HIŞYAR BIMÎNIN!
Meriv Îtbariya Xwe Hindava Serwêrên Polîtîkayê Unda Dikin—Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?
Sala 2024 nav temamiya dinyayêda hejmara bijartinên polîtîkî wê diha zef bin, ne ku salên paşwextiyêda. Gelek meriv îtbariya xwe hindava polîtîkê unda dikin.
Heçî zef bineliyên Amêrîkayê dibêjin, wekî “gelek serwêrên polîtîkayê xweheziyê didine kifşê”, ne ku xemkirinê hindava bineliyên xwe a—Pew Research Center, 19 Îlonê, sala 2023.
Gelek merivên cahil îtbariya xwe hindava polîtîkê unda kirine.
“Cahil her tiştî dikin ku safîkirina problêma bivînin, çimkî ewana navînin wekî serwêrên polîtîkî tiştek dikin, wekî hewcên wan hildine hesab”—The New York Times, 29 Çileyê, sala 2024.
“Li gora hesaba, kesên cahil diha baweriya xwe wan tînin yên ku YouTubêda vîdêoya datînin, ne ku serwêrên polîtîkayê”—The Korea Times, 22 Çileyê, sala 2024.
Gelo em dikarin bawer bin ku serwêrên polîtîkayê wê axiriya baş mera bidin? Gelo em dikarin îtbariya xwe kê bînin?
Fesal bin ku hûn îtbariya xwe kê tînin
Meriv fesal in çaxê dijbêrin, ku îtbariya xwe kê bînin. Kitêba Pîrozda tê gotinê “merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15).
Seva ku şîret bistînin wekî çawa înformasiya rast têderxin, bixûnin gotara bi navê “Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin”.
Hela hê polîtîkên helal û bi nêt-meremên baş jî, nikarin her tişt bikin çi ku dilê wan dixwaze. Lema jî Kitêba Pîroz dibêje:
“Gumana xwe nedine li ser mîra, li ser bendê ku nikare xilaz ke” (Zebûr 146:3).
Serwêrê îtbariya xwe kîjana em dikarin bînin
Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî Xwedê serwêrekî himzor û bi îtbar kifş kiriye: Ew Îsa Mesîh ye (Lûqa 1:32, 33). Îsa Padşê Padşatiya Xwedê ye û ev ji ezmana serwêrtiyê dike (Metta 6:10).
Pêbihesin ku çima hûn dikarin îtbariya xwe Îsa bînin, û ewê ça me ji wan hemû problêma rastî kîjana em tên, xilaz ke. Bixûnin gotar “Kî ye Padşê Padşatiya Xwedê?” û “Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?”
a Pew Research Center, “Americans’ Dismal Views of the Nation’s Politics,” Îlon sala 2023.