Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Çawa Ber Îzolesyayê Sebir kin?

Çawa Ber Îzolesyayê Sebir kin?

Dibe ku hûn xwe tenê texmîn dikin, çimkî mecbûr in malda bimînin. Wekî usa ne, hûn fem dikin giliyên zebûrbêjekî ku got: “Mîna çivîka li ser xanî, ez bêxew mam tenê mayî” (Zebûr 102:7). Pêbihesin ku ça Kitêba Pîroz alî me dike wedê çetinaya ku ji bo îzolesyaye dirêj pêşda tên, sebir kin.

 Nêzîkî Xwedê bin

Hela hê gava hûn îzolesyayêda nin û tenê ne, hûn dikarin şabûna xwe unda nekin. Bona vê yeke hûn gerekê fem bikin, ku hewcê alîkariya Xwedê ne, û gerekê diha baş wî nas kin (Metta 5:3, 6). Awa çend tişt ku dikarin vê yekêda alî we bikin.

  • Kitêba Pîroze onlayn (welgerandina rast û hêsa).

  • Onlayn Dersên Kitêba Pîroz, yên ku cabên pirsên ferz didin.

  • Vîdêoyên kin derheqa hînkirinên Kitêba Pîroze sereke.

  • “Pirsên Kitêba Pîrozva Girêdayî”. Ev par caba pirsên belabûyî dide.

  • “Çev Bidine Baweriya Wan”. Ev rêza gotara wê alî we bike serhatiyên Kitêba Pîroz bidine ber çevê xwe.

  • “Gelo Ew Yek Kesekî Efirandiye?” Ev rêza gotara derheqa bedewiya tebiyetê û cûrê çêkirina wê ye.

 Kitêba Pîrozda rêzên usa bixûnin, ku dilbîniyê didin

Ev rêzên ji Kitêba Pîroz dilbîniyê dane gelek meriva. Wê baş be îzolesyayêda wedê xwe kêrhatî bidine xebatê û ne ku carekêra gelekî bixûnin, lê parekê bixûnin, ser bifikirin û dua bikin (Marqos 1:35).

  • Zebûr 23:1-6

  • Zebûr 34:1-22

  • Zebûr 46:1-11

  • Zebûr 63:6-8

  • Zebûr 91:1-6

  • Metta 6:25-34

  • 2 Korintî 1:3, 4

  • Fîlîpî 4:6, 7

  • 1 Petrûs 5:6, 7

 Bifikirin ku çira dinyayêda haqas kul-derd hene

Hûnê ber halê çetin diha hêsa sebir kin, hergê pêbihesin çira kul-derd hene, û çawa Xwedê wê her tiştî rast ke (Îşaya 65:17).

  • “Çima Xwedê dihêle wekî em biçerçirin?”

  • “Kitêba Pîroz derheqa nexweşiyê û sihet-qewatê çi dibêje?”

  • “Nîşana rojên axiriyê çi ye?”

  • “Çar Siyar bi rastî kî ne?”

  • “Padşatiya Xwedê wê çi bike?”

 Zêde xema nekin

Gotarên jêrê wê alî we bikin ber strêsê teyax kin, ku ji bo îzolesyayê pêşda tê, û “xema nekin” (Metta 6:25).

  • Çawa strêsêda teyax kin

  • Çawa nihêrandina pozîtîv xwey kin

  • Xemgînî ji bo Qeziya

  • Xemgînî bona Pera

  • Xemgîniyên cahila

 Tevî hevalên xwe xeber din û hevalên teze jî xwera qazanc kin

Hevaltî ser sihet-qewata psîxîkî û êmosiyalî baş hukum dike. Îlahî gava hûn nikarin rastî hevalên xwe bên, gelek ferz e hûn piştgiriya wan bikin. Hergê hûn mala xweda tenê ne, hûn dikarin pê vîdêokonfêrênsya yan pê têlê tevî wan xeber din. Bi saya vê yekê, hûnê heleqetiya xwe tevî hevalên xweyî berê unda nekin û yên teze xwera qazanc kin (Metelok 17:17).

  • Hevalê rast kî ye?

  • Lazim e hevalên teze xwera qazanc kin?

  • Heger hûn difikirin ku hevalên we tune ne

  • Merdanî hevaltiyê qewî dike

  • Şêkirdarî hevaltiyê qewî dike

 Miqatî sihet-qewata xwe bin

Kitêba Pîroz dibêje ku “hîndariya qalib” kêrî meriva tê. Belê, gava meriv sportêva mijûl dibe, ew karê distîne (1 Tîmotêyo 4:8). Ew yek wê alî we bike ku ser xwe bin û pozîtîv bin, îlahî wedê îzolesyayê. Hela hê malda jî hûn dikarin aliyê fîzîkîda xwe baş xwey kin û qewî bin.

  • Gelek xwe bivin-bînin.

  • Miqatî sihet-qewata xwe, fikir û nihêrandina xwe bin.