Xwe ji Înformasiya Qelp Biparêzin
Berê meriva nikaribûn haqas înformasiya bistanda, çiqas ku roja îroyîn dikarin bistînin. Mesele, cûre-cûre înformasiya derheqa vê yekê, ku çawa sihet-qewata xwe xwey kin û xweykirî bin, gelek e. Lê çaxê em derheqa tiştekî înformasiyayê digerin, em dikarin rastî înformasiyên qelp bên, mesele:
Nûçeyên qelp
Elametiyên nerast
Mesele, sêkrêtarê sereke yê Teşkîleta Miletên Yekbûyî got, wekî wedê pandemiya COVID-19, dîsa vîrûseke gelek xof bela dibe, ev heye înformasiya nerast. Ewî usa jî got: “Îro gelek înformasiya nerast bela dibe, derheqa xweykirina sihet-qewatê û rêsêptên dermana. Nûçeyada gelek înformasiya nerast tê belakirinê. Întêrnêtêda gelek têoriyên konspîrasiyê bela dibin. Nefretî ji vîrûsê zûtir bela dibe, rûyê vê yekêda meriv firqiyê dikine orta hev û dibine merivne bêrem”.
Rast e înformasiya nerast timê jî hebûye, lê Kitêba Pîrozda pêşda hatibû pêxembertîkirinê ku rojên meda, “merivên xirabe xweyîfêl wê xirabiyêda pêşda herin, bixalifînin û bixalifin” (2 Tîmotêyo 3:1, 13). Roja îroyîn meriv bi saya întêrnêtê dikarin zû-zû û gelek hêsa înformasiya nerast bistînin û bê hemdê xwe bela kin. Axiriyêda usa dibe ku êmaîlên me, malperên sosyal û nûçe, bi înformasiya qelp yan jî nîvîda rast, tije dibin.
Lê tu çawa dikarî xwe ji înformasiya nerast xwe kî û nekevî telika têoriyên konspîrasiyê? Wira çend prînsîpên Kitêba Pîroz hatine dayînê, yên ku dikarin alî te bikin.
Her tiştî çi ku tu divînî û dibihêyî bawer neke
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Merivê saxikê dilê xwe her gotinê bawer dike, lê yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15).
Em dikarin hêsa bêne xapandinê, heger fesal nîbin. Soz mesele, şikilên bi nivîsara û vîdêoyên kin, yên ku ça bêjî henek têne hesabê, întêrnêtêda û heçî zef malperên sosyalîda, zû bela dibin. Lê gelek car nivîsarên ber şikil û vîdêoyên usa, ji kontêkstê têne birînê û usa înformasiya nerast tê belakirinê. Îro meriv hêsa dikarin vîdêoyên qelp çêkin, kîjanîda kesek dikare tiştên usa xeber de yan jî bike, çi ku ewî tu car ne gotiye û ne kiriye.
“Gelek lêkolînkar, yên ku lêkolîn dikin ku înformasiya nerast çawa bela dibe, divînin wekî gelek nûçeyên ser malperên sosyal, mîna hine şikil û vîdêoyên qelp, ji kontêkstê hatine birînê” (Axios Media).
Ji xwe bipirse: “Gelo ev nûçe rast e yan derew e?”.
Pêbihese ku ev înformasiya ji ku tê û bi îtbar e yan na
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Her tiştî bicêribînin” (1 Têsalonîkî 5:21).
Pêşiya ku tiştekî bawer kî û vê înformasiyayê kesekîra bişînî, îzbat be wekî ev rast e, hela hê vî çaxî jî heger ev înformasiya gelek bela bûye û nûçeyada gelek car hatiye gotinê. Lê çi cûreyî tu dikarî înformasiyayê bicêribînî?
Pêbihese ku ev înformasiya ji ku tê û bi îtbar e yan na. Organîzasiyên nûçeya û usa jî yên din, gelek car înformasiya nerast didine xebatê bona kara xwe yan jî polîtîkê. Lêkolîn ke hela kaniyên dinda jî ev înformasiya heye. Carna heval bê hemdê xwe pê êmaîla yan jî malperên sosyal înformasiya nerast hevdura dişînin. Lema jî lez nekevin her înformasiya bawer kin, heta ku îzbat nebin hela ev rast e yan na.
Dîna xwe bidinê hela ev înformasiya derheqa çi ye û îzbat bin wekî ev înformasiya rast e. Pêbihesin ev yek çiçax qewimiye û îzbatiya lêkolîn kin. Îlahî vî çaxî gelek fesal bin, gava înformasiyeke çetin bi cûrekî hêsa elam dikin, yan jî çaxê tiştekî usa nûçeyêda elam dikin, ya ku êmosiyên mezin pêşda tîne.
“Îro cêribandina înformasiyayê usa ferz bûye çawa ku destşûştin” (Srîdhar Dharmapûrî, wekîlekî Teşkîleta Miletên Yekbûyî).
Ji xwe bipirse: “Gelo vê nûçeyêda tenê nihêrandina kesekî ye, yan ev ser hîmê îzbatiya ye? Gelo ev derece tenê alîkîva eyan dikin, yan cûre-cûre aliyava?”.
Îzbatiya hilde hesab, ne ku nihêrandina xweye şexsî
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Yê xweda guman e, ew axmax e” (Metelok 28:26).
Gelek car meriv îtbariya xwe van tişta tînin, çi ku dixwazin bawer kin. Û kompaniyên întêrnêtê gelek car nûçeda û malperên sosyalîda înformasiyên usa bela dikin, çi ku merivara hewas e û çi ku ewana întêrnêtêda digerin. Lê ne hertim ev çi ku me xweş tê bibihên, bona me kêrhatî ye.
“Meriv dikarin înformasiyayê bicêribînin û bi logîkî bifikirin, lê gelek car xwestin, merem, tirs û êmosiyên me hiş-aqilê me dadidin û ji bo vê yekê em dixwazin bawer kin ku filan înformasiya rast e, çimkî ev li gora xwestina dilê me ye” (Pîtêr Dîto, psîxolojê sosyalî).
Ji xwe bipirse: “Dibeke ez îtbariya xwe vê înformasiyayê tînim, çimkî dixwazim ku bi rastî jî usa be?”.
Înformasiya nerast bela neke
Kitêba Pîroz çi dibêje: “Deng-besên derew bela neke” (Derketin 23:1).
Bîr nekin wekî hemû înformasiyên ku em bela dikin, dikarin berbi tiştekî bivin. Ev dikare ser fikir û kirên meriva hukum be. Heger hûn înformasiya nerast bê hemdê xwe jî bela kin, yeke ev dikare ziyaneke mezin bîne.
“Berî pêşin, bisekine û ji xwe bipirse: ‘Gelo ev înformasiya ku ez dixwazim bişînim rast e yan na?’ Heger her kes usa bikira, întêrnêtêda wê haqas înformasiya nerast bela nebûya” (Pîtêr Adams, vîsê-prêzîdêntê News Literacy Project).
Ji xwe bipirse: “Pêşiya ku ez vê înformasiyayê bişînim, ez sed selefî bawer im ku ev rast e?”