Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Rûsya Ûkraînê Zeft Dike

Rûsya Ûkraînê Zeft Dike

 Rast e gelek serwêrên dinyayê dixwestin, wekî şer destpênebe, lê yeke şebeqê zû, 24 Sibatê, sala 2022, ordiya Rûsyayê destpêkir Ûkraînê zeft ke. Gelo ew şer ça dikare ser dinyayê hukum ke? Sêkrêtarê sereke yê teşkîleta Miletên Yekbûyî, Antonyo Gutêrrês, çend roj pêşda usa gotibû: “Çerçirandina meriva, wêrankirin, zirardayîna merivên Ewropayêra û bêxofiya hemdinyayê, wê usa giran be, ku em ne jî dikarin bidine ber çevê xwe”.

Gelo li gora Kitêba Pîroz qewimandinên usa çi têne hesabê?

  •   Îsa pêxembertî kiribû, wekî “miletê rabe li ser milet, padşatî li ser padşatiyê” (Metta 24:7). Bixûne gotar bi navê “Gelo Çi ye ‘Nîşana Rojên Axiriyê’?”, seva ku pêbihesî hela Kitêba Pîroz ça nîşan dike, wekî şerên îroyîn pêxembertiya Îsa tînin sêrî.

  •   Kitêba Eyantî şerên dinyayê bi sîmbolîk beramberî “hespekî ... rengê zer” dike, yê ku “edilayiyê ji dinyayê” hildide (Eyantî 6:4). Bixûne gotar bi navê “Çar Siyar bi Rastî Kî ne?”, seva ku pêbihesî çawa ev pêxembertî şerên îroyînva girêdayî ye.

  •   Kitêba Daniyêlda şerê orta “padşê bakurê” û “padşê başûrê” hatibû pêxembertîkirinê (Daniyêl 11:25-45, ÎM). Binihêre vîdêo bi navê “Pêxembertiya ji Daniyêl Serê 11 ku Hate Sêrî”, û pêbihese ku çira em dikarin Rûsya û piştgirên vê hesab kin ça “padşê bakurê”. a

  •   Kitêba Eyantî usa jî besa şerê “Roja Mezine Xwedêyê Hemû Zorayiyê” dike (Eyantî 16:14, 16). Lê ev şer, ne mîna şerê orta miletada ye. Bixûne gotar bi navê “Harmegedon Çi ye?”, seva ku hê zêde pêbihesî derheqa vê qewimandinê, ya ku wê axiriyêda biqewime.

Çira Hûn Dikarin Axiriyê Netirsin?

  •   Kitêba Pîroz dibêje, wekî Xwedê wê “şera” bide sekinandinê (Zebûr 46:9). Bixûne gotar bi navê “Hêviya Baş bona Roja Sibê”, seva ku derheqa sozên Xwedê hê zêde pêbihesî.

  •   Îsa şagirtên xwe hîn dikir, wekî bona hatina Padşatiya Xwedê dua bikin (Metta 6:9, 10). Ev Padşatî serwêrtiya ezmanî ye, ya ku wê qirara Xwedê hindava erdê bîne sêrî û edilaya ser erdê jî dikeve nava vê yekê. Seva ku hê zêde derheqa Padşatiya Xwedê pêbihesî, binihêre vîdêo bi navê “Çi ye Padşatiya Xwedê?”.

 Ûkraînêda 129 000 zêdetir Şedên Yehowa dijîn. Mîna Şedên Yehowa ji welatên din, ewana jî çev didine Îsa vê yekêda, ku hindava polîtîkê tevnebûyînê xwey dikin û tu car naçine şer (Yûhenna 18:36). Nava temamiya dinyayêda Şedên Yehowa berdewam dikin “Mizgîniya Padşatiyê” bela kin û dibêjin ku tenê Padşatiya Xwedê wê problêmên însanetê safî ke, dêmek şera jî bide hildanê (Metta 24:14). Em te teglîf dikin, wekî tevî me têklî bî û derheqa hêviya ku Kitêba Pîroz dide hê zêde pêbihesî.

a Seva ku hê zêde înformasiya derheqa vê pêxembertiyê pêbihesî, binihêre gotarên bi navê “Padşê Bakurê Rojên Axiriyêda” û “Îro Padşê Bakurê Kê ye?”.