Li Gora Metta 19:1-30
19 Gava Îsa gotinên xwe xilaz kirin, ew ji Celîlê derket û çû sînorê Cihûstanê, aliyê dine Çemê Ûrdunê.
2 Gelek meriv jî pey wî çûn, û ewî wêderê ewana qenc kirin.
3 Fêrisî hatine bal Îsa, seva ku wî bicêribînin. Wana ji wî pirsî: “Gelo li gora qanûnê îzin e, wekî mêr bona her menîkê, jina xwe berde?”
4 Îsa cab da û got: “We qe nexwendiye, wekî serê sêrîda Xwedê ew ça mêr û jin efirandin
5 û got: ‘Lema jî, mêr wê dê û bavê xwe bihêle û tevî jina xwe bijî, û her du wê bibine yek’?*
6 Awa îda ewana ne dudu ne, lê yek in. Lema yên ku Xwedê ew kirine yek,* bira meriv ji hevdu neqetîne”.
7 Wana wîra got: “Lê Mûsa çima temî da, ku gerekê mêr kaxaza hevqetandinê bide jina xwe û lê berde?”
8 Îsa wanra got: “Ji bo dilkeviriya we Mûsa îzin da, wekî hûn jinên xwe berdin, lê destpêkêda usa nîbû.
9 Ez wera dibêjim: Kî ku bêyî sebebiya zinêkariyê* jina xwe berde û kesekî din bistîne, qaviyê dike”.
10 Şagirta Îsara got: “Hergê usa ne, hê baş e merî qe nezewice”.
11 Îsa caba wan da: “Her kes nikare usa bijî. Lê tenê ew, kîjanara ça pêşkêş* hatiye dayînê, dikarin usa bijîn.
12 Hine kes usa hatine bûyînê ku nikarin bizewicin,* hine kes ji destê meriva usa bûne, û hine kesên din jî bona xatirê Padşatiya ezmana nazewicin. Yê ku dikare usa bijî, bira usa bijî”.
13 Hingê meriva zarên biçûk dianîn bal Îsa, seva ku ew destên xwe dayne ser wan û bona wan dua bike, lê şagirtên wî riya wan digirtin.
14 Lema jî Îsa wanra got: “Bihêlin bira zar bêne bal min, riya wan negirin. Çimkî Padşatiya ezmana bona yên mîna wan e”.
15 Ewî zar kerem kirin* û ji wêderê çû.
16 Hingê kesek hate cem Îsa û gotê: “Dersdar, ez gerekê çi qenciyê bikim, wekî jîyîna heta-hetayê bistînim?”
17 Îsa jêra got: “Tu çima ji min dipirsî, ku çi ye qencî? Tenê Xwedê qenc e. Hergê tu dixwazî jîyînê bistînî, her gav temiyên Xwedê bîne sêrî”.
18 Ewî pirsî: “Kîjan temiya?” Îsa caba wî da: “Nekuje, qaviyê neke, nedize, şedetiya derew nede,
19 qedirê dê û bavê xwe bigire, û meriva hez bike çawa tu xwe hez dikî”.
20 Ewî xortî jêra got: “Ez van hemû temiya tînim sêrî, dîsa çi min kêm e?”
21 Îsa wîra got: “Hergê tu dixwazî bêkêmasî bî, here mal-milkê xwe bifiroşe û bide kesîba. Hingê wê xizna te li ezmana hebe. Û paşê pey min were”.
22 Gava ewî xortî ev yek bihîst, dilteng bû û çû, çimkî mal-milkê wî gelek bû.
23 Hingê Îsa şagirtên xwera got: “Ez rast wera dibêjim, bona merivê dewletî wê çetin be bikeve Padşatiya ezmana.
24 Dîsa ez wera dibêjim, deve wê qula derziyêra diha hêsa derbaz be, ne ku yê dewletî bikeve Padşatiya Xwedê”.
25 Gava şagirta ev yek bihîstin, gelek ecêbmayî man û gotin: “Îda kî dikare bi rastî xilaz be?”
26 Îsa li wan nihêrî û got: “Bona meriva ev tiştekî nebûyî ye, lê bona Xwedê her tişt dibe”.
27 Hingê Petrûs jêra got: “Awa me hemû tişt hîştine û pey te hatine. Lê emê çi bistînin?”
28 Îsa wanra got: “Ez rast wera dibêjim, wedê tezekirina her tiştî, gava Kurê însên ser textê xweyî rûmet rûnê, hûn yên ku pey min hatin, hûnê ser 12 texta rûnên û bibine hakimên 12 eşîrên Îsraêlê.
29 Û her kesê ku bona xatirê navê min mal, yan xûşk, yan bira, yan dê, yan bav, yan zar, yan erdê xwe hîştiye, ewê 100 car zêdetir bistîne û jîyîna heta-hetayê war be.
30 Lê gelek kesên pêşin wê bibine yên paşin, û kesên paşin wê bibine yên pêşin.
Спартьн
^ Yan “bedenek”.
^ Raste-rast “ew kirine bin nîrekîda”.
^ Yan “bênamûsiya sêksûalî”.
^ Dêmek pêşkêşa azepbûnê.
^ Raste-rast “nemêr hatine bûyînê”.
^ Raste-rast “destên xwe danî ser wan”.