Haldrîk Zwîngl bi Xîret Rastiya ji Kitêba Pîroz Digeriya
Îro gelek merivên rêlîgî yên dilsax dikarin lêkolîn kin û têderxin, hela baweriya wan ser hîmê hînkirinên Kitêba Pîroz e, yan na. Destpêka qirna 16-da ev yek çetin bû. Çira? Çimkî gelek merivara çetin bû Kitêba Pîroz destxin û ser zimanê xwe bixûnin. Bi rastî tenê çend endemên dêrê dikaribûn hînkirinên Dêrê beramberî rastiya Kitêba Pîroz bikirana. Keşîşa jî hindik alîkarî didan yan jî qe nedidan. Kitêbek usa dibêje: “Dêra Swîsreyê qelp bibû. Keşîş dilsar, bi baweriya pûç û bênamûs bûn” (History of the Christian Church).
Wî wedeyîda, Haldrîk Zwîngl destpêkir rastiya Kitêba Pîroz bigere. Ewî çi dît? Ewî çawa karibû merivara gilî ke derheqa wê yekê, çi ku pêhesiya bû? Û em çi dikarin ji serhatiya wî û baweriya wî hîn bin?
Zwîngl Destpêdike Rastiyê Bigere
Gava Zwîngl 20 salî zêdetir bû, ewî xwest bibe keşîşê Katolîkî. Wî çaxî hemûyên ku dixwestin bibine keşîş, ji wana dihate dewakirinê wekî fîlosofiyayê, edetên dêrê, û nivîsarên “Bavên Dêra” hîn bin, ne ku Kitêba Pîroz. Zwîngl jî destpêkir wan tişta hîn be.
Gelo Zwîngl çi cûreyî destpêkir rastiya Kitêba Pîroz têderxe? Wedê hînbûna xweye zaningeha Bazêlda (Swîsre), Zwîngl gelek cara diçû ser lêksiyên Tomas Wîtênbak, kîjanî sîstêma dêrêye îndûlgênsiya a sûcdar dikir. Li gora giliyê nivîskarekî, Zwîngl “ji [Wîtênbak] pêhesiya, ku mirina Mesîh bona gunên me bû” (1 Petrûs 3:18). Çaxê Zwîngl fem kir ku tenê bi qurbanbûna Îsa gunên me dikarin bêne baxşandinê, ewî înkar kir ev hînkirina dêrê, ku serwêrê dêrê dikarin gunên meriva bi pera bibaxşînin (Karên Şandiya 8:20). Lê yeke Zwîngl hînbûna xwe berdewam kir û 22 saliya xweda bû keşîşê Katolîkî.
Zwîngl 20 saliya xweda xwexa zimanê Yûnanî hîn bû, seva ku zimanê orîjînal ya Peymana Nû fem bike. Ewî usa jî nivîsarên Îrasmûs lêkolîn dikir û ji vê yekê pêhesiya, wekî çawa ku Kitêba Pîroz hîn dike, tenê Îsa ye Orteçiyê Xwedê û meriva (1 Tîmotêyo 2:5). Axiriyê Zwîngl hînkirinên Katolîkîda kete şikê derheqa wê yekê, ku meriv bi saya kesên pîroz dikare nêzîkî Xwedê be.
Çaxê Zwîngl 30 salî bû, ewî destpêkir hê kûr û bi xîret rastiyê bigere. Xêncî wê yekê, ewî usa jî çend şerada qulix dikir ça keşîşê eskera, kîjan ku temamiya Ewropayêda diqewimîn seva kontrolkirina Îtalyayê. Sala 1515-da Marîgnanoda şer destpêbû, û hingê Zwîngl dît ku çawa yên Katolîk bi hezara Katolîkên din dikujin. Çend sal şûnda Zwîngl destpêdike bi desta Nivîsarên Yûnanî kopî bike û heçî zef ji van para bi ezberî hîn be. Sala 1519-da ew bajarê Zûrîhda, dêmek merkeza hukumkirina polîtîkiye Swîsreyêda dijît. Wêderê ew axiriyê hate ser wê nêtê, wekî Dêr îda gerekê hîn neke tu tiştî, çi ku ser hîmê Nivîsarên Pîroz nîne. Lê gelo ewî çawa dikaribû alî kesên din bikira, ku ewana jî bihatana ser wê nêtê?
“Dannasînkirina Wî Cûreyî Tu Car Nebihîstibûn”
Zwîngl bawer dikir ku hergê meriv rastiya Kitêba Pîroz pêbihesin, ewê derewên rêlîgî înkar kin. Paşî wê yekê ku ew hatibû bijartinê ça keşîşê dêra Grosmûnstêr bajarê Zûrîhda, ewî bi mêrxasî destpêkir dannasîn ke: Ewî îda lêksiyonaryûma b Latînî nedixwend, kîjan ku keşîşa bi qirna dixwendin. Zwîngl seva ku Nivîsarên Pîroz merivara şiroveke, ne ku îdêyên Bavên Dêrê dida xebatê, lê Nivîsarên Pîroz pê nivîsarên wê şirovedikir. Dêmek ewî parên Kitêba Pîroze hêsa dida xebatê, wekî parên wêye çetin şiroveke (2 Tîmotêyo 3:16).
Zwîngl alî meriva dikir wekî bivînin, ku Kitêba Pîroz jîyîna herrojîda kêrhatî ye. Ewî normên Kitêba Pîroze nav-namûsiyê meriv hîn dikirin, û digot ku nerast e hergê meriv Meryema diya Îsa bihebînin, pîrozara dua bikin, xwe li îndûlgênsiyayê bigirin û ku keşîş bênamûsiyê bikin. Lê gelo rêaksiya meriya hindava vê yekêda çi cûreyî bû? Paşî dannasînkirina wîye pêşin, hine meriva gotin, ku “dannasînkirina wî cûreyî tu car nebihîstibûn”. Û terîxzanekî jî derheqa guhdarvanên Katolîkî yê Zwîngl usa nivîsî: “Ewên ku ji bo bênamûsî û bêfemiya keşîşa terka xizmetiya dêrê dabûn, dîsa vegeriyan”.
Sala 1522-da keşîşa usa kirin, wekî polîtîkvanên Zûrîhê nehêlin ku meriv miqabilî hînkirina dêrê derên. Axiriyê Zwîngl neheq kirin vê yekêda, ku ew hêrêtîk bû. Zwîngl hazir nîbû ku xwe biparêze, lema jî ewî safî kir, wekî ji keşîştiya Katolîkî derê.
Zwîngl Çi Kir?
Rast e Zwîngl îda keşîş nîbû, lê dîsa jî ewî bi xîret dannasîn dikir, û her tişt dikir ku meriya bide bawerkirinê, wekî nihêrandina wî rast e. Bi dannasînkirina wî nav û dengê wî bela dibû. Ji bo vê yekê polîtîkvanên Zûrîhê îda guh didane wî. Lema jî ewî dikaribû rêformên rêlîgî Zûrîhda pêşda bive. Mesele, sala 1523-da ewî Zûrîhêda merivên dîwanêye xweyîhukum da razîkirinê, wekî hemû hînkirinên ku ser hîmê Kitêba Pîroz nînin, qedexe kin. Sala 1524-da ewî wana da bawerkirinê, ku pûtparistî tiştekî qanûnî nîne. Hakimên dewletê, bi hevkariya tevî dannasînkarên mihalê û merivên din, wêderê gelek gorîgeh, pût, şikil û tiştên ku vê yekêva girêdayî bûn, kuta kirin. Kitêba Zwînglda usa nivîsar e: “Wêrankirina Dêra Roavayê, ji talankirina malaye bi Vîkînga, xirabtir bû, û ewê tu car wêrankirina usa nedîtibû” (Zwingli—God’s Armed Prophet). Sala 1525-da Zwîngl usa jî merivên xweyîhukum hêlan kir, wekî avayên dêrê bikine nexweşxane, û wekî îzinê bidine hemû monaxa ku bizewicin û mêr kin. Ewî usa jî got, ku cejina Masayê bê înkarkirinê, û dewsê cejina Kitêba Pîrozda nivîsar, bê kifşkirinê (1 Korintî 11:23-25). Terîxzan dibêjin, ku xîreta Zwîngl serwêrên rêlîgî û polîtîkî yên Zûrîhê hêlan kir, wekî tevayî hevkariyê bikin, û hîmê Rêformasiya û rêlîgiya Protêstanî ya teze daynin.
Şixulê herî ferz ku Zwîngl dikir, ev welgerandina Kitêba Pîroz bû. Salên 1520-da ewî rêberî komeke zandara dikir, yên ku têksta orîjînale Îbranî û Yûnanî, û Sêptûagînta Yûnanî û Vûlgataya Latînî didane xebatê. Mêtoda welgerandina wan hêsa bû. Wana ji zimanê orîjînal her rêz dixwend û beramberî van welgerandina dikirin, yên ku aliyê merivada qebûlkirî bûn. Paşê wana şêwir dikir, ku ev rêz çi tê hesabê, û nêta vê dinivîsîn. Ewana Xebera Xwedê şirovedikirin û weldigerandin. Bi vê yekê sala 1531-da Kitêba Pîroze Zûrîhî hate derxistinê.
Zwîngl bi xîret şixulê xwe dikir, lê ewî qedirê nihêrandina merivên din qe nedigirt û hindava wanda xwe sert dida kifşê. Mesele, sala 1525-da ew miqabilî Anabaptîsda derdiket, çimkî ewana neqayîl bûn tevî nihêrandina wî, ku zarên virnî bêne nixumandinê. Wede şûnda dîwanê safî kir, wekî ew merivên ku nixumandina zarên virnî înkar dikin, gerekê bêne kuştinê û Zwîngl hela hê piştgiriya vê safîkirinê jî dikir. Ewî usa jî merivên polîtîkî hêlan dikir, wekî eskera bidine xebatê, ku zorê meriva bikin wekî hînkirinên teze qebûl kin. Lê dîsa jî hine herêmên Katolîkiye Swîsreyêda, meriva hînkirinên wî qebûl nekirin. Ji bo vê yekê şerê bajarvaniyê destpêbû. Zwîngl jî tevî vî şerî bû. Ewî esker ji Zûrîhê dibirine meydana şer, û ew wêderê 47 saliya xweda hate kuştinê.
Mîrata Zwîngl
Hemikî Haldrîk Zwîngl usa nav-deng nîbû, ça Rêformatorên Protêstanî Martîn Lûtêr û Con Kalvîn, lê dîsa jî navê wî kete nava terîxiyê. Zwîngl ji Lûtêr diha serttir hînkirinên dêra Romayîye Katolîkî înkar dikir, û bi saya xîreta wî, meriva hêsa îdêyên Kalvîn qebûl dikirin. Lema jî Zwîngl nav kirin Merivê Rêformatorêye Sisiya.
Axiriya şixulên Zwîngl him baş e, him jî xirab e. Seva ku nihêrandina xwe bela ke, ew kûr kete nava şera û şixulê polîtîkî. Bi kirên vî cûreyî Zwîngl çev neda Îsa Mesîh, yê ku nedikete nav polîtîkayê û şagirtên xwe hîn dikir, wekî dijminên xwe hez bikin, ne ku bikujin (Metta 5:43, 44; Yûhenna 6:14, 15).
Lê dîsa jî Zwîngl eyan e ça lêkolînkarê Kitêba Pîroze xîret, yê ku safî kiribû, meriyara gilî ke wê yekê çi ku pêdihesiya. Ewî gelek rastiyên Kitêba Pîroz ji terîstaniyê derxiste ronayê û alî yên din jî kir, vî cûreyî bikin.
a Îndûlgênsiya, ew hebû ferman ku aliyê rêberên dêrêda hatibû kifşkirinê, kîjan ku yançi paşî mirinê ciyê paqijkirinêda gunên meriva sivik dikir, yan jî bi temamî hildida..
b Lêksiyonaryûm ev kitêb e, nava kîjanêda nin rêzên Kitêba Pîroze bijartî, seva ku nava salêda dêrêda bêne xwendinê.