Li Gora Lûqa 19:1-48

  • Îsa diçe mala Zexayo (1-10)

  • Mesela 10 mîna (11-27)

  • Îsa ser ceşikê dikeve Orşelîmê (28-40)

  • Îsa ser Orşelîmêda digirî (41-44)

  • Îsa paristgehê paqij dike (45-48)

19  Paşê Îsa kete Erîhayê û bajêrra derbaz dibû. 2  Wêderê merivekî dewletî hebû, navê kîjanî Zexayo bû. Ew mezinê xercgira bû. 3  Ewî dixwest Îsa bivîne, lê nikaribû, çimkî meriv zef bûn û ew jî bejnêda kin bû. 4  Lema ew revî pêş û hilkişiya ser dareke hêjîrê, seva ku Îsa bivîne, çimkî ew gerekê wêderêra derbaz bûya. 5  Gava Îsa hate wêderê, li jor nihêrî û wîra got: “Zexayo, zû berjêr be, çimkî îro ezê mêvanê mala te bim”. 6  Hingê ew zû berjêr bû û bi eşq-şa wî mala xweda qebûl kir. 7  Hemûyên ku ev yek dîtin, dikirine kute-kut û digotin: “Ew mêvantî çû mala merivekî gunekar”. 8  Lê Zexayo rabû û wîra got: “Xudan, ezê nîvê hebûka xwe bidime feqîra û çi ku min bi neheqî* ji kesekî standiye, ezê çar car lê vegerînim”. 9  Hingê Îsa got: “Îro Xwedê ev meriv û mala wî xilaz kir, çimkî ew jî kurê Birahîm e. 10  Kurê însên hatiye, seva ku yên undabûyî bigere û wana xilaz ke”. 11  Hê wana dibihîst, Îsa meseleke din wanra anî, çimkî ew nêzîkî Orşelîmê bû, û ewana difikirîn ku Padşatiya Xwedê wê îda zûtirekê xuya be. 12  Ewî got: “Merivekî ji malbeta padşa çû welatekî dûr, seva ku padşatiyê bistîne û vegere. 13  Ewî gazî dehe xulamên xwe kir, gelek pere* da wan û wanra got: ‘Heta ez bêm, bi van pera arş-vêrşiyê bikin’. 14  Lê bineliyên welatê wî ew nefret dikirin û qasid pey wî şandin ku bêjin: ‘Em naxwazin ku ev meriv bibe padşê me’. 15  Gava ewî merivî padşatî stand û vegeriya, gazî wan xulama kir, kîjanara pere* dabû, wekî bizanibe ku wana bi arş-vêrşiyê çiqas qazanc kiribû. 16  Yê pêşiyê hat û got: ‘Axayê min, perên te deh cara zêde bûn’. 17  Ewî jêra got: ‘Eferim, xulamê baş! Çimkî tu tiştê gelek biçûkda amin bûyî, ez hukumê ser deh bajara didime destê te’. 18  Paşê yê duda hat û got: ‘Axayê min, perên te pênc cara zêde bûn’. 19  Ewî wîra jî got: ‘Tuyê ser pênc bajarara serwêrtiyê bikî’. 20  Lê yekî din hat û got: ‘Axayê min, va ye perê te, min ew nav dezmalêda veşartibû. 21  Ez ji te ditirsiyam, çimkî tu merivekî gelek sert î. Çi ku te daneniye hildidî, û çi ku te neçandiye diçinî’. 22  Ewî jêra got: ‘Xulamê xirab, ezê bi gotinên te dîwana te bikim. Hergê te zanibû ku ez merivekî gelek sert im, çi ku min daneniye hildidim, û çi ku min neçandiye diçinim, 23  îja te çima perên min neda bazirgana?* Gava ez bihatama, minê bi selef bistanda’. 24  Hingê ewî gote wan, yên ku kêlekê sekinî bûn: ‘Pera* ji wî bistînin û bidine wî, yê ku pere deh cara zêde kir.* 25  Lê wana wîra got: ‘Ya axa, ne îda gelek perên wî hene!’ 26  Ewî jî got: ‘Ez wera dibêjim, bal kê heye, ewê hê zêde bistîne, lê bal kê tune ye, tiştê ku bal wî heye jî, wê ji wî bê standinê. 27  Wan dijminên min, yên ku nedixwestin ez bibime padşa, bînin vira û ber çevê min bikujin’”. 28  Îsa pey vê xeberdanêra hevraz çû, wekî here Orşelîmê. 29  Û gava ew nêzîkî Beytfacê û Beytanyayê bû, ku ser Çiyayê Zeytûnê ne, du şagirtên xwe şandin, 30  û got: “Herin gundê pêşberî xwe. Gava hûn bikevine vî gundî, hûnê ceşikeke girêdayî bivînin, ku hê kesek lê siyar nebûye. Wê ceşikê vekin û bînin vira. 31  Lê hergê kesek ji we bipirse: ‘Hûn çima ceşikê vedikin?’, hûn usa bêjin: ‘Ew Xudanra lazim e’”. 32  Yên ku hatibûn şandinê, çûn û her tişt dîtin, çawa ku ewî wanra gotibû. 33  Lê gava wana ceşik vedikir, xweyên wê ji wan pirsîn: “Hûn çima ceşikê vedikin?” 34  Wana got: “Ew Xudanra lazim e”. 35  Wana ceşik anî bal Îsa, kincên xwe avîtine ser ceşikê, û Îsa lê siyar kirin. 36  Gava ew ser ceşikê derbaz dibû, meriva kincên xwe ser rê radixistin. 37  Çaxê ew nêzîkî riya Çiyayê Zeytûnê bû, ku dadikete jêrê, hemû şagirtên wî destpêkirin şa bin û seva hemû keremetên ku wana dîtibû, bi dengekî bilind pesinê Xwedê didan 38  û digotin: “Keremkirî ye ew Padşayê ku bi navê Yehowa tê! Edilayî li ezmên û rûmet Yê Jorinra!” 39  Him jî hine Fêrisî, yên ku nav cimetêda bûn, gotin: “Dersdar, şagirtên xwera bêje ku xwe ker kin”. 40  Lê Îsa wanra got: “Ez wera dibêjim, hergê ewana xwe ker kin, kevir wê bikine qîrîn”. 41  Gava ew nêzîkî bajêr bû û lê nihêrî, serda giriya 42  û got: “Xwazil te îro fem kira ku çi dibe berbi edilayê . . . lê niha ev tişt ber çevê te hatiye veşartinê. 43  Çimkî roj wê ser teda bên, ku dijminên te wê pê kênarên tûjkirî dora te çepera çêkin, der-dorê te bigirin û her aliyava tengasiyê bidine te. 44  Ewana wê qira te û bineliyên te* bînin, û kevir wê ser kevir nemîne, çimkî Xwedê hatiye ku dîwana te bike, lê te ev yek fem nekir”. 45  Paşê Îsa kete paristgehê û destpêkir berî wan hemûya bide, yên ku wêderê difirotin 46  û wanra digot: “Usa hatiye nivîsarê, ‘Mala min wê bê navkirinê mala dua’, lê we ew kiriye şkefta qaçaxa”. 47  Ewî her roj paristgehêda hîn dikir. Lê serokên kahîna, qanûnzan û rêberên cimetê mecal digeriyan ku wî bikujin. 48  Lê wana tu menî nedît ku vê yekê bikin, çimkî temamiya cimetê ji wî dûr nediket wekî guh bide wî.

Спартьн

Yan “bi buxdanavîtinê talan dikir”.
Raste-rast “10 mîna”. Mîneke Yûnanî 340 gram bû û qîmeta wê dikire 100 drahma.
Raste-rast “zîv”.
Yan “perê min bida bankê”.
Raste-rast “mîna”.
Raste-rast “bidine wî, yê ku 10 mînên wî hene”.
Raste-rast “zarên te”.