Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 106

Hizkirinê Pêşda Tînin

Hizkirinê Pêşda Tînin

(1 Korintî 13:1-8)

  1. 1. Timê hazir in Xwedayê me,

    Ku çev bidin em hunurên te.

    Ya lape ferz, ew hizkirin e,

    Çimkî berê ruh pêşda tîne.

    Hergê bîlanya me gelek be,

    Bê hizkirin ew tişte nîne.

    Hizkirna rast emê zêde kin

    Xeber, şixulada eyan kin.

  2. 2. Hizkirna rast timê helal e

    Hevsûd nîne, zû hêrs nakeve,

    Timê rastyêra ew şa dibe.

    Çawa Îsa, ew dibaxşîne,

    Temîş dike, gava hiz dike.

    Tengasyada ew alî dike.

    Dudil nabe, edlayê tîne;

    Hizkirna rast hertim dimîne.

(Usa jî binihêre Yûhn. 21:17; 1 Korn. 13:13; Galt. 6:2).