Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilam 45

Timê Pêş!

Timê Pêş!

(Îbranî 6:1)

1. Timê pêş, timê pêş, her gav tu here,

Xwedê mecalê dide, zêna xwe zêde ke.

Di qulixkirinêda pêşda here,

Xwedê wê te kerem ke.

Tu hemû dera dannasîn ke,

Kirêd Îsa tu berdewan ke.

Xwedê tu car nahêle tu bikevî,

Di rastiyêda qewî be.

2. Timê pêş, timê pêş, mêrxasî bêje,

Mizgîniya xêrê tu gişkara dannasîn ke.

Xwedê Padşa ye, eşq pesinê wî bide,

Mal bi mal dannasîn ke.

Heger dijmin te bitirsîne,

Xwe ker neke, ku cimet se ke.

Wa Padşatiya Xwedê îda vira ye,

Dil û şa tu hîn bike.

3. Timê pêş, timê pêş, vê rêda here,

Di şixulê Xwedêda cêribandî bibe.

Bira Xwedê ruhê pîroz bide te,

Bi şabûnê tije bî.

Tu meriya bi hezkirin hîn ke,

Ku xeber heta dil bigihîje.

Alî wan bike wekî pêşda herin,

Ronayêda şewq bidin.

(Binihêre usa jî Fîlî. 1:27; 3:16; Îbrn. 10:39.)