Li Gora Metta 20:1-34

  • Xebatkarên ser rez wek hev heq distînin (1-16)

  • Îsa dîsa besa mirina xwe dike (17-19)

  • Ciyê baş Padşatiyêda tê xwestinê (20-28)

    • Îsa xilazkarê geleka ye (28)

  • Çevên du merivên kor vedibin (29-34)

20  Padşatiya ezmana mîna xweyê rezê tiriya ye, yê ku sibehê zû derket, wekî bona rezê xwe xebatkara bigire. 2  Ewî tevî xebatkara xeber da, wekî bona rojekê dînarekê bide wan, û ew şandin nav rezê xwe. 3  Gava ew şebeqê nêzîkî siheta neha* dîsa derket, ewî bazarêda merivên bêxebat dîtin 4  û wanra got: ‘Hûn jî herin nav rezê min, û çi heqê we ye, ezê bidime we’. 5  Ewana jî çûn. Xweyê rez nîvro nêzîkî siheta donzdeha* û nîvro nêzîkî siheta sisiya* dîsa derket û usa kir. 6  Xilaziyê, nêzîkî siheta pênca* ew derket û kesên din jî dîtin û wanra got: ‘Hûn çira temamiya rojê vira bêxebat sekinîne?’ 7  Wana usa caba wî da: ‘Çimkî tu kesî xebat nedaye me’. Ewî wanra got: ‘Hûn jî herine nav rezê min’. 8  Gava bû êvar, xweyê rez berdestiyê xwera got: ‘Gazî xebatkara bike û heqê wan bidê. Ji yên paşin destpêke heta yên pêşin’. 9  Gava xebatkarên ku siheta pênca destpêkiribûn bixebitin, hatin, her yekî ji wan dînarek stand. 10  Lê çaxê dora xebatkarên pêşin hat, ew fikirîn ku ewê hê zêde pera bistînin, lê wanra jî dînarek hate dayînê. 11  Gava wana heqê xwe stand, gazinê xwe li xweyê rez kirin 12  û gotin: ‘Ew xebatkarên paşin tenê sihetekê xebitîn, lê me temamiya rojê bin tevêda xebata giran kir, dîsa jî te firqî nekire orta me û wana!’ 13  Lê xweyê rez ji wan yekîra usa got: ‘Hevalo, ez neheqiyê li te nakim. Tu minra qayîl bûyî wekî dînarekê bistînî, usa nîne? 14  Heqê xwe bistîne û here. Min çi daye te, ez dixwazim bidim xebatkarên paşin jî. 15  Îzina min ser perê min tune, çi ku bixwazim wê jî bikim? Yan tu çevnebariyê* dikî, çimkî ez heyf im?’ 16  Bi vî awayî, kesên paşin wê bibine yên pêşin, û kesên pêşin wê bibine yên paşin”. 17  Gava Îsa hildikişiya Orşelîmê, rêda ewî 12 şagirtên xwe birine alîkî û wanra usa got: 18  “Va em niha hildikişine Orşelîmê, û Kurê însên wê bikeve destê serokên kahîna û qanûnzana. Ewana wê fermanê bidin wekî wî bikujin 19  û bidine destê merivên ji miletên din, wekî ewana qerfên xwe li wî bikin, bidine ber qamçiya û wî stûnê xin. Û roja sisiya ew wê ji mirinê bê rakirinê”. 20  Paşî vê yekê, diya kurên Zebedî tevî kurên xwe hate cem Îsa, kete ser çoka û dixwest tiştekî ji wî hîvî ke. 21  Îsa ji wê pirsî: “Tu çi dixwazî?” Ewê caba wî da: “Soz bide wekî her du kurên min Padşatiya teda yek aliyê milê teyî rastê û yê din aliyê milê teyî çepê rûnê”. 22  Îsa cab da: “Hûn nizanin çi dixwazin. Gelo hûn dikarin ji wê kasê vexwin, ya ku ezê vexwim?” Wana wîra got: “Erê, em dikarin”. 23  Îsa wanra got: “Hûnê bi rastî ji kasa min vexwin, lê ev yek ku kî aliyê milê minî rastê û aliyê milê minî çepê rûnê, destê minda nîne. Ew cî bona wan in, kîjanara Bavê min hazir kiriye”. 24  Gava deh şagirtên din ev yek bihîstin, hêrsa wan ser van du bira rabû. 25  Lê Îsa ewana gazî bal xwe kirin û wanra got: “Hûn zanin ku padşên mileta ser merivara serwêrtiyê dikin, û giregir hukumî ser wan dikin. 26  Gerekê nav weda usa nîbe. Lê yê ku dixwaze nav weda bibe yê mezin, gerekê bibe berdestiyê we. 27  Û yê ku dixwaze nav weda bibe yê pêşin, gerekê bibe xulamê we, 28  çawa ku Kurê însên nehatiye wekî wîra berdestiyê bikin, lê wekî ew xwexa berdestiyê bike û emirê xwe ber gelekava bide, seva wana aza ke”. 29  Gava ewana ji Erîhayê derdiketin, gelek meriv pey wî çûn. 30  Û va du merivên kor kêleka vê rê rûniştî bûn. Wana bihîst ku Îsa derbaz dibe û bi dengekî bilind kire qîrîn: “Xudan, Kurê Dawid, gunê xwe me bîne!”* 31  Hingê meriva sert wanra digot* ku xwe ker kin. Lê wana hê bilind kire qîrîn: “Xudan, Kurê Dawid, gunê xwe me bîne!” 32  Hingê Îsa sekinî, gazî wan kir û got: “Hûn çi dixwazin ez bona we bikim?” 33  Wana wîra got: “Xudan, bira çevên me vebin”. 34  Dilê Îsa ser wan şewitî, lema ewî destê xwe da ser çevên wan, û derbêra çevên wan vebûn, û ewana pey wî çûn.

Спартьн

Raste-rast “nêzîkî siheta sisiya”, çaxê ro hildihat. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “nîvro nêzîkî siheta şeşa”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “siheta neha”.
Raste-rast “nêzîkî siheta yanzdeha”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “çevê xirab”.
Raste-rast “me were remê!”
Yan “wan hilatin”.