HIŞYAR BIMÎNIN!
Çira Dinyayêda Haqas Nefretî Heye?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Roja îroyîn nûçeyada timê tê elamkirinê derheqa vê yekê, ku meriv ji bo cudebûna miletî hevdu nefret dikin û usa jî derheqa şerên dinyayê.
“Îro ji bo şerê orta Îsraêlê û Gazayêda û usa jî ji bo vê yekê, ku meriv zulmiyê dikin û hevdu nefret dikin, malperên sosyalîda xeberdana bi nefretî diha zêde bûye”—The New York Times, Mijdar 15, 2023.
“Destpêbûyî ji 7 Cotmehê, ser dinê zulmî diha zêde bûye û ji bo nefretiyê û firqîkirina orta merivada, geleka destpêkirine diha zêde tiştên nebaş xeber din”—United Nations General Assembly, Mijdar 3, 2023.
Giliyên ku nefretiyê didine kifşê, zulmî û şer timê jî hebûn. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî wedê berê jî meriva “gotinên tel” “mîna tîra” didane xebatê (Zebûr 64:3; 120:7; 140:1). Lê usa jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî ev zulmiya ku îro tê kirinê, tiştekî ferz îzbat dike.
Nefretî nîşana rojên meye
Kitêba Pîrozda du menî hatine dayînê, ku çira rojên meda haqas nefretî heye.
1. Li gora pêxembertiya Kitêba Pîroz, “ji bo zêdebûna bêqanûniyê, hezkirina geleka wê sar be” (Metta 24:12). Dewsa hezkirinê, meriv bi kirên xwe didine kifşê, ku ewana hevdu nefret dikin (2 Tîmotêyo 3:1-5).
2. Ev yek ku îro nefretî zêde bûye, dide kifşê, wekî dinê bin hukumê Mîrê-cinada ye, yê ku gelek zulm e. Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî “temamiya dinyayê bin hukumê Yê Xirabda ye” (1 Yûhenna 5:19; Eyantî 12:9, 12).
Lê Kitêba Pîrozda usa jî tê gotinê, wekî zûtirekê Xwedê wê nefretiyê kokêva bide hildanê. Xêncî vê yekê, Xwedê wê hemû kul-derda, ku ji bo nefretiyê pêşda tên bide hildanê. Kitêba Pîroz soz dide:
Xwedê wê “ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4).