KILAMA 105
“Xwedê Hizkirin e”
(1 Yûhenna 4:7, 8)
-
1. Xwedayê me hizkirin e,
Me teglîf dike ser rê.
Guhdarî bin ji wî hîn bin,
Tu car neçin ji rastiyê.
Hindava wî û hevala,
Hizkirinê nîşan ke.
Hizkirin nav meda hebe,
Dewsa me wê xeber de.
-
2. Yehowa me pir hiz dike,
Were em jî hiz bikin.
Hergê bikevine qeziyada,
Komekê wî bixwazin.
Hizkirin zef milahîm e,
Ne durû, ne kumreş e.
Hizkirinê hûn mezin kin,
Çiqas baş e bibînin.
-
3. Dilê xweda hêrsê negire,
Bibaxşîne her kesa.
Îtbarya xwe Xwedê bîne,
Ewê te kerem bike.
Hizkirina te, Yehowa,
Em gerekê hîn bibin.
Dil û can û bi aminiyê,
Dixwazin hev hiz bikin.
(Usa jî binihêre Marq. 12:30, 31; 1 Korn. 12:31–13:8; 1 Yûhn. 3:23).