Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Înflasiya Nav Temamiya Dinyayêda Zû Bela Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Înflasiya Nav Temamiya Dinyayêda Zû Bela Dibe; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Hesabê Koma Banka Hemdinyayîda prêzîdêntê vê teşkîletê, meha Hezîranê sala 2022-da usa got: “Aborî nav temamiya dinyayêda dîsa bin xofêda ne. Niha aboriyêda înflasiya mezin destpêbûye û çiqas diçe zêde dibe, û him jî pêşdaçûyîna aboriyê sist dibe”.

 Fonda Peraye Hemdinyayî kifş dike: “Bahê xurek û hemû cûre şewatê, mesele bênzînê û niftê, gelek zû bilind dibe û diha zef dewletên bi aboriya sist zirarê dixe”.

 Kitêba Pîroz alî me dike ku fem bikin, çima em rastî problêmên aboriyêva girêdayî tên, ça em dikarin wan çetinayada teyax kin û çi hêvî heye ku ev problêm wê safî bin.

“Rojên axiriyêda” her tişt biha dibe

  •   Kitêba Pîroz dibêje, wekî em “rojên axiriyêda” dijîn (2 Tîmotêyo 3:1).

  •   Îsa got, wekî “tiştên xof û tirs”, dêmek qewimandinên ku wê tirsê bikine dilê meriva, bibine nîşana rojên axiriyê (Lûqa 21:11). Bihabûna her tiştî, tirsê pêşda tîne. Meriv bona axiriyê ber xwe dikevin ku wê ça ebûra xwe û neferên xwe bikin.

  •   Kitêba Eyantîda hatiye pêxembertîkirinê, wekî rojên axiriyêda xurek wê biha be. “Hingê tê bêjî min dengek bihîst, . . . ku digot: ‘Çapeke genime biçûk pê zîvekî û sê çapên biçûk ceh pê zîvekî’” (Eyantî 6:6).

 Seva ku derheqa “rojên axiriyê” û pêxembertiya ji kitêba Eyantî hê zêde pêbihesin, binihêrin vîdêo “Ji Sala 1914 Halê Dinyayê Hatiye Guhastinê” û bixûnin gotar “Çar Siyar bi Rastî Kî ne?

Safîkirina hemû problêmên aboriyêva girêdayî

  •   “Wê mala çêkin û lê rûnin, wê reza daynin û fêkiyê wan bixwin. Wê kesên din li malên ku wan çêkirine rûnenin, wê kesên din ji rezên ku wan daniye nexwin” (Îşaya 65:21, 22, ÎM).

  •   “Bira genimê welêt bibe bir-ber, deremetên wî serê çîya bihejin” (Zebûr 72:16).

  •   “‘Bona xatirê feqîrên şêlandî û zarînîya belengaza, Ezê niha rabim’ Xudan [Yehowa, DT] dibêje” (Zebûr 12:5). a

 Zûtirekê Xwedê wê nav temamiya dinyayêda problêmên aboriyêva girêdayî bide hildanê. Seva ku pêbihesin wekî Xwedê wê ça evê yekê bike, bixûnin gotar “Gelo Çetinayên Aliyê Pera wê Kengê Kuta bin?

 Lê hela hê îro jî, Kitêba Pîroz dikare alî we bike wekî wedê bihabûna her tiştî jî ebûra xwe bikin. Lê gelo çi cûreyî? Têda şîretên kêrhatî hene, ku ça pera bi bîlanî bidine xebatê (Metelok 23:4, 5; Waîz 7:12). Seva ku hê zêde pêbihesin, bixûnin gotar “Pere û Hebûnê Xwey kin” û “Ça Pê Perê Hindik Ebûra Xwe Bikin?

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18).