Gelo Korûpsiya wê Bê Hildanê?
Nava hukumetiyêda korûpsiya problêmeke belabûyî ye, kîjan ku axiriya xirab pey xwe tîne. a Mesele, wedê pandemiya COVID-19 çend welatada merivên xweyîhukum yek pey yekê dihatine neheqkirinê seva wê yekê ku wana ev pere kiribûne cêva xwe, kîjan ku hatibû dayînê bona pêşiya wê nexweşiyê şer kin. Ji bo wê yekê, meriva îda nikaribûn qenckirina lazim û baş bistandana û gelek mirin.
Korûpsiya axiriya gelek xirab pey xwe tîne. Dêvîd Kamêron, ku berê serokwezîrê Brîtanya Mezin bû, derheqa vê yekê usa got: “Korûpsiya mîna toreke mezin e û gelek welat ketine vê torê, ça bikevine telikê”.
Çi jî hebe em dikarin bawer bin, ku zûtirekê hemû cûre korûpsiya wê bê kutakirinê. Lê çira em vê yekêda bawer in? Dîna xwe bidinê ku Kitêba Pîroz çi dibêje.
Em çima dikarin bawer bin ku Xwedê wê korûpsiyayê kuta ke
Kitêba Pîrozda Xwedê dibêje: “Ez Xudan, ez ji edaletê [heqiyê] hiz dikim û ji xirabî û neheqiyê nefretê dikim” b (Îşaya 61:8, ÎM). Xwedê divîne çaxê meriv ji bo korûpsiyayê diçerçirin (Metelok 14:31). Ew soz dide: “Bona xatirê feqîrên şêlandî . . . Ezê niha rabim” (Zebûr 12:5).
Xwedê wê çi bike? Ewê ne ku wan padşatiya biguhêre û rast ke, lê wê dewsa wan serwêrtiya xwe kifş ke, ku tê navkirinê “Padşatiya Xwedê” (Marqos 1:14, 15; Metta 6:10). Kitêba Pîroz dibêje: “Di rojên wan padşada, Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke . . . Ew wê ewan hemû padşatiya hûrdexweşî ke û kuta ke, lê xwexa wê heta-hetayê bimîne” (Daniyêl 2:44, DT). Bi vî cûreyî Xwedê wê korûpsiyayê kuta ke.
Hukumetiya bê korûpsiya
Em ji ku zanin wekî Padşatiya Xwedê wê bê korûpsiya be? Werên em dîna xwe bidin fikirên ku jêrê hatine dayînê.
1. Qewat. Ev Padşatî ji Xwedayê Himzor qewatê distîne (Eyantî 11:15).
Çima ev yek ferz e: Serwêrtiya meriva pê perên bajarvana tê xweykirinê. Gelek car ew dibe hîmê ruşetiyê, diziyê û mixenetiyên din. Lê Xwedayê Himzor piştgiriya Padşatiya ezmana dike, lema jî ev padşatî dikare bona hewcên bineliyên xwe xem bike (Zebûr 145:16).
2. Serwêr. Xwedê Îsa Mesîh kifş kiriye ça serwêrê vê Padşatiyê (Daniyêl 7:13, 14).
Çima ev yek ferz e: Hela hê serwêrên lapî baş jî dikarin bikevine bin hukumê xirabiyê (Waîz 7:20). Lê Îsa ne mîna wan e û ruşet nikare ser wî hukum be (Metta 4:8-11). Xêncî wê yekê, hemû kirên wîda tê kifşê hizkirina wî hindava bineliyên wî, çimkî ew bona halxweşiya wan xem dike (Zebûr 72:12-14).
3. Qanûn. Qanûnên Padşatiya Xwedê bêqisûr in û şabûnê tînin (Zebûr 19:7, 8).
Çima ev yek ferz e: Gelek car qanûnên meriva çetin in, bargiranî ne û rind nayêne xebitandinê, çi ku dibe meniya korûpsiyayê. Lê qanûnên Xwedê kêrhatî ne û kareke mezin tînin (Îşaya 48:17, 18). Xêncî wê yekê, qanûnên Xwedê ne ku tenê rabûn-rûniştina meriya aliyê başda rast dikin, lê usa jî nêt-meremên dilê wan (Metta 22:37, 39). Him jî Xwedê dila dixûne û halê meriva hildide hesab, lema jî em dikarin bawer bin, wekî qanûnên wî ser hîmê dilşewatiyê ne (Yêremya 17:10).
Em we hêlan dikin hê zêde pêbihesin derheqa sozên ji Kitêba Pîroz bona Padşatiya bê korûpsiya.
Bixûnin gotar “Padşatiya Xwedê—Serwêrtiya bê Korûpsiya”, û hê zêde pêbihesin derheqa sê meniya, ku çima Padşatiya Xwedêda wê tu car korûpsiya tune be.
Seva hê zêde pêbihesin derheqa serwêrtiya Xwedê û ku wê çi bike bona erdê, binihêrin vîdêo “Çi ye Padşatiya Xwedê?”
Bicêribînin kûrsa hînkirina Kitêba Pîroz û pêbihesin, ku em ji sozên Kitêba Pîroz çi karê dikarin bistînin.
a Li gora şirovekirina ferhengekê, “korûpsiya” ew e, ku merivên xweyîhukum hukumetiyê bona kara xwe didine xebatê.
b Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18). Binihêrin gotar “Yehowa Kî ye?”