Li Gora Metta 4:1-25

  • Mîrê-cina Îsa dicêribîne (1-11)

  • Îsa destpêdike li Celîlê mizgîniyê bela ke (12-17)

  • Şagirtên pêşin (18-22)

  • Îsa mizgîniyê bela dike, hîn dike û meriva qenc dike (23-25)

4  Paşê, ruh Îsa bire beriyê, û ew wêderê aliyê Mîrê-cinada hate cêribandinê. 2  Îsa 40 roj û 40 şevî rojî girt, û peyra birçî bû. 3  Yê ku dicêribîne nêzîkî wî bû û jêra got: “Hergê tu kurê Xwedê yî, de bêje van kevira wekî bibine nan”. 4  Lê Îsa caba wî da: “Nivîsarên Pîrozda nivîsar e: ‘Meriv ne tenê bi nan, lê bi her xebera ku ji devê Yehowa derdikeve, dijî’”. 5  Hingê Mîrê-cina Îsa bire bajarê pîroz û ser ciyê herî bilind yê paristgehê, da sekinandinê 6  û wîra got: “Hergê tu kurê Xwedê yî, de xwe ji vir bavêje xwarê, çimkî nivîsar e: ‘Ewê bona te temiyê bide melekên xwe’, û ‘Ewana wê te ser destên xwe hilgirin, wekî nigê te kevir nekeve’”. 7  Îsa wîra got: “Usa jî nivîsar e: ‘Xwedayê xwe Yehowa necêribîne’”. 8  Paşê Mîrê-cina ew bire ser çiyakî gelek bilind, hemû padşatiyên dinyayê rûmeta wanva nîşanî wî kir 9  û wîra got: “Hergê tu ber min bikevî ser çoka û serê xwe ber min daynî, ezê van hemûya bidime te”. 10  Vê gavê Îsa wîra got: “Ji min dûr keve, Şeytan! Çimkî nivîsar e: ‘Xwedayê xwe Yehowa bihebîne û tenê wîra xizmetiya pîroz bike’”. 11  Paşî vê yekê Mîrê-cina ew hîşt çû, û melek hatin Îsara berdestî kirin. 12  Gava Îsa bihîst ku Yûhenna hatiye girtinê, çû Celîlê. 13  Paşê, ew ji Nisretê derket û çû Kepernahûma ber berê, ya ku herêma Zebûlon û Nefteliyêda ye. Ew wêderê cîwar bû, 14  seva ku ev gotina Îşaya pêxember bê sêrî: 15  “Ey Celîla mileta, welatê Zebûlonê û welatê Nefteliyê, li ser riya berbi berê, wî aliyê Ûrdunê! 16  Cimeta ku terîstanêda rûniştî ye, ronayîke mezin dît, û ser cimeta ku herêma siya mirinêda rûniştî ye, ronayê şewq da”. 17  Ji hingêva, Îsa destpêkir mizgîniyê bela ke û digot: “Tobe kin, çimkî Padşatiya ezmana nêzîk bûye”. 18  Gava Îsa ber Bera Celîlê dimeşiya, ewî du bira dîtin, Şimhûn, ku jêra Petrûs tê gotinê, û birê wî Endrawis. Wana tor davîtine berê, çimkî mesîgir bûn. 19  Ewî wanra got: “Pey min werên, û ezê we bikime mesîgirên meriva”. 20  Wana jî hema wê demê torên xwe cîda hîştin û pey wî çûn. 21  Gava Îsa ji wî cîyî hinekî pêşda çû, rastî du birên din jî hat, Aqûbê kurê Zebedî û birê wî Yûhenna. Wana tevî bavê xwe Zebedî torên xwe qeyîkêda didirûtin,* û Îsa gazî wan kir. 22  Wana jî hema wê demê qeyîk û bavê xwe hîşt û pey wî çûn. 23  Îsa temamiya Celîlê digeriya, kinîştên* wanda hîn dikir, mizgîniya Padşatiya Xwedê bela dikir û meriv ji hemû cûre êş û nexweşiya qenc dikirin. 24  Nav û dengê Îsa nav temamiya Sûryayêda bela bû. Û cimetê her cûre merivên nexweş anîne cem wî, yên ku cûre-cûre êş û cefada bûn: yên cinaketî, yên bi êpîlêpsî û şilûşet. Ewî ew hemû jî qenc kirin. 25  Gelek elalet ji Celîlê, ji Dêkapolîsê,* ji Orşelîmê, ji Cihûstanê û ji aliyê dine Çemê Ûrdunê pey wî çûn.

Спартьн

Dêmek hîvêz dikirin.
Yan “sînagog”, dêmek ciyê hebandina Cihûya.
Yan “Herêma Deh Bajara”.