Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Xebitandina Pûta Hebandinêda; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Xebitandina Pûta Hebandinêda; Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Li gora Nûçeyên Katolîkî, wedê eyda ku dêra Petrûsê Pîrozda, 25 Adarê, sala 2022-da derbaz bû, Papa Fransîs serê xwe ber heykela Meryemê danî. Ewî “çevê xwe dada, serê xwe berjêr kir û dilê xweda dua kir”. Ewî “lavaya Meryemê kir”, ku edilayê bike nav meriva. Elametiya Nûçeyên Vatîkanî jî dibêje, wekî “Papa Meryemêra dua dikir, dilê kîjanê bêqisûr e, seva ku edilayî bikeve orta meriva, îlahî orta Rûsyayê û Ûkraînayê”.

 Hûn çi difikirin? Gelo rast e wekî em hebandinêda şikila bidine xebatê? Hela dîna xwe bidine hine rêzên Kitêba Pîroz:

  •   “Tu pûtî mîna dilqê tiştekîda xwera çênekî, ne jor li ezmên, ne jêr li ser erdê, ne jî nava avên bin erdêda. Ber tu pûtî ta nebî û xulamtîya wan nekî, çimkî ez Xudan [Yehowa, DT] Xwedêyê te Xwedêkî kumreş im” (Derketin 20:4, 5). a

  •   “Lê pûtên wan zêr û zîv in, kirên destên mêriv in. Devê wan hene nakêlimin, çevên wan hene nabînin, guhê wan hene nabihên, pozê wan hene bînê hilnadin. Destên wan hene napelînin, nigên wan hene ew nagerin û ji gewrîya xwe deng dernaxin. Yên wan çêdikin wê bibine mîna wan û usa jî hemûyên ku wanda guman in” (Zebûr 115:4-8).

  •   “Ez Yehowa me, navê min ev e û ezê rûmeta xwe nedim yekî din û pesinê xwe nedim pûta” (Îşaya 42:8, DT).

  •   “Ji pûtparistiyê birevin” (1 Korintî 10:14).

  •   “Xwe ji pûtparistiyê xwey kin” (1 Yûhenna 5:21).

 Seva ku hê zêde pêbihesin derheqa wê yekê, ku Kitêba Pîrozda çi tê gotinê bona xebitandina pûta hebandinêda, binihêrin gotar “Nihêrandina Kitêba Pîroz; Pût” yan jî binihêrin vîdêo “Gelo Xwedê Qebûl Dike wekî Hebandinêda Pûta Bidine Xebatê?

 Diqewime wera usa jî hewas be pêbihesin ku Kitêba Pîrozda çi tê gotinê derheqa wan têma:

Photo credit: Vincenzo Pinto/AFP via Getty Images

a Yehowa navê Xwedê ye (Zebûr 83:18). Binihêrin gotar “Yehowa Kî ye?