Kilam 27
Bisekine Aliyê Yahowa!
(Derketin 32:26)
1. Berê mabûm bê qewat teriyêda,
Nava derewê Babîlonêda.
Lê mizgîniya padşatiyê guman da,
Ez xilaz bûm ji derda.
(Lêwegerandin)
Were bal Yahowa,
Şabûn bistîne.
Ew te wê nehêle.
Ronaya te ye.
Here dannasîn ke
Bona padşatiyê.
Wê hukumtiyê bike
Heta-hetayê.
2. Gelek şa ne Xwedêra qulix kin,
Mizgîniyê hemû ciya bela bikin.
Emê bi dil alî bira bikin,
Navê Xwedê hurmet kin.
(Lêwegerandin)
Were bal Yahowa,
Şabûn bistîne.
Ew te wê nehêle.
Ronaya te ye.
Here dannasîn ke
Bona padşatiyê.
Wê hukumtiyê bike
Heta-hetayê.
3. Em ji Şeytan qet gere netirsin,
Gumana xwe ser Xwedê datînin.
Çimkî dijminêd me pir gelek in,
Xwe li Xwedê bigirin.
(LÊWEGERANDİN)
Were bal Yahowa,
Şabûn bistîne.
Ew te wê nehêle.
Ronaya te ye.
Here dannasîn ke
Bona padşatiyê.
Wê hukumtiyê bike
Heta-hetayê.
(Binihêre usa jî Zeb. 94:14; Metlk. 3:5, 6; Îbrn. 13:5.)