Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pawel Gluza/500Px Plus/Getty Images

HIŞYAR BIMÎNIN!

Nava 50 Salên Paşinda Hejmara Heywanên Beyanî ser 73 Selefa Kêm Bûye—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

Nava 50 Salên Paşinda Hejmara Heywanên Beyanî ser 73 Selefa Kêm Bûye—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?

 Fonda Hemdinyayê bona Xweykirina Tebiyetê, 9 Cotmehê sala 2024 elam kir, ku çawa meriv ser tebiyetê û heywanên beyanî hukum dikin. Wana got, wekî “nava 50 salên paşinda (1970-2020), hejmara heywanên beyanî ser 73% kêm bûye”. Wana usa jî got: “Em dikarin bêjin, wekî 5 salên din çi biqewime, ev yek wê îda eyan ke, ku axiriya planêta me wê çi be”.

 Gelek meriv çaxê ev elametî bihîstin, ecêbmayî û xemgîn bûn. Em gelekî planêta xwe hez dikin, lema jî naxwazin wekî qira heywanên beyanî bê. Em bêtalaş nînin, ku çi tê serê heywana, çimkî Xwedê em usa efirandine, wekî em bona wan xem bikin (Destpêbûn 1:27, 28; Metelok 12:10).

 Dibeke hûn ber xwe dikevin, ‘Gelo emê bikaribin heywanên beyanî û tebiyetê bibine xweyî, wekî qira wan neyê? Kitêba Pîroz çi dibêje?’

Guman bona axiriyê

 Em çi jî bikin, seva ku heywana bibine xweyî, wekî qira wan neyê, yeke emê nikaribin bi temamî evê problêmê safî kin, çimkî tenê Xwedê dikare vê yekê bike. Kitêba Pîrozda Eyantî 11:18-da hatibû pêxembertîkirinê, wekî Xwedê wê ‘qira wan bîne, yên ku dinê xirab dikin’. Ji vê rêzê em du tişta pêdihesin:

  1.  1. Xwedê wê îzinê nede, wekî meriv bi temamî qira erdê bînin.

  2.  2. Xwedê wê zûtirekê bona vê yekê tiştekî bike. Gelo em ji ku zanin? Nava terîxiyêda tebiyet û heywan tu car usa binê xofeke mezinda nîbûn, çawa rojên meda.

 Gelo Xwedê wê çi bike, wekî vê problêmê safî ke? Ewê bi saya Padşatiya xweye ezmanî, hemû problêmên însanetê safî ke (Metta 6:10). Bin serwêrtiya Xwedêda hemû merivên guhdar wê bêne hînkirinê, wekî planêta me bibine xweyî (Îşaya 11:9).