Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ahmad Gharabli/AFP via Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Gelo Milet Dikarin Bibine Yek, seva ku Guhastina Klîmatê Bidine Sekinandinê?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Gelo Milet Dikarin Bibine Yek, seva ku Guhastina Klîmatê Bidine Sekinandinê?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Roja Ledê, 20 Mijdarê sala 2022, Konfêrênsiya Teşkîleta Miletên Yekbûyî ya Guhastina Klîmatê xilaz bû (COP27). Serwêr û êkspêrtên ku hatibûn ser wê civînê, qayîl bûn wekî pera bidine welatên kesîb, seva ku ewana bikaribin wan problêma safî kin, kîjan ku ji bo guhastina klîmatêva girêdayî pêşda tên. Lê gelek meriv dibêjin, wekî ew yek wê bi temamî evê problêmê safî neke.

  •    Antonyo Gutêrrês, sêkrêtarê sereke yê Miletên Yekbûyî, 19 Mijdarê, sala 2022 usa got: “Ez piştgiriya vê yekê dikim, ku hate safîkirinê wekî aliyê perada komekê bidine welatên kesîb, yên ku ji bo guhastina klîmatê zirarê distînin. Hemikî ew yek bes nîne, . . . çimkî halê planêta me gelek xirab e”.

  •    Mêrî Robînson, ya ku berê prêzîdênta Îrlendê bû û usa jî Komîsera Here Bilind bû ya Miletên Yekbûyî bona Paristina Mafên Meriva, usa dibêje: “Planêta me wê zûtirekê rastî guhastina klîmatê bê, ya ku wê gelek xirab ser her kesa hukum ke” (20 Mijdarê, sala 2022).

 Îlahî cahil bona axiriya planêta me, gelek berxwedikevin. Lê gelo, milet dikarin bibine yek, seva ku sozên xwe derheqa safîkirina problêma guhastina klîmatê, bînin sêrî? Kitêba Pîroz çi dibêje?

Gelo milet wê bibine yek ku bigihîjine nêta xwe?

 Rast e serwêr gelek qewat didine xebatê, wekî guhastina klîmatê bidine sekinandinê, lê Kitêba Pîroz dibêje ku ewana wê bi temamî nikaribin ewê problêmê bidine hildanê. Gelo çira? Were em dîna xwe bidine du meniya:

  •    “Ya xwar nayê rastkirin” (Waîz 1:15, ÎM).

     Ev çi tê hesabê: Serwêrên dewletê nikarin her tiştî bikin, çi ku ewana dixwazin bikin (Yêremya 10:23). Hergê milet bibine yek, dîsa jî ewana nikarin hemû problêmên dinyayê safî kin.

  •    “Merivê bibine xwehiz, perehiz . . . bêrem” (2 Tîmotêyo 3:2, 3).

     Ev çi tê hesabê: Kitêba Pîrozda pêşda hatibû gotinê, ku gelek meriv rojên meda wê bibine xwehiz û wê nexwazin tiştekî bona kara meriva bikin.

Meniya bona hêviya baş

 Axiriya planêta me, sozên serwêrên dewletêva girêdayî nîne. Xwedê serwêrekî gelek baş kifş kiriye, ew heye Îsa Mesîh. Kitêba Pîrozda derheqa wî tê gotinê:

  •    “Serwêrtî wê ser milê wî be, ewê bê navkirinê Şîretkarê Pir Baş, Xwedêyê Zor, Bavê Heta-Hetayê, Mîrê Edilayê” (Îşaya 9:6, DT).

 Îsa Padşê Padşatiya Xwedê ye, ku ser ezmana ye (Metta 6:10). Qewat, bîlanî û xwestina wî heye, ku me û planêta me bibe xweyî (Zebûr 72:12, 16). Bin serwêrtiya wîda, Padşatiya Xwedê wê qira wan bîne, yên ku “dinê xirab dikin”, û wê dîsa planêta me bike cinet, çawa ku serê sêrîda Xwedê qirar kiribû (Eyantî 11:18; Îşaya 35:1, 7).

 Seva ku hê zêde pêbihesin, wekî çawa problêmên guhastina klîmatêva girêdayî wê bi temamî bêne safîkirinê, bixûnin gotara bi navê “Guhastina Klîmatê û Axiriya Me; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?