KILAMA 71
Em Eskerê Xwedê ne!
(Yowêl 2:7)
-
1. Em eskerên Xwedê ne,
Îsa ye rêber.
Dijberî me Şeytan e,
Lê em natirsin şer.
Bav hêlanê dide me,
Mêrxas bin hertim,
Qewî û bê xof bin,
Her tişt teyax kin.
(LÊWEGERANDIN)
Em eskerên Xwedê ne;
Serwêr Îsa ye,
Gişkara elam kin,
Ew e Padşê me.
-
2. Em xizmet dikin Bavra,
Berxa digerin,
Her kesên ku dilteng in,
Derdê kê giran in,
Kê ku hewcê rastyê ne,
Pê xeber hîn kin.
Û ser civatê xwe
Em wan teglîf kin.
(LÊWEGERANDIN)
Em eskerên Xwedê ne;
Serwêr Îsa ye,
Gişkara elam kin,
Ew e Padşê me.
-
3. Em eskerên Xwedê ne,
Tim pêşda diçin,
Ku şer bê em hazir in,
Ji dijmin natirsin.
Emê tmê fesal bin,
Hişyar bimînin.
Cêribandinada,
Xwe rastyê bigrin.
(LÊWEGERANDIN)
Em eskerên Xwedê ne;
Serwêr Îsa ye,
Gişkara elam kin,
Ew e Padşê me.
(Usa jî binihêre Efes. 6:11, 14; Fîlî. 1:7; Filimn. 2).