Li Gora Markos 7:1-37

  • Edetên meriva (1-13)

  • Tiştên ku ji dilê mêriv derdikevin, wî heram dikin (14-23)

  • Baweriya jineke ji Fînîkya Sûryayê (24-30)

  • Merivê ker qenc dibe (31-37)

7  Fêrisî û hine qanûnzanên ku ji Orşelîmê hatibûn, dora Îsa top bûn. 2  Û wana dît ku hine şagirtên wî pê destên nepaqij, dêmek pê destên neşûştî* xwarinê dixwin. 3  (Çimkî Fêrisî û hemû Cihû xwe li edetên kal-bava digirin, û heta ku destên xwe heta enîşkê neşon, xwarinê naxwin. 4  Û çaxê ewana ji bazarê tên, pêşiya ku xwarinê bixwin, destên xwe dişon. Xêncî wê yekê ewana xwe li gelek edetên din digirin. Mesele, tas, kûp û firaqên sifir dikine bin avê.*) 5  Hingê Fêrisî û qanûnzana ji Îsa pirsîn: “Çima şagirtên te xwe li edetên kal-bava nagirin û pê destên nepaqij xwarinê dixwin?” 6  Ewî cab da: “Durûno, Îşaya pêxember derheqa we çiqas rast got, gava nivîsî: ‘Ev cimet bi zarê xwe rûmetê dide min, lê dilê wan ji min dûr e. 7  Ewana badîhewa min dihebînin, çimkî hînkirinên wan ser hîmê temiyên meriva ne’. 8  Hûn temiyên Xwedê pişt guhê xweva davêjin û xwe li edetên kal-bava digirin”. 9  Ewî usa jî wanra got: “Hûn bi hostetî mecala digerin, wekî guh nedine temiyên Xwedê, seva ku edetên xwe xwey kin. 10  Mesele, Mûsa gotiye: ‘Qedirê dê û bavê xwe bigire’, û ‘Ewê ku nifira dê yan bavê xwe bike, gerekê bê kuştinê’. 11  Lê hûn dibêjin, ‘Hergê merivek dê yan bavê xwera bêje: “Her tişt, bi çi jî min dikaribû alîkarî bida te, qurban e (dêmek qurbaneke bona Xwedê)”’, 12  bi vê yekê îda hûn nahêlin ku ew tiştekî bona dê yan bavê xwe bike. 13  Bi vî cûreyî, hûn xebera Xwedê bona xatirê edetên xwe pûç û betal dikin. Û hûn gelek tiştên usa dikin”. 14  Hingê Îsa dîsa gazî xelqê kir û wanra got: “Guh bidine min û mena gotinên min fem bikin. 15  Tiştên ku dikevine hindurê mêriv wî heram nakin, lê tiştên ku ji hindurê mêriv derdikevin, wî heram dikin”. 16 * —— 17  Çaxê Îsa xelq hîşt û kete malê, şagirta ji wî pirsîn hela mena wê meselê çi ye. 18  Îsa wanra got: “Hûn jî fem nakin? Çima hûn nizanin, çi ku dikeve hindurê mêriv, nikare wî biherimîne? 19  Çimkî ew tişt nakeve dil, lê dikeve zik û paşê derdikeve”. Bi vî awayî, ewî zelal kir wekî hemû xwarin paqij e. 20  Paşê ewî got: “Tiştê ku ji mêriv derdikeve, ew wî diherimîne. 21  Çimkî ji dilê mêriv derdikevin fikirên xirab, zinêkarî,* diztî, kuştin, 22  qavî, timayî, kirên xirab, derewî, rabûn-rûniştina robetî,* çevnebarî, kifir, qurebûn û bêaqilî. 23  Ev hemû tiştên xirab ji hindur dertên û mêriv heram dikin”. 24  Îsa ji wêderê rabû û çû herêma Sûr û Saydayê. Wêderê, ew kete malê, û nexwest kesek vê yekê pêbihese, lê dîsa jî meriv pêhesiyan. 25  Wê gavê jineke ku cin* qîza wêye biçûkda bû, derheqa Îsa bihîst û derbêra hat xwe avîte ber nigên wî. 26  Ew jinik Yûnan bû û ji Fînîkya Sûryayê* bû. Ewê gelek ji Îsa reca dikir, ku cin ji qîza wê derxe. 27  Lê ewî jêra got: “Pêşiyê bira zar têr bin. Çimkî ne rast e nanê ber zara hildin û bavêjine ber tûla”. 28  Lê ewê caba wî da: “Belê, axayê min, ne tûle jî hûrikên ber zara binê sifrêda ketî, dixwin”. 29  Hingê Îsa jêra got: “Ji bo vê gotina te, here, cin ji qîza te derket”. 30  Gava jinik çû mal, dît ku qîza wê nav-nivînada palda ye û cin jê derketiye. 31  Gava Îsa ji herêma Sûrê vegeriya, ew nav Saydayê û herêma Dêkapolîsêra* derbaz bû û gihîşte Bera Celîlê. 32  Wêderê merivekî ker, ku nikaribû zelal xeber da, anîn bal Îsa û ji wî reca kirin ku destê xwe dayne ser wî. 33  Îsa ew dûrî xelqê xist û bire alîkî. Paşê ewî tiliyên xwe kire guhên wî, tû kir û destê xwe da zimanê wî. 34  Paşê ewî li ezmên nihêrî, kesereke kûr hatê û got: “Efata”, çi ku tê hesabê “Vebe”. 35  Hingê guhên wî merivî vebûn, zimanê wî vebû, û ewî destpêkir zelal xeber de. 36  Îsa temî da wan ku vê yekê tu kesîra nebêjin. Lê ewî çiqas zef temî dida wan, wana haqas hê zêde derheqa vê yekê gilî dikir. 37  Hemû meriv metal man û digotin: “Ew her tiştî baş dike. Ew heta kera jî dide bihîstinê û lala dide xeberdanê”.

Спартьн

Vira ne ku derheqa şûştina destên qirêj tê gotinê, lê derheqa şûştina li gora edetên Cihûya.
Raste-rast “avêda dinixumînin”.
Rêza 16 hine destnivîsarên herî kevine Yûnanîda tune. Lê hine destnivîsarada ev rêz heye.
Yan “bênamûsiya sêksûalî”. Bi Yûnanî pornêya, gelekanîda hatiye xebitandinê.
Yan “rabûn-rûniştina şermî”.
Raste-rast “ruhê heram”.
Dibeke ew Fînîkya Sûryayêda hate bûyînê.
Yan “Herêma Deh Bajara”.