê dide Bavê xwe, çimkî ew yên milûk qebûl dike (21-24)

  • Mesela Samerîkî qenc (25-37)

  • Îsa diçe mêvantî cem Mertayê û Meryemê (38-42)

10  Paşî vê yekê, Xudan 70 şagirtên din bijartin û ew dudu-dudu pêşiya xwe şandin her bajar û ciyê ku ewî xwexa dixwest here. 2  Û wanra got: “Belê, şixulê nandirûnê gelek e, lê xebatkar hindik in. Lema, hîvî ji Xweyê nandirûnê bikin, wekî nandirûna xwera xebatkara bişîne. 3  Herin! Lê haj xwe hebin, ez we mîna berxa dişînime nava gura. 4  Xwera ne kîsik, ne torbê xwarinê, ne jî çarixa bivin. Û rêva silavê nedine tu kesî.* 5  Hûn bikevine kîjan malê, pêşiyê bêjin: ‘Bira edilayî ser vê malê be’. 6  Û hergê wêderê merivekî edilayîhez hebe, edilaya we wê ser wî bimîne. Lê hergê tune be, edilaya we wê li we vegere. 7  Wê malêda bimînin û çi ku didine ber we, bixwin û vexwin, çimkî xebatkar hêjayî heqê xwe ye. Ji malekê derbazî maleke din nebin. 8  Usa jî gava hûn bikevine bajarekî û ewana we qebûl kin, çi ku datînin ber we, bixwin, 9  wêderê merivên nexweş qenc kin û wanra bêjin: ‘Padşatiya Xwedê nêzîkî we bûye’. 10  Lê gava hûn bikevine bajarekî û ewana we qebûl nekin, derkevine kûçên sereke û bêjin: 11  ‘Em hela hê jî toza ku bajarê weda nigên meva girtiye, dawdişînin. Lê bizanibin, Padşatiya Xwedê nêzîk bûye’. 12  Ez wera dibêjim, wê rojê* halê Sodomê wê diha hêsa be, ne ku halê wî bajarî. 13  Wey li te Xorazîn! Wey li te Beytsayda! Hergê keremetên ku nav weda hatine kirinê, Sûr û Saydayêda bihatana kirinê, ewana wê zûdava nav kurx û koziyêda rûniştî tobe kirana. 14  Lema wedê dîwanê, halê Sûr û Saydayê wê diha hêsa be, ne ku halê we. 15  Û tu, Kepernahûm, te tirê tê heta ezman bilind bî? Na, tuyê bikevî Gorê!* 16  Yê ku guh dide we, guh dide min. Û yê ku we înkar dike, min jî înkar dike. Xêncî vê yekê, yê ku min înkar dike, Yê ku ez şandime jî înkar dike”. 17  Paşê 70 şagirt bi şabûn vegeriyan û gotin: “Xudan, hela hê cin jî gura me dikin çaxê em navê te hildidin”. 18  Hingê ewî wanra got: “Min dît ku Şeytan mîna birûskê îda ji ezmên jorda ket. 19  Min hukum daye we ku hûn mera û dûpişka pêpes kin û qewata dijmin alt kin, û tu tişt wê zirarê nede we. 20  Lê bona vê yekê şa nebin ku cin* gura we dikin, lê bona vê yekê şa bin ku navên we li ezmana hatine nivîsarê”. 21  Wê gavê Îsa bi şabûn û ruhê pîroz tije bû, û got: “Bavo, Xudanê erd û ezmana, ez li ber hemûya şikiriyê didime te, çimkî te ev tişt ji bîlana û aqila veşart û zarên biçûkra eyan kir. Erê Bavo, çimkî ev yek xwestina dilê te bû. 22  Her tişt ji Bavê min minra hatiye dayînê. Û kesek nizane Kur kî ye, pêştirî Bavê, û kesek nizane Bav kî ye, pêştirî Kur û wan kesa, kîjanara Kur dixwaze rastiya derheqa Bav eşkere ke”. 23  Paşî vê yekê, gava ew tevî şagirtên xwe tenê bû, wanra got: “Çiqas bextewar in kesên ku van tişta divînin, çi ku hûn divînin. 24  Ez wera dibêjim, gelek pêxember û padşa hizreta dîtina van tişta bûn çi ku hûn divînin, lê nedîtin, û hizreta bihîstina van tişta bûn çi ku hûn dibihên, lê nebihîstin”. 25  Merivekî ku Qanûn rind zanibû, rabû wekî Îsa bicêribîne, û got: “Dersdar, ez gerekê çi bikim, wekî jîyîna heta-hetayê bistînim?” 26  Îsa ji wî pirsî: “Qanûnêda çi nivîsar e? Tu ça fem dikî?” 27  Ewî caba wî da: “‘Yehowa Xwedayê xwe bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya qewata xwe, û bi temamiya hişê xwe hez bike’, û ‘meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî’”. 28  Îsa wîra got: “Caba te rast e. Berdewam ke vê yekê bike, û tuyê jîyînê* bistînî”. 29  Lê çimkî evî merivî dixwest bide kifşê ku yekî rast e, Îsara got: “Lê kîjan meriva gerekê ez hez bikim?” 30  Îsa cab da: “Merivek ji Orşelîmê dadiket û diçû Erîhayê. Ew kete destê qaçaxa, wana ew tezî kir, kutan û nîvkuştî hîştin çûn. 31  Wê demê, kahînek vê rêra derbaz dibû, lê gava ewî ew meriv dît, berra derbazî aliyê din bû. 32  Vî cûreyî, Lêwîk jî hate wêderê û ew meriv dît, û berra derbazî aliyê din bû. 33  Lê gava yekî Samerî vê rêra derbaz dibû û ew meriv dît, dilê wî ser şewitî. 34  Ew nêzîkî wî bû, rûn û şerav li birînên wî xist û birînên wî pêça. Paşê ewî ew danî ser kerê xwe, bire mêvanxanekê û lê bû xweyî. 35  Roja din, ewî du dînarî da xweyê mêvanxanê û got: ‘Xweyîtiyê li wî bike, û tu çi jî ser wî zêde xerc kî, gava vegerim ezê bidime te’. 36  Niha bi texmîna te, ji wan hersêka kîjanî hezkirin da kifşê hindava wî merivê ku kete destê qaçaxa?” 37  Ewî got: “Ewê ku hindava wîda remtî da kifşê”. Hingê Îsa wîra got: “Tu jî here û usa bike”. 38  Çaxê Îsa tevî şagirtên xwe riya xwe berdewam kir, ew kete gundekî. Wêderê jinikeke bi navê Merta, ew ça mêvan teglîfî mala xwe kir. 39  Xûşkeke wê jî hebû, navê wê Meryem bû. Ew ber nigên Xudan rûnişt û guh dida giliyên wî.* 40  Lê Merta gelek tiştava mijûl bû. Û ew hate cem Îsa û got: “Xudan, tera yek e ku xûşka min hemû şixul ser stiyê min hîştiye? Jêra bêje bira bê û alî min bike”. 41  Xudan jî wêra got: “Merta, Merta, tu gelek tiştava mijûl î û tevîhev dibî. 42  Lê gelek tişt nelazim e, tenê tiştek bes e. Meryemê ya here baş* bijartiye, û evê ji wê neyê standinê”.

Спартьн

Yan “pê silavkirinê hemêz nekin”.
Tê hesabê “Roja Dîwanê”.
Yan “Hadês”. Bi sîmbolîk mezelê hemû miriya.
Raste-rast “ruh”.
Dêmek jîyîna heta-hetayê.
Raste-rast “xebera wî”.
Yan “para here baş”.