Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Kilama 3

“Xwedê Hizkirin e”

“Xwedê Hizkirin e”

(1 Yûhenna 4:7, 8)

1. Xwedayê me hezkirin e,

Me teglîf dike ser rê.

Guhdarî bin ji wî hîn bin,

Tu car neçin ji riya rastiyê.

Hindava wî û hevala,

Hezkirinê nîşan ke.

Hezkirin nav meda hebe,

Dewsa me wê xeber de.

2. Yahowa me pir hez dike,

Were em jî hez bikin.

Heger bikevine qeziyada,

Komekê wî bixwazin.

Hezkirin zef milahîm e,

Ne durû, ne kumreş e.

Hezkirinê hûn mezin kin,

Çiqas baş e bibînin.

3. Dilê xweda hêrsê negire,

Gişka tu bibaxşîne.

Ser Yahowa tu guman be,

Ewê te kerem bike.

Hezkirina te, Yahowa,

Em gerekê hîn bibin.

Dil û can û bi aminiyê,

Dixwazin hev hez bikin.

(Binihêre usa jî Marq. 12:30, 31; 1 Korn. 12:31–13:8; 1 Yûhn. 3:23.)