Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

HIŞYAR BIMÎNIN!

Rêlîgiya û Şerê Ûkraînêda; Gelo Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

Rêlîgiya û Şerê Ûkraînêda; Gelo Kitêba Pîroz Derheqa Vê Yekê Çi Dibêje?

 Dîna xwe bidine hine elametiyên paşwextiyê derheqa serwêrên rêlîgîye nav û deng û şerê Ûkraînêda:

  •   “Serê Dêra Ortodoksê ya Rûsyayê, keşîşê mezin Kîrîl, derheqa hicûmkirina Rûsyayê qe tiştekî negot. . . . Propaganda Dêra wî derheqa Ûkraînê [tê xebitandinê], wekî şerê ku Pûtîn destpêkir, heq derxe” (EUobserver, 7 Adar, 2022).

  •   “Keşîşê mezin, Kîrîl . . . îzbatîke mezin anî, ya ku hicûmkirina Rûsyayê ser Ûkraînê heq derdixe, û got ku ew şer heye mecalek wekî miqabilî gune şer kin” (AP News, 8 Adar, 2022).

  •   “Serwêrê Dêra Ortodoksê yê Ûkraînê, Mêtropolîtên Êpîfanî I, yê Kîêvê, Duşemê cimeta xwe kerem kir, wekî ‘miqabilî eskerên Rûsyayê şer bikin’ . . . [Ewî] usa jî got wekî kuştina eskerên Rûsyayê gune nîne” (Jerusalem Post, 16 Adar, 2022).

  •   “Em [UCCRO] piştgiriya ordiya Ûkraînê û hemûyên ku lê diparêzin, dikin, em wana kerem dikin, çimkî ewana Ûkraînê ji dijmina xwey dikin, û em bona wan dua dikin” (UCCRO a Statement, 24 Sibat, 2022).

 Gelo bi texmîna we, rêlîgiyên ku dibêjin wekî pey Îsa Mesîh diçin, gerekê endemên xwe hêlan kin ku herine şer? Gelo Kitêba Pîroz çi dibêje?

Terîxiya rêlîgiya nava şerada

 Terîxî nîşan dike wekî rêlîgiya gelek car berbi şera hêlan dike, dibêje wekî ew rast e ku herine şer, û hela hê dibêje jî wekî gerekê herine şer, lê xwe usa datîne yançi dixwaze edilayê pêşda bîne. Bi deha sala Şedên Yehowa ev durûtiya rêlîgiya eşkere dikin. Dîna xwe bidin ku van edebyetên meda çi hatiye gotinê.

  •   Gotara bi navê “Rêwîtiya Xaçparêza; ‘Xeyala Derd-Kul’”, nîşan dike wekî Dêra Katolîkî ya Romayî neheq e vê yekêda, ku xûna gelek meriva rêt, yançi bona navê Xwedê û Mesîh.

  •   Gotara bi navê “Dêra Katolîkî Afrîkayêda”, meselekê gilî dike, ya ku nîşan dike, wekî çawa rêlîgiya nikaribû şerê nava berekada, hela hê gênosîdê jî bide sekinandinê.

  •   Gotarên bi navê “Gelo Rêlîgiya Neheq e?”, “Rola Rêlîgiya Nava Şerên Merivada” û “Rêlîgiya Herdu Aliya Digire”, şirovedikin ku çawa keşîşên Katolîkî, Ortodoksê, û Protêstanta nava gelek şerada du aliya digirtin.

Gelo Mesîhî gerekê piştgiriya şer bikin?

 Îsa hîn kir: “Hevalê xwe weke xwe hiz bike” (Metta 22:39). “Dijminên xwe hiz bikin” (Metta 5:44-47).

 Bifikirin: Gelo rêlîgiya dikare bêje, wekî ew gura temiyên Îsa dike ku meriva hiz bikin, û him jî endemên xwe hêlan ke, wekî merivên din şerda bikujin? Bona caba vê pirsê, bixûnin gotarên bi navê “Mesîhiyên Rast û Şer” û “Gelo Dibe wekî Dijminên Xwe Hiz Bikin?

 Îsa got: “Padşatiya min ne ji vê dinyayê ye. Heger padşatiya min ji vê dinyayê bûya, berdestiyên minê şer kirana” (Yûhenna 18:36). “Kî ku şûr hiltîne, ewê bi şûr here” (Metta 26:47-52).

 Bifikirin: Hergê Mesîhî bona ku Îsa biparêzin gerekê şûr hilnedana, gelo gerekê ewana bona meniyên din çek hildine destê xwe? Bixûnin gotar bi navê “Gelo Mesîhî Dikarin Bikevine nava Şer?”, seva ku pêbihesin wekî Mesîhiyên pêşin bi aminî çev didane Îsa û hînkirinên wî.

Çi wê biqewime tevî rêlîgiyên ku piştgiriya şera dikin?

 Kitêba Pîroz hîn dike, wekî Xwedê qebûl nake van rêlîgiya, yên ku dibêjin wekî şagirtên Îsa ne, lê hînkirinên wî pişt guhê xweva davêjin (Metta 7:21-23; Tîto 1:16).

  •   Kitêba Eyantî nîşan dike, wekî Xwedê wê ji rêlîgiyên ku bona “xûna wan hemûya ku li ser rûyê erdê hatine rêtinê”, cabê bixwaze (Eyantî 18:21, 24). Seva ku pêbihesin çira, bixûnin gotara bi navê “Babîlona Mezin Çi ye?

  •   Îsa da kifşê wekî hemû rêlîgiyên ku Xwedê qebûl nake, wê bona kirên xwe bêne qirkirinê, mîna dara xirab ku “tê birîn û avîtinê nava agir”, çimkî berên xirab dide (Metta 7:15-20). Bixûnin gotar bi navê “Kutabûna Rêlîgiya Qelp Nêzîk e!”, seva ku pêbihesin ew yek wê ça biqewime.

Photo credits, left to right: Photo by Sefa Karacan/Anadolu Agency/Getty Images; Maxym Marusenko/NurPhoto via Getty Images

a UCCRO ew heye Civaka Dêr û Teşkîletên Rêlîgî yên Ûkraînê, nava wêda nin 15 dêr, dêmek yên Ortodoks, Katolîkên Yûnanî û Romayî, Protêstant, yên Êvangêlîsta û usa jî Cihûya û Misilmana.