Şer-Dew—Padşatiya Xwedê wê Çi Bike
Nav temamiya dinyayêda şer û dew merivara zirarê û kul-derda tînin. Dîna xwe bidine hine hesaba:
“Destpêbûyî ji sala 1994 ji bo şer dinêda haqas meriv ne mirine, çiqas ku sala 2022-da mirin, îlahî Etyopya û Ûkraînayêda”.— Peace Research Institute Oslo, Hezîran 7, 2023.
“Şera Ûkraînayêda tenê şerekî ji gelek şera ye, ya ku sala 2022-da destpêbû. Lê nav temamiya dinyayêda sala derbazbûyîda ji bo sebeba polîtîkî, zordarî ser 27% zêde bûye, û weke 1.7 mîlyard meriv ji bo wan şer-dewa zirarê standine”.— The Armed Conflict Location & Event Data Project (ACLED), Sibat 8, 2023.
Kitêba Pîroz derheqa axiriya baş soz dide. Têda nivîsar e, wekî “Xwedayê ezmana wê padşatiyê kifş ke, yê ku wê tu car kuta nebe” (Daniyêl 2:44, DT). Bin serwêrtiya vê Padşatiyê, Xwedê wê ‘şera bide sekinandinê, her çar qulbên dinyayê’ (Zebûr 46:9).