Li Gora Metta 27:1-66

  • Îsa didine destê Pîlato (1, 2)

  • Cihûda xwe darda dike (3-10)

  • Îsa ber Pîlato disekine (11-26)

  • Meriv qerfên xwe Îsa dikin (27-31)

  • Mixkirina stûnêva ser Golgotayê (32-44)

  • Mirina Îsa (45-56)

  • Definkirina Îsa (57-61)

  • Tirb bi qerewila tê xweykirinê (62-66)

27  Gava sibeh safî bû, serokên kahîna û rûspiyên cimetê hev şêwirîn, wekî Îsa bidine kuştinê. 2  Wana destên wî girêda, ew birin û dane destê Pîlatoyê welî. 3  Cihûdayê ku nemamiya Îsa kir, gava dît ku Îsara cezayê mirinê hate dayînê, poşman bû. Lema ewî ev 30 zîv paşda vegerande serokên kahîna û rûspiya, 4  û wanra got: “Min gune kir, min nemamiya merivekî bêsûc kir”. Lê wana got: “Îja em çi bikin? Ev îşê te ye!” 5  Hingê Cihûda ev zîv avîtin nav paristgehê, derket çû, û paşê xwe darda kir. 6  Serokên kahîna ev zîv hildan û gotin: “Îzin tune ku em van pera bikine xizna paristgehê, çimkî ji bo van pera xûn hate rêtinê”. 7  Hingê ewana hev şêwirîn, û bi van pera erdê cêrkerekî* kirîn, seva yên xerîb wêderê bêne çelkirinê. 8  Lema jî heta roja îro vî erdîra “Erdê Xûnê” tê gotinê. 9  Hingê ev gotinên ku Yêremya pêxember berêda gotibû, hatine sêrî: “Wana 30 zîv hildan, dêmek ev bahê ku kurên Îsraêliya qayîl bibûn, wekî bona wî bidin. 10  Û wana bi wan pera erdê cêrker kirî, çawa ku Yehowa temî dabû min”. 11  Îsa li ber welî sekinî, û welî ji wî pirsî: “Tu yî Padşê Cihûya?” Îsa caba wî da: “Te xwexa got”. 12  Lê gava serokên kahîna û rûspiya ew neheq dikirin, ewî caba wan nedida. 13  Hingê Pîlato ji wî pirsî: “Tu dibihêyî ku ewana himberî te çiqas tişt dibêjin?” 14  Lê ewî caba wî neda, qe gilîk jî negot, û welî ji bo vê yekê gelek ecêbmayî ma. 15  Wedê her cejinê edetê welî ev bû, ku li gora xwestina cimetê girtîkî berde. 16  Wî çaxî, qaçaxekî navdar bi navê Barabas, girtî bû. 17  Lema jî Pîlato cimeta topbûyîra usa got: “Hûn dixwazin ez kîjanî bona we berdim? Barabas yan Îsayê ku ser wî Mesîh tê gotinê?” 18  Çimkî Pîlato zanibû ku wana ji hevsûdiyê Îsa dabûne destê wî. 19  Xêncî wê yekê, gava ew ser kursiya dîwanê rûniştîbû, jina wî wîra xeber şand û got: “Destê xwe nede wî merivê rast, çimkî îro şev ez xewnêda gelek ji bo wî çerçirîm”. 20  Lê serokên kahîna û rûspiya cimet razî kir, ku Barabas bê berdanê, lê Îsa bê kuştinê. 21  Welî dîsa ji wana pirsî: “Hûn dixwazin ez ji wan herda kîjanî berdim?” Wana jî got: “Barabas”. 22  Pîlato wanra got: “Lê Îsayê ku ser wî Mesîh tê gotinê, ez çawa bikim?” Hemûya got: “Wî stûnê xe!” 23  Ewî got: “Çira? Ewî çi xirabî kiriye?” Lê wana bi dengê hê bilind dikire qîrîn: “Wî stûnê xe!” 24  Gava Pîlato dît ku tiştek ji destê wî nayê û cimet hê tevîhev dibe, ewî av hilda, ber cimetê destên xwe şûşt û got: “Xûna vî merivî ser stiyê min nîne, lê ser stiyê we ye”. 25  Lê hemûya wîra got: “Bira xûna wî ser stiyê me û zarên me be”. 26  Hingê ewî Barabas berda, û ferman da wekî Îsa bidine ber qamçiya û wî stûnê xin. 27  Paşê eskerên welî Îsa birine qesira welî û temamiya koma eskera ser serê wî civandin. 28  Wana kincên wî jê êxistin û çuxekî sor li wî kirin. 29  Paşê wana tacek ji stiriya çêkir danî ser serê wî û qamîşek jî da destê wîyî rastê. Ewana ber wî ketine ser çoka, qerfên xwe wî kirin û gotin: “Silav li te, ya Padşê Cihûya!” 30  Û tûyî wî kirin, qamîş ji destê wî standin û serê wî dixistin. 31  Pey qerfkirinêra çux ji wî êxistin, kincên wî dîsa li wî kirin û ew birin wekî stûnêva mix kin. 32  Gava ewana ji bajêr derketin, merivekî ji Kûrênê dîtin, navê kîjanî Şimhûn bû. Wana zorê li wî kir, wekî stûna Îsa hilgire. 33  Gava ewana gihîştine ciyê bi navê Golgota, çi ku tê hesabê “Ciyê Qaf”, 34  wana şerav û tiştekî tel tevhev kirin û dane Îsa. Lê çaxê ewî tem kir, nexwest vexwe. 35  Çaxê wana ew ser stûnê mix kir, ser kincên wî peşk avîtin û nav xweda parevekirin. 36  Paşê ewana wêderê rûniştin û qerewiliya wî dikirin. 37  Wana usa jî nivîsara meniya sûcdarkirina wî danî fêza serê wî: “Ev Îsa ye, Padşê Cihûya”. 38  Hingê du qaçax jî kêleka wî stûnê xistin, yek aliyê wîyî çepê û yê din jî aliyê wîyî rastê. 39  Kesên ku ber wîra derbaz dibûn, ew bêhurmet dikirin, serê xwe dihejandin, 40  û digotin: “Ne teyê paristgeh hilşanda û sê rojada çêkira. De xwe xilaz ke! Hergê tu kurê Xwedê yî, de ji vê stûnê berjêr be!” 41  Usa jî serokên kahîna tevî qanûnzan û rûspiya destpêkirin qerfên xwe wî bikin û digotin: 42  “Ewî xelq xilaz kirin, lê nikare xwe xilaz ke! Ew Padşê Îsraêlê ye, de bira niha ji stûnê berjêr be, û emê wî bawer kin. 43  Ewî gumana xwe daye ser Xwedê, hergê Xwedê ji wî razî ye, de bira wî xilaz ke. Çimkî ewî digot: ‘Ez Kurê Xwedê me’”. 44  Qaçaxên ku kêleka wî ser stûna dardakirî bûn, hela hê wana jî usa ew bêhurmet dikir. 45  Nîvro nêzîkî siheta donzdeha* heta nêzîkî siheta sisiya,* terî kete ser rûyê vî erdî. 46  Nêzîkî siheta sisiya,* Îsa bi dengekî bilind kire gazî û got: “Êlî, Êlî, lama sabaxtanî?”, çi ku tê hesabê: “Xwedayê min, Xwedayê min, te çira ez hîştim?” 47  Hine kesên ku wêderê sekinî bûn, ev yek bihîstin û gotin: “Ew gazî Êlyas dike”. 48  Û yek ji wan leze-lez çû, lûfik hilda, şerava tirşda kir, pê qamîşekî bilind kir û da Îsa, wekî ew vexwe. 49  Lê yên mayîn gotin: “Lê bihêle! Em dixwazin bivînin, hela Êlyasê bê wî xilaz ke?” 50  Îsa dîsa carekê bi dengekî bilind kire gazî û mir.* 51  Hingê perda paristgehê ji serî heta binî qelişî û bû du para. Erd hejiya û zinar qelişîn. 52  Tirb vebûn û gelek cinyazên merivên pîroz, ji tirbê xuya bûn 53  û gelek meriva ewana dîtin. (Paşî rabûna Îsa ji mirinê, merivên ku ji nav mezela dihatin, ketine bajarê pîroz). 54  Gava sersed û kesên ku tevî wî nobedariya Îsa dikirin, erdhej û ev tiştên ku qewimîn, dîtin, gelek tirsiyan û gotin: “Rastî jî ev Kurê Xwedê bû”. 55  Wêderê gelek jin jî hebûn, ku dûrva dinihêrîn. Ewana ji Celîlê tevî Îsa hatibûn, berdestî wîra kiribûn. 56  Meryema Megdelanî, Meryema diya Aqûb û Yûsês, û diya kurên Zebedî nav wanda bûn. 57  Berê êvarê, merivekî dewletî hat, yê ku ji Arîmetyayê bû. Navê wî Ûsiv bû, û ew jî şagirtê Îsa bû. 58  Ew çû bal Pîlato û cinyazê Îsa jê xwest. Pîlato ferman da, wekî jêra bê dayînê. 59  Ûsiv cinyazê wî hilda û bi kitanê rind û temiz ew pêça. 60  Ûsiv ev cinyaz danî tirba xweye nû, kîjan ku ewî zinarda kola bû. Paşê ewî kevirekî mezin gilorî ber derê tirbê kir û ji wêderê çû. 61  Lê Meryema Megdelanî û Meryema din, wêderê ber derê tirbê rûniştî man. 62  Roja din, paşî Roja Hazirkirinê,* serokên kahîna û Fêrisî ber Pîlato hev top bûn, 63  û jêra gotin: “Axayê me, tê bîra me, ewê derewîn çaxê hê sax bû usa gotibû: ‘Paşî sê roja ezê ji mirinê rabim’. 64  Lema fermanê bide, wekî qerewiliya tirba wî bikin heta roja sisiya, seva ku şagirtên wî neyên, cinyazê wî nedizin û xelqêra nebêjin: ‘Ew ji mirinê hatiye rakirinê!’ Hingê ev derewa paşin wê ji ya pêşin xirabtir be”. 65  Pîlato wanra got: “Ezê qerewila bidime destê we. Herin çawa ku hûn zanin usa jî miqatî tirbê bin”. 66  Ew jî çûn û miqatî tirbê dibûn. Wana kevir mor kir û qerewil dane ber.

Спартьн

Dêmek merivê ku ji xaliya sor, cêra yan derdanên din çêdike.
Raste-rast “ji siheta şeşa”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “heta siheta neha”.
Raste-rast “nêzîkî siheta neha”. Wedê berê, sihet ji şebeqê dihate jimartinê.
Raste-rast “ruhê xwe da”.
Usa dihate navkirinê roja pêşiya roja Şemiyê. Wê rojê, Cihûya xwe bona roja Şemiyê hazir dikirin.