Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

kovop58/stock.adobe.com

HIŞYAR BIMÎNIN!

Gelo Lîstikên Olîmpiyadayê Dikarin bi Rastî Yektiyê Bikine Orta Meriva?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo Lîstikên Olîmpiyadayê Dikarin bi Rastî Yektiyê Bikine Orta Meriva?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Havînê, sala 2024 wedê Lîstikên Olîmpiyadayê, pênc mîlyard meriv wê temaşe bikin sportsmênên ji 206 welata. Tomas Bak, prêzîdêntê Komîtêya Hemdinyayê ya Lîstikên Olîmpiyadayê, usa dibêje: “Em para qewimandineke usa nin, ya ku yektiyê dike orta meriva. Werên em piştgiriya gotina Olîmpiyadayê bikin, ku her meriv gerekê edilayêda û yektiyêda bijî, firqî tune em çiqas ji hev cude dibin”.

 Gelo Lîstikên Olîmpiyadayê dikarin bigihîjine vê nêtê? Gelo em dikarin edilaya rast û yektiyê bistînin?

Gelo ew lîstik dikarin edilayê û yektiyê pêşda bînin?

 Lîstikên Olîmpiyadayê ya îsal, ne tenê sportêva girêdayî ne, lê hê zêde tiştava. Ev lîstik şixulên polîtîkî û sosyalîva girêdayî ne, yên ku meriva ji hev başqe dikin. Dikevine nav wan tişta mafên meriva, rasîzm, cudebûna rêlîgiyayê û neheqî.

 Lîstikên hemdinyayê mîna yên Olîmpiyadayê mecalê didine meriva wedê xwe derbaz kin. Lê lîstikên usa ne ku edilayê û yektiyê pêşda tînin, lê firqiyê dikine orta meriva.

 Kitêba Pîrozda hatibû pêxembertîkirinê, ku roja îro cem meriva xeyset-hunurên usa wê hebin, ji bo çi jî wanra wê çetin be yektiyê xwey kin (2 Tîmotêyo 3:1-5). Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa vê pêxembertiyê, bixûnin gotara bi navê “Gelo Kitêba Pîrozda Hatiye Pêxembertîkirinê, ku Wedê Meda Meriv wê Çi Cûreyî bin?

Hêvî bona edilayî û yektiya dinyayêda

 Kitêba Pîrozda heye hêviya rêalî derheqa edilayî û yektiya hemdinyayê. Ev soz dide, wekî meriv ser temamiya dinyayê wê yektiyêda bijîn, bin serwêrtiya ezmanî bi navê “Padşatiya Xwedê” (Lûqa 4:43; Metta 6:10).

 Padşê vê Padşatiyê, Îsa Mesîh wê edilayê ser temamiya dinyayê pêşda bîne. Kitêba Pîroz dibêje:

  •    “Bira rojên wîda rastî gul de û edilayî gelek be” (Zebûr 72:7).

  •    “Çimkî ew yê kesîb xilaz dike, ku gazî dikê. . . Ji zêrandinê û zordarîyê wan xilaz dike” (Zebûr 72:12, 14).

 Hela hê roja îro, bi mîlyona meriv ji 239 welata bi saya hînkirinên Îsa yektiyêda nin. Şedên Yehowa ser temamiya dinyayê hîn bûne ça bibine merivên edilayîhez. Seva ku derheqa vê yekê hê zêde pêbihesin, bixûnin gotara ji Birca Qerewiliyê, bi navê “Çawa Nefretiyê ji Dilê Xwe Derxin?