Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

ilbusca/E+ via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Çima Meriv Nikarin Edilayêda Bijîn?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Çima Meriv Nikarin Edilayêda Bijîn?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Serwêrên navdeng û teşkîletên hemdinyayê nikarin edilayê bînin dinyayê. Roja îroyîn nava temamiya dinyayêda haqas şer û dew hene, çawa ku destpêbûyî ji Şerê Hemdinyayêye II, tu car tune bû. Weke du mîlyard meriva, çi ku dike para çara ji temamiya însanetê, dijîn wan ciyada, kîderê ku şer diçin.

 Çima meriv nikarin bigihîjine edilayê? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Sê menî, ku çima meriv nikarin edilayêda bijîn

  1.  1. Meriv xeyset-hunurên usa eyan dikin, ku riya wan digire hema gavek jî bavêjin, wekî edilayê çêkin. Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, wekî rojên meda meriv wê “bibine xwehiz, perehiz, kubar, babax, . . . heram, . . . bêrem, . . . temsist, zulmkar, . . . culet, xwerazî” (2 Tîmotêyo 3:2-4).

  2.  2. Meriv, ça başqe usa jî ça kom, nikarin bê alîkariya Efirandarê xwe, Yehowa a Xwedê, problêmên xwe safî kin, çimkî Xwedê ev fereset nedaye wan. Kitêba Pîrozda nivîsiye, wekî “riya mirov ne di destê wîda ye: gavên xwe rastkirin, ne di destê mirovê ku dimeşeda ye” (Yêremya 10:23, ÎM).

  3.  3. Temamiya dinya destê serwêrekî qewî û zulmda ye, dêmek bin hukumê Şeytan Mîrê-cinda, “yê ku temamiya dinê xalifandiye” (Eyantî 12:9). Heta ku “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye”, ser erdê wê timê şer û dew hebin (1 Yûhenna 5:19).

Kî dikare edilayê bîne?

 Kitêba Pîroz dibêje, wekî edilayî wê çêbe ne ku bi saya qewata meriva, lê bi qewata Xwedê.

  •   “‘Ez rind zanim ew, çi ku min seva we qirar kiriye’ Yehowa dibêje. ‘Min edilayî seva we qirar kiriye, ne ku xezeba, seva ku hêviyê û axiriya baş bidime we’” (Yêremya 29:11, DT).

 Xwedê ça ev soza xwe bîne sêrî? “Xwedêyê edilayiyê zûtirekê wê serê Mîrêcin . . . bipelêxe” (Romayî 16:20). Xwedê wê serwêrtiya ezmanî bide xebatê, yê ku Kitêba Pîrozda tê navkirinê “Padşatiya Xwedê”, seva ku edilayê bîne ser temamiya dinyayê (Lûqa 4:43). Bin serwêrtiya Îsa Mesîhda, yê ku Padşê vê Padşatiyê ye, meriv wê bêne hînkirinê ku çawa edilayêda bijîn (Îşaya 9:6, 7).

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).