Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 51

Em Helal in Yahowara

Em Helal in Yahowara

(Yêşûa 23:8)

1. Yahowa hêja ye ku hurmet-rûmet kin wî.

Hemû şixulada eyan dibe rastiya wî.

Yahowa çi gotiye, wê ese bê sêrî.

Em qirar dikin qulix kin bi helalî.

Zanin, Bavê me, wekî tê me kerem kî.

2. Textê wî helalî, qewî û hîmgirtî ye.

Cî-war ku Yahowa lê dimîne pîroz e.

Yêd milûk û dilrem nêzîkî wî dibin.

Ew e Herî Jorin, em wîra helal in.

Xwedê me hêja ye, wî hurmet rûmet kin.

3. Ezman jî nikare Yahowa Xwedê cî ke.

Tu kes nikare qet miqabilî wî here.

Wê hemû sozêd xwe ese bîne sêrî.

Em bi dil dixwazin Xwedêra helal bin,

Îzbat kin ku timê dijîn bi helalî.

(Binihêre usa jî Qan.Dcr. 4:4; 30:20; 2 Padş. 18:6; Zeb. 89:14.)