Li Gora Lûqa 11:1-54
11 Carekê Îsa dua dikir, û gava ewî duayê xwe xilaz kir, ji şagirtên wî yekî jêra got: “Xudan, me hîn ke ku em ça dua bikin, çawa ku Yûhenna şagirtên xwe hîn kirin”.
2 Hingê Îsa wanra got: “Gava hûn dua dikin, aha bêjin: Bavo, bira navê te pîroz be. Bira Padşatiya te bê.
3 Her roj nanê me li gora hewcên meyî herrojî bide me.
4 Û gunên me bibaxşînine me, çawa ku em jî gunên kesên din* dibaxşînin, û alî me bike ku em cêribandinada şaş nebin”.*
5 Paşê ewî wanra got: “Bidine ber çevê xwe ku yek ji we nîvê şevê diçe cem hevalekî xwe û jêra dibêje: ‘Hevalo, ca sê nana deynî bide min,
6 çimkî hevalekî min ji riya dûr hatiye cem min, û tiştekî min tune ku ez daynim ber wî’.
7 Lê ew ji malê caba wî dide: ‘Min eciz neke. Derî îda dada ye û ez zarên xweva nava cî-nivînada nin. Ez nikarim rabim û tiştekî bidime te’.
8 Ez wera dibêjim, hergê ew hela hê bona xatirê hevaltiyê jî ranebe û tiştekî nede wî, yeke ewê rabe û çi jêra lazim be bidê, çimkî ew ser ya xwe dimîne.
9 Lema ez wera dibêjim, berdewam kin bixwazin û wê wera bê dayînê, berdewam kin bigerin û hûnê bivînin, berdewam kin derî xin û wê ber we vebe.
10 Çimkî kî ku dixwaze, distîne, kî ku digere, divîne, û kî ku derî dixe, ber wî vedibe.
11 Ji we kîjan e ew bav, ku kurê wî mesî ji wî bixwaze, lê ew dewsa mesî mer bide wî?
12 Yan jî hergê hêkê bixwaze, ew dûpişkê bide wî?
13 Hergê hûn, merivên gunekar, zanin çawa tiştên baş bidine zarên xwe, lê Bavê weyî li ezmana wê çiqas hê zêde ruhê pîroz bide wan, yên ku ji wî dixwazin!”
14 Paşê, Îsa ji merivekî cin derxist, kîjanî ku wî lal kiribû.* Gava cin derket, merivê lal destpêkir xeber de, û xelq ecêbmayî ma.
15 Lê ji wan hineka got: “Ew bi saya serwêrê cina Belzebûl,* cina derdixe”.
16 Hineka jî seva ku wî bicêribînin, nîşaneke ji ezmên ji wî dixwestin.
17 Lê Îsa zanibû ku ewana çi difikirin û wanra got: “Her padşatiya ku nav xweda hatiye parevekirin, wêran dibe, û malbeta ku nav xweda hatiye parevekirin, hev bela dibe.
18 Vî cûreyî, hergê Şeytan jî nav xweda hatiye parevekirin, padşatiya wî wê çawa bimîne? Çimkî hûn dibêjin ku ez cina bi saya Belzebûl derdixim.
19 Hergê ez cina bi saya Belzebûl derdixim, lê şagirtên we* bi saya kê cina derdixin? Lema jî ewê bibin hakimên we.
20 Lê hergê ez cina bi saya qewata* Xwedê derdixim, îda Padşatiya Xwedê hatiye* û we têdernexistiye.
21 Çaxê merivekî qewat bi çek mala xwe diparêze, mal û milkê wî xweykirî dimîne.
22 Lê hergê yekî ji wî qewattir miqabilî wî rabe û wî bindest ke, ewê hemû çekên wî ku ewî gumana xwe dabû ser, jê bistîne, û tiştên ku ji wî talan kir, bela ke.
23 Kî ku aliyê min nîne, miqabilî min e. Û kî ku tevî min top nake, hev bela dike.*
24 Gava cinek* ji merivekî derdikeve, ew ciyên bêavda digere wekî cîkî rihet bivîne, lê çaxê cîkî usa navîne, ew xwera dibêje: ‘Ka ez vegerim mala xwe, ya ku ez jê derketime’.
25 Û gava ew tê, divîne ku mal hevdayî û xemilandî ye.
26 Paşê ew diçe û heft cinên dine ji xwe xirabtir tevî xwe tîne, ewana dikevin hindur û wêderê dijîn. Îda halê wî merivî ji halê wîyî berê xirabtir dibe”.
27 Gava ewî ev tişt digotin, kulfetekê ji nava elaletê kire gazî: “Çiqas bextewar e dayîka ku tu zikê xweda xweykirî û şîr daye te!”
28 Ewî jî got: “Diha bextewar ew in, yên ku xebera Xwedê dibihên û pêk tînin!”
29 Gava xelq top dibû, ewî destpêkir xeber de: “Ev nisil nisilekî xirab e. Ew nîşanekê digere, lê xêncî nîşana Ûnis, jêra tu nîşan wê neyê dayînê.
30 Çawa ku Ûnis bona cimeta Nînewayê bû nîşan, Kurê însên jî wê bona vî nisilî bibe nîşan.
31 Roja Dîwanê, padşaya* başûrê wê tevî merivên vî nisilî rabe û wê wana sûcdar ke. Çimkî ew ji serê dinê hat, wekî guh bide serwaxtiya Silêman. Lê va ye, yekî ji Silêman mezintir vira ye.
32 Merivên Nînewayê wê Roja Dîwanê tevî vî nisilî rabin û wana sûcdar kin, çimkî wana guh da xebera Ûnis û tobe kirin. Lê va ye, yekî ji Ûnis mezintir vira ye.
33 Gava meriv çirê vêdixe, danayne cîkî veşartî yan jî binê derdanê, lê datîne ser şemdankê, wekî kesên ku dikevine hundur ronayê bivînin.
34 Çira bedenê çevê te ye. Gava çevê te zelal e,* temamiya bedena te ronayêda ye, lê hergê çevê te hevsûd e,* bedena te jî terî ye.
35 Lema haj xwe hebe, ku ronaya nav teda nebe terî.
36 Hergê bedena te bi temamî ronayî be û pareke terî tune be, ewê usa ronayî be, çawa şewqa çirê”.
37 Gava Îsa xeberdana xwe xilaz kir, Fêrisîkî ew teglîfî ser xwarinê kir. Ew jî çû mala wî û ber sifrê rûnişt.
38 Lê gava ewê Fêrisî dît ku Îsa pêşiya nanxwarinê destên xwe neşûşt,* ecêbmayî ma.
39 Lê Xudan wîra got: “Fêrisîno, hûn kas û tasê rûyê dervava dişon, lê hundurê we tijî timayî* û xirabî ye.
40 Bêfemno! Gelo ewê ku dervava çêkiriye, hundurva jî çênekiriye?
41 Gava hûn kesîbara qenciyê dikin, bira ji dilê we be, û hingê hûnê her tiştîda paqij bin.
42 Lê wey li we, Fêrisîno! Çimkî hûn dehekê* pûngê, peganonê* û her cûrê pincarên baxçe didin, lê hûn heqî û hezkirina Xwedê pişt guhê xweva davêjin. Rast e, ev borcdariya we bû ku hûn van tişta bikin, lê lazim bû ku we tiştên din jî pişt guhê xweva neavîta.
43 Wey li we, Fêrisîno! Çimkî hûn hez dikin kinîştada* ciyên pêşin bigirin, û hez dikin ku meriv bazarada we silav kin!
44 Wey li we! Çimkî hûn mîna mezela ne, yên ku nayêne xanê,* û meriv ser wan digerin ku ne jî haj pê hene!”
45 Hingê ji kesên ku Qanûn rind zanibûn yekî wîra got: “Dersdar, bi van giliya tu me jî bêhurmet dikî”.
46 Hingê ewî got: “Wey li we jî, hûn yên ku Qanûnê rind zanin! Çimkî hûn barê usa giran didine ser meriva ku çetin e bivin, lê xwexa tilîke xwe jî nadine wan bara!
47 Wey li we! Çimkî hûn bona pêxembera tirba çêdikin, lê kal-bavên we ewana kuştin!
48 Belê, hûn haj kirên kal-bavên xwe hene, lê dîsa jî hûn wan qebûl dikin. Wana pêxember kuştin, hûn jî tirbên wan çêdikin.
49 Lema jî Xwedê, yê ku bîlan e, usa gotiye: ‘Ezê pêxember û şandiya bişînim bal wan, û wê ji wan hineka bikujin, hineka jî bizêrînin.
50 Bona vê yekê xûna hemû pêxembera, ku ji destpêka dinyayê hatiye rêtinê, wê ji vî nisilî bê xwestinê,
51 ji xûna Habîl, heta xûna Zekerya, yê ku orta qurbangehê û mala Xwedêda* hate kuştinê’. Belê, ez wera dibêjim, ji vî nisilî wê bê xwestinê.
52 Wey li we, hûn yên ku Qanûnê rind zanin! Çimkî hûn kilîta zanebûnê ji meriva distînin. Hûn xwexa neketine hundur, û riya kesên ku dixwazin bikevinê jî, digirin”.
53 Gava Îsa ji wêderê derket, qanûnzana û Fêrisiya dora wî girtin û bi pirsa destpêkirin wî eciz kin,
54 çimkî ewana hîviyê bûn ku wî ser giliya bigirin.
Спартьн
^ Raste-rast “deyndarên xwe”.
^ Raste-rast “me nebe cêribandinê”.
^ Raste-rast “cinê lalkirinê”.
^ Ew nav tê xebitandinê ser Şeytan, yê ku mîrê, dêmek serwêrê cina ye.
^ Raste-rast “kurên we”.
^ Raste-rast “tiliya Xwedê”.
^ Yan “gihîştiye we”.
^ Yan “yê ku tevî min meriva top nake, wana ji hev bela dike”.
^ Raste-rast “ruhekî heram”.
^ Ew xebera “padşa” vira jinanî ye.
^ Yan “çevê te li ser tiştekî be”.
^ Raste-rast “xirab e”.
^ Vira ne ku derheqa şûştina destên qirêj tê gotinê, lê derheqa şûştina li gora edetên Cihûya.
^ Yan “qaçaxtî”.
^ Para deha, yan ji sedî deh, kîjan ku ça xercên paristgehê dihate dayînê.
^ Bi Yûnanî “peganon”. Ev şînkayî ça derman didane xebatê, yan jî bona tema xwarinê.
^ Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
^ Yan “mîna mezelên bê nîşan in”.
^ Yan “paristgehêda”.