Kilam 6
Duayê Qulixkarê Xwedê
(Efesî 6:18)
1. Bavê Jorin, pir zor û qewat î,
Û navê te rûmet be tu hêja yî.
Tu bîlan î, rast î, amin î,
Tu pir dilrem î, heyf î û qenc î.
Tu dilrem î û qenc î,
Tu amin û bîlan î.
2. Alî me ke, em gura te bikin,
Bi dil û can rastiyêd te em hez bikin.
Û temiyêd te emê xwey bikin,
Berxê te bînin û biçêrînin.
Berxêd te biçêrînin,
Temiyê te em xwey bikin.
3. Me xelat ke, zênê mera bide,
Bi hezkirin tu dilê me tijî ke.
Alî me ke, ku em dilrem bin,
Navê te ber hemûya bilind kin.
Navê te bilind bikin,
Alî me ke dilrem bin.
(Binihêre usa jî Zeb. 143:10; Yûhn. 21:15-17; Aqûb 1:5.)