Tu Ça Dikarî Îçkevexwarinêda Xwe Kontrol kî?
Hine meriv îçkê zêde vedixwin çaxê strêsêda nin, xwe tenê texmîn dikin, yan jî çaxê nizanin çi şixulîva mijûl bin. Gelo niha tu hê zêde vedixwî? Hergê erê, ça tu dikarî îzbat bî wekî ji sînora dernakevî û îçkêva nehatî girêdanê? Jêrê hine şîret hatine dayînê, yên ku wê alî te bikin wekî xwe kontrol kî.
Çiqas îçke îzin e vexwin?
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Neçe nava vexwarîya” (Metelok 23:20).
Dîna xwe bidê: Kitêba Pîroz îçkevexwarinê qedexe nake (Waîz 9:7). Lê ew firqiyê dike orta îçkevexwarina sînorkirî û ya ku serxweş dike, him jî pêva tên girêdan (Lûqa 21:34; Efesî 5:18; Tîto 2:3). Hergê meriv serxweş nabe jî, yeke îçkevexwarina bi zêdeyî dikare xirab hukum be ser safîkirinên wî, ziyanê bide sihet-qewata wî û heleqetiya wîye tevî meriva xirab ke (Metelok 23:29, 30).
Li gora lêkolînkara, ziyana îçkevexwarinê heçî zef vê yekêva girêdayî ye, ku meriv rojê yan jî heftiyêda çiqasî vedixwe. a Îçke ser her meriva bi cûrekî hukum nabe. Hine derecada jî diha baş e qe venexwin. Dîna xwe bidinê ku Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê çi dibêje:
“Hela hê kasek yan du kasên îçkê jî dikarin gelek ziyanê bidine te—mesele:
Wedê ajotinê yan tevî têknîkayê dixebitin.
Wedê hemlebûnê yan jî çaxê şîr didine zarê.
Wedê xebitandina hine dermana.
Çaxê problêmên sihet-qewatê hene.
Çaxê nikarî îçkevexwarina xwe kontrol kî”.
Çi dikare tera eyan ke, ku tu îçkê zêde vedixwî?
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Lêkolîna li rêyên xwe bikin û bicêribînin” (Lûrînên Yêremya 3:40).
Dîna xwe bidê: Seva ku xwe biparêzî, timê xwe bicêribîne hela tu çiqas vedixwî û hergê lazim e guhastina bike. Jêrê çend derece hatine dayînê, kîjan ku didine kifşê, wekî tu zef îçkê vedixwî.
Tu zef vedixwî, ku kêfa te xweş be. Tu difikirî ku gerekê îçkê vexwî, seva ku xwe rihet, aza û kêfxweş texmîn kî. Tu usa jî vedixwî seva ku problêmên xwe bîr kî.
Te destpêkiriye diha zêde vexwî. Te destpêkiriye gelek car û îçkên diha sert vexwî, seva ku hê zêde ser te hukum be.
Riyê îçkevexwarinêda problêmên te pêşda hatine malda usa jî ser xebatê. Mesele, te destpêkiriye hê zêde perên xwe ser îçkê xerc kî.
Paşî îçkevexwarinê tu gavên usa davêjî ku jîyîna te dikine bin qeziyê. Mesele, safî dikî avtê bajoyî, xwe avê xî, yan jî ser têknîkayê dixebitî.
Merivên din xemgîn dibin ji bo îçkevexwarina teye zêde. Çaxê ewana derheqa vê yekê tera dibêjin, tu destpêdikî xwe heq derxî. Tu ji meriya vedişêrî ku îçkê vedixwî, yan jî derewa dikî ku çiqasî vedixwî.
Tera çetin e xwe kontrol kî. Te cêribandiye ku kêm vexwî yan jî terka îçkê bidî, lê nikarî.
Pênc şîret kîjan ku dikarin alî te bikin, wekî xwe kontrol kî
1. Bernamê çêke.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Tivdîra merivê xîret ese karê tîne” (Metelok 21:5).
Bicêribîne: Xwera binivîse ku kîjan roja tuyê vexwî û sînora dayne, ku wan roja çiqas îçke vexwî. Her heftî lapî kêm du roja xwera kifş ke, wekî wan roja qe venexwî.
Teşkîleteke Brîtanî ya hînbûnêye nekomêrsî usa dibêje: “Seva ku îçkêva neyêne girêdanê, gerekê timê rojên usa xwera kifş kin wekî qe venexwin”.
2. Li gora bernama xwe hereket bike.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Vê kirina xwe bînine sêrî” (2 Korintî 8:11).
Bicêribîne: Çapa kasa îçkêye standart bizanibe, wekî rast çap kî ku çiqas îçke vexwî. Seva ziyanê nedî sihet-qewata xwe, dewsa îçkê, tiştên vexwarinêye usa bide xebatê ku spîrt têda tune be.
Înstîtûta lêkolînkirina îçkêvexwarinêva girêdayî usa dibêje: “Îçkevexwarinêda hela hê guhastinên biçûk jî dikarin te ji problêmên mezin, ku îçkevexwarinêva girêdayî ne, xwey kin”.
3. Safîkirinên xwe pişt guhê xweva nevêje.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Bila erêya we “Erê” û naya we “Na” be” (Aqûb 5:12, ÎM).
Bicêribîne: Hergê kesek tera dibêje îçkê vexwe, lê tu li gora safîkirina xwe gerekê venexwî, hazir be wekî bi merîfetî bêjî “Na” û ser ya xwe bisekinî.
Înstîtûta lêkolînkirina îçkêvexwarinêva girêdayî dibêje ku “çiqas zû tu bêjî na, haqas zû yaxa teyê ji wan xilaz be”.
4. Dîna xwe bide kara safîkirina xwe.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Dawiya tiştekî ji destpêka wî çêtir e” (Waîz 7:8, ÎM)
Bicêribîne: Xwera binivîse ku çira te safî kiriye îçkevexwarina xwe kontrol kî. Mesele menî dikare ev be, ku tu dixwazî xewa xwe baş kî, pey sihet-qewata xwe binihêrî, badîhewa perê xwe xerc nekî û heleqetiya xwe tevî meriva xirab nekî. Gava tu derheqa safîkirina xwe merivara dibêjî, ne ku bona çetinaya xeber de, lê bona kara vê.
5. Ji Xwedê alîkariyê bixwaze.
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Ez her tiştî bi saya wî dikarim, yê ku qewatê dide min” (Fîlîpî 4:13).
Bicêribîne: Hergê bona îçkevexwarinê tu xemgîn dibî, Xwedêra dua ke ku alî te bike. Ji wî hîvî ke, wekî qewatê û xwegirtinê bide te. b Usa jî wede bivîne, wekî ji Xebera wî, dêmek ji Kitêba Pîroz serwaxtiyê qazanc kî. Bi alîkariya Yehowa tuyê bikaribî îçkevexwarina xwe kontrol kî.
a Mesele, Teşkîleta Saxlemiyê û Paristina Meriva ya Dewletên Yekbûyî dibêje, wekî îçkevexwarin ziyan e “bona kulfeta, hergê ewana rojê 4 kas îçke yan hê zêde vexwin, yan jî heftiyêda 8 kas yan hê zêde, bona mêra jî rojê 5 kas îçke yan hê zêde, yan jî heftiyêda 15 kas yan jî hê zêde”. Her welatekîda çapên kasa vexwarinê ji hev cude dibin. Lema jî tu dikarî tevî doxdirê xwe xeber dî, ku pêbihesî hela çend kas dikarî vexwî, ku ziyanê nestînî.
b Hergê tu nikarî îçkewexvarina xwe kontrol kî, dibe ku alîkariya doxdira wê tera lazim be.