Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 33

Ji Wana Netirse!

Ji Wana Netirse!

(Metta 10:28)

1. Pêşda here cimeta min,

Mizgîniyê tu bela ke.

Ji dijmina netirse,

Tu timê rastiyê bêje.

Mesîh wê niha hukum ke,

Û dijminêd xwe alt ke.

Ew Mîrê-cina girêde,

Wera azayê bîne.

(Lêwegerandin)

Tu car netirsin dijmina,

Çetinaya teyax bikin.

Ça ronaya çevê xwe ez

Yêd amin xilaz bikim.

2. Dijmin ordîke mezine,

Şer dike, ditirsîne.

Dixwaze bixapîne,

Te li ser rê derxîne.

Lê tu ji wana netirse,

Eskerê minî amin.

Şer bike heta xilaziyê,

Ezê timê te xwey kim.

(Lêwegerandin)

Tu car netirsin dijmina,

Çetinaya teyax bikin.

Ça ronaya çevê xwe ez

Yêd amin xilaz bikim.

3. Xem neke, ez te nahêlim,

Ez mertal im bona te.

Heger tu bimirî jî,

Ezê sag kim dîsa te.

Tu bedenkuja netirse,

Nikarin nefs bikujin.

Yêd ku amin bimînin, wê

Dîsa emir bistînin.

(LÊWEGERANDİN)

Tu car netirsin dijmina,

Çetinaya teyax bikin.

Ça ronaya çevê xwe ez

Yêd amin xilaz bikim.

(Binihêre usa jî Qan.Dcr. 32:10; Nehem. 4:14; Zeb. 59:1; 83:2, 3.)