Li Gora Lûqa 4:1-44

  • Mîrê-cina Îsa dicêribîne (1-13)

  • Îsa Celîlêda destpêdike mizgîniyê bela ke (14, 15)

  • Îsa Nisretêda qebûl nakin (16-30)

  • Kinîşta Kepernahûmêda (31-37)

  • Xwesiya Şimhûn û kesên din qenc dibin (38-41)

  • Xelq Îsa li ciyê xewle divîne (42-44)

4  Îsa bi ruhê pîroz tijî ji Ûrdunê çû. Ruh ew bire beriyê, 2  û ew 40 rojî wêderê ma û aliyê Mîrê-cinada hate cêribandinê. Nava wan hemû rojada Îsa tu tişt nexwar, û pey wan rojara ew birçî bû. 3  Hingê Mîrê-cina wîra got: “Hergê tu kurê Xwedê yî, de vî kevirîra bêje ku bibe nan”. 4  Lê Îsa wîra got: “Nivîsarên Pîrozda nivîsar e: ‘Meriv tenê bi nan najî’”. 5  Hingê Mîrê-cina ew anî ser cîkî bilind, û deqêda hemû padşatiyên dinyayê nîşanî wî kir. 6  Û Mîrê-cina wîra got: “Ezê hemû hukum û rûmeta wan bidime destê te, çimkî ew minra hatine dayînê, û kêra ku bixwazim ezê bidimê. 7  Hergê tu serê xwe ber min daynî, ev hemû wê bibin yên te”. 8  Îsa wîra got: “Nivîsar e: ‘Xwedayê xwe Yehowa bihebîne û tenê wîra xizmetiya pîroz bike’”. 9  Paşê ewî ew bire Orşelîmê û ser ciyê herî bilind yê paristgehê da sekinandinê, û wîra got: “Hergê tu kurê Xwedê yî, de xwe ji vir bavêje xwarê, 10  çimkî nivîsar e: ‘Ewê bona te temiyê bide melekên xwe, wekî ewana te xwey kin’, 11  û ‘Ewana wê te ser destên xwe hilgirin, wekî nigê te kevir nekeve’”. 12  Îsa caba wî da: “Hatiye gotinê: ‘Xwedayê xwe Yehowa necêribîne’”. 13  Gava Mîrê-cina hemû cêribandinên xwe xilaz kirin, ew Îsa hîşt heta demeke dine baş. 14  Îsa bi qewata ruhê pîroz tije, vegeriya Celîlê. Derheqa kirên wîyî baş li temamiya herêmê bela bû. 15  Û ewî kinîştada* hîn dikir, û hemûya pesinê wî didan. 16  Paşê ew hate Nisretê, wî ciyê ku ew mezin bibû, û ça her gav, roja Şemiyê ew kete kinîştê û rabû wekî bixûne. 17  Kitêba gulometkkirî ya Îşaya pêxember dane wî, ewî jî vekir û ew cî dît, kîderê ku aha nivîsar bû: 18  “Ruhê Yehowa ser min e, çimkî ewî ez kifş kirime, wekî mizgîniyê bidime belengaza. Ewî ez şandime ku girtiyara azayê elam kim, korara bêjim ku ewê dîsa bivînin, û hêsîra aza kim, 19  û sala qebûlkirina Yehowa elam kim”. 20  Paşî vê yekê, Îsa ev kitêb gulometk kir, da destê xizmetkarê kinîştê, û çû rûnişt. Kinîştêda hemûşk zûr bibûn li wî dinihêrîn. 21  Hingê ewî wanra got: “Ev nivîsara ku we hêja bihîst, îro hate sêrî”. 22  Wan hemûya destpêkir ser wî tiştên qenc bêjin, û heyr-hujmekar diman ser giliyên wîye xweş. Û wana digot: “Ne ew kurê Ûsiv e?” 23  Hingê ewî wanra got: “Bê şik hûnê vê gotinê ser min bêjin: ‘Hekîmo! De xwe qenc ke. Me bihîst ku te Kepernahûmêda çi kiriye. De vira cî-miskenê xweda jî bike”. 24  Û ewî got: “Ez rast wera dibêjim, tu pêxember cî-miskenê xweda nayê qebûlkirinê. 25  Lê ez wera rastiyê dibêjim: Rojên Êlyasda, gava ezman ser sê sal û şeş meha hate girtinê û li temamiya welêt xelayîke giran bû, Îsraêlêda gelek jinebî hebûn. 26  Lê Êlyas kesekîra nehate şandinê, pêştirî jinebiya ji Sereptayêra, welatê Saydayêda. 27  Usa jî, rojên Êlîşa pêxemberda Îsraêlêda gelek merivên kotî hebûn, lê tu kes ji wana nehate qenckirinê, pêştirî Nemanê Sûryayî”. 28  Gava hemûyên kinîştêda ev yek bihîstin, gelek hêrs ketin. 29  Ewana rabûn Îsa ji bajêr derxistin û birine ser kendalê çiyayê ku bajarê wan ser hatibû avakirinê, wekî ji wêderê wî bavêjine xwarê. 30  Lê ew nav wanra derbaz bû çû. 31  Hingê ew hate Kepernahûmê, bajarekî Celîlê, û rojên Şemiyê cimet hîn dikir. 32  Meriv ser hînkirina wî zendegirtî man, çimkî ewî ça yekî xweyîhukum xeber dida. 33  Kinîştêda merivek hebû, ku ruhê cinayî heram pêra hebû û ewî bi dengekî bilind kire qîrîn: 34  “Îsayê Nisretî, tu çi ji me dixwazî? Tu hatî qira me bînî? Ez rind zanim ku tu kî yî. Tu Pîroz î, yê ku Xwedê şandiye”. 35  Lê Îsa sert ferman da wî û got: “Ker be û ji wî derkeve!” Hingê cin ber çevê wan ew li erdê xist, û ji wî usa derket, ku zirar neda wî. 36  Gişk ecêbmayî man û hevra gotin: “Binihêrin, ew ça xeber dide! Ew bi hukum û qewatê fermanê dide cina û ewana jî derdikevin!” 37  Û nav-dengê wî li temamiya der-dorê herêmê bela dibû. 38  Çaxê Îsa ji kinîştê derket, çû mala Şimhûn. Xwesiya Şimhûn ji germa bilind diçerçirî. Wana ji Îsa hîvî kir, wekî alî wê bike. 39  Îsa nêzîkî wê bû, ew qenc kir û germa wê danî. Ew jî derbêra rabû û wanra berdestî kir. 40  Lê gava ro diçû ava, hemûyên ku cûre-cûre nexweşiyên wan hebûn, anîne cem wî. Ewî destên xwe danî ser her yekî ji wan, û ew qenc kirin. 41  Ewî usa jî gelek cin derxistin. Wana dikire qîrîn û digot: “Tu Kurê Xwedê yî!” Lê ewî nedihîşt cin tiştekî bêjin, çimkî wana zanibû ku ew Mesîh e. 42  Gava sibeh zelal bû, ew ji wêderê derket û çû cîkî xewle. Lê elaletê destpêkir li wî bigerin û hatine cem wî; û wana nedihîşt ku ew ji wan here. 43  Lê ewî wanra got: “Ez gerekê mizgîniya Padşatiya Xwedê li bajarên din jî bela kim, çimkî ez bona vê yekê hatime şandinê”. 44  Û ew çû kinîştên Cihûstanêda mizgîniyê bela ke.

Спартьн

Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.