KILAMA 139
Her Tiştên Nû Bidin Ber Çevê Xwe
(Eyantî 21:1-5)
-
1. Bide ber çev ku ez û tu;
Em gişk jî li dinya tezeda ne
Bextewarî, azabûnê.
Bidin ber çev, tim war bin hûnê.
Li wir bende hukum nake,
Tu kul derda her-heyî bîr ke.
Wê bê ew wede, cinet be ser erdê,
Û li abadîn emê hurmet kin Xwedê:
(LÊWEGERANDIN)
“Yehowa em pir ji te razî ne.
Bi Îsa te tiştên nû daye me
Pê klamê dixwazin vekin em dilê xwe
Hêja yî bavo bistînî hertim pesna”.
-
2. Bide ber çev tev xûşk-bira,
Em gişk dijîn bi şabûn, bextewar.
Tu car îda tê netirsî,
Çimkî kuta bûn her tengasî.
Awa nav me konê Xwedê,
Li tevî me be ev wê timê.
Xwedê wê merya ji mirinê rake,
Gava ew roj bê tu bi şabûnê bêje:
(LÊWEGERANDIN)
“Yehowa em pir ji te razî ne.
Bi Îsa te tiştên nû daye me
Pê klamê dixwazin vekin em dilê xwe
Hêja yî bavo bistînî hertim pesna”.
(Usa ji binihêre Zeb. 37:10, 11; Îşa. 65:17; Yûhn. 5:28; 2 Pet. 3:13).