KILAMA 62
Kilama Nû
(Zebûr 98)
-
1. Wa ew kilama nû derheqa hemû kirên baş,
Yên ku Xwedê kirye û dîsa wê bike.
Yehowa zor e, ew Xwedayê Altîndar e,
Bi heqiyê û rastiyê
Dîwanê ew dike.
(LÊWEGERANDIN)
Bistirê!
Kilamê Xwedêra.
Bistirê!
Yehowa ye Padşa.
-
2. Bi dengê pir xweş û şa bistirê Padşêra,
Bi kilama, dil-eşq; Tu rûmet ke Xweda.
Bira em her kes bi dengekî hevra bistrên.
Dengek bira bidin
Borî, saz û çengê.
(LÊWEGERANDIN)
Bistirê!
Kilamê Xwedêra.
Bistirê!
Yehowa ye Padşa.
-
3. Bira ber û erd rûmet kin navê Yehowa,
Efrînê ser erdê her gav bidin pesna.
Çem, zinar û çol bira kilamên nû bêjin,
Bona karên Xwedê
Pesna hertim bidin.
(LÊWEGERANDIN)
Bistirê!
Kilamê Xwedêra.
Bistirê!
Yehowa ye Padşa.
(Usa jî binihêre Zeb. 96:1; 149:1; Îşa. 42:10).