Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

KILAMA 78

“Xebera Xwedê Hîn Dikin”

“Xebera Xwedê Hîn Dikin”

(Karên Şandiya 18:11)

  1. 1. Xebera Xwedê her dera,

    Meryara dibêjin.

    Gava rastyê qebûl dikin

    Timê em şa dibin.

    Em çev didin Kurê Xwedê

    Di hizkirinêda.

    Alî merya dikin em wekî,

    Xwe bigrin Xwedêva.

  2. 2. Xebera Xwedê hîn dikin,

    Gere em rast bijîn.

    Seva ku meriv bawer kin

    Ça baş e ew jîyîn.

    Xeberê em rind hîn dibin,

    Ku bigîje dila.

    Tiştên nû em merya hîn dikin

    Qewî dibin xwexa.

  3. 3. Xwedê tim alî me dike,

    Ku em merya hîn kin.

    Gere em wîra dua kin,

    Cabê em bistînin.

    Xebera Xwedê rastî ye

    Em wî pir hiz dikin.

    Hergê em şagirtên xwe hiz kin,

    Ew jî yên din hîn kin.

(Usa jî binihêre Zeb. 119:97; 2 Tîmt. 4:2; Tîto 2:7; 1 Yûhn. 5:14).