Li Gora Lûqa 14:1-35

  • Merivekî bi nexweşiya avzê, roja Şemiyê qenc dibe (1-6)

  • Mêvanekî milûk be (7-11)

  • Gazî wan bike, yên ku nikarin qenciya te li te vegerînin (12-14)

  • Mesela mêvanên ku meniya digirtin, wekî neyên (15-24)

  • Şagirt gerekê hazir be çi bike (25-33)

  • “Hergê xwê tema xwe unda ke” (34, 35)

14  Carekê roja Şemiyê,* Îsa çû mala serwêrekî Fêrisiya ku xwarinê bixwe, û çevê meriva ser wî bû. 2  Wêderê pêşberî wî merivekî bi nexweşiya avzê* hebû. 3  Îsa ji wan, yên ku Qanûn rind zanibûn û ji Fêrisiya pirsî: “Îzin e ku roja Şemiyê nexweşa qenc kin, yan na?” 4  Lê wana dengê xwe nekir. Hingê ewî destê xwe da wî merivî, ew qenc kir û berda. 5  Paşê ewî ji wan pirsî: “Hergê kurê we yan gayê we roja Şemiyê bikeve bîrekê, gelo kî ji we wê derbêra wî dernexe?” 6  Wana nikaribû caba pirsa wî bida. 7  Gava çevê wî çû ser mêvanên ku ciyên herî baş digeriyan, wanra mesele got: 8  “Gava kesek te teglîfî dewatê dike, li ciyê herî baş rûnenê. Diqewime yekî ji te diha xweyîqedir jî hatiye teglîfkirinê. 9  Hingê kesê ku gazî we herda kiriye wê bê û tera bêje: ‘Bira ev meriv li ciyê te rûnê’. Hingê tuyê ji şerma xwe rabî û derbazî ciyê paşin bî. 10  Lê çaxê tu têyî teglîfkirinê, here li ciyê paşin rûnê. Hingê kesê ku tu teglîf kirî wê bê û tera bêje: ‘Hevalo, here derbazî ciyê hê baş be’. Û ber hemû mêvana wê qedirê te bilind be. 11  Çimkî her kesê ku xwe bilind dike, wê bê nimizkirinê. Û her kesê ku xwe nimiz dike, wê bê bilindkirinê”. 12  Paşê Îsa wî merivîra, yê ku ew teglîfî mala xwe kiribû, got: “Gava tu xwarina nîvro yan şîvê datînî, gazî heval, bira, merivên xwe yan cînarên xweyî dewletî neke. Çimkî dibeke ewana jî te teglîfî ser xwarinê kin û qenciya te li te vegerînin. 13  Lê gava tu sifrekê datînî, gazî feqîra, seqeta, topala û kora bike. 14  Hingê tuyê bextewar bî, çimkî tiştekî wan tune ku li te vegerînin. Û wedê rabûna kesên rast ji mirinê, wê li te bê vegerandinê”. 15  Mêvanekî ku ev tişt bihîstin wîra got: “Çiqas bextewar e kesê ku Padşatiya Xwedêda nan dixwe”. 16  Îsa wîra got: “Merivekî şîveke mezin hazir kir û gelek kes teglîf kirin. 17  Gava wextê şîvê hat, ewî xulamê xwe şand wekî yên teglîfkirîra bêje: ‘Werên, îda her tişt hazir e’. 18  Lê wan hemûşka jî menî girt. Yê pêşin wîra got: ‘Min xwera erd kiriye, ez gerekê herim û lê binihêrim. Ji kerema xwe bibaxşîne min’. 19  Yekî din got: ‘Min xwera pênc cot ga kiriye, û ez dixwazim wana bicêribînim. Ji kerema xwe bibaxşîne min’. 20  Û yekî din jî got: ‘Ez teze zewicî me, lema ez nikarim bêm’. 21  Xulam vegeriya û her tişt axayê xwera got. Hingê axa hêrs ket û xulamê xwera got: ‘Zû here kûçên sereke û kûçên biçûke bajêr, û kesên feqîr, seqet, kor û topal bîne vir’. 22  Gava xulam vegeriya, got: ‘Axayê min, min fermana te anî sêrî, lê dîsa cî heye’. 23  Û axa jî vî xulamîra got: ‘Derkeve serê riyên ji bajêr der, û zorê li xelqê bike ku ewana bên, wekî mala min tije be. 24  Ez wera dibêjim, ji wan yên ku pêşiyê hatibûn teglîfkirinê, tu kes wê şîva min tem neke’”. 25  Elaleteke giran tevî Îsa diçû, û ew zivirî wanra got: 26  “Hergê kesek tê bal min, û bavê xwe, dayîka xwe, jina xwe, zarên xwe, xûşk-birên xwe, û hela hê jîyîna xwe jî ji min zêdetir hez dike,* ew nikare bibe şagirtê min. 27  Kesê ku stûna xweye cefê hilnegire û pey min neyê, ew nikare bibe şagirtê min. 28  Mesele, hergê kesek ji we bixwaze bircekê ava ke, gelo wê pêşiyê rûnenê û xerc hesab neke, ku bivîne hela perê wî têrê dike, wekî avakirinê xilaz ke? 29  Hergê ew usa neke, ew dibeke hîm dayne, lê nikaribe avakirinê xilaz ke û hemûyên ku bivînin, wê wî bikenin, 30  û bêjin: ‘Ewî merivî avakirin destpêkir, lê nikaribû xilaz ke’. 31  Yan jî gelo kîjan padşa, pêşiya ku miqabilî padşakî din derkeve ku şer bike, rûnenê û neşêwire,* hela ew dikare pê 10 000 eskera derê miqabilî wî, yê ku pê 20 000 eskera tê ser wî? 32  Hergê ew nikaribe, heta hê padşê din dûr e, ewê qasida bişîne, wekî edilayê bixwaze. 33  Bi vî cûreyî, tu kes nikare bibe şagirtê min, hergê destê xwe ji temamiya hebûna xwe nekişîne. 34  Bi rastî, xwê tiştekî baş e. Lê hergê xwê tema xwe unda ke, ewê çawa dîsa şor be? 35  Ev xwê ne kêrî erdê tê, ne jî kêrî peyn tê. Ew tê avîtinê. Guhên kê hene, bira bibihê”.

Спартьн

Ev roj bona Cihûya roja rihetiyê bû.
Dêmek nexweşiya ku bedenêda gelek av top dibe û beden diwerime.
Raste-rast “nefret neke”.
Diqewime tevî şîretkarên xwe.