HIŞYAR BIMÎNIN!
Tu Îtbariya Xwe Dikarî Kê Bînî?—Kitêba Pîroz Çi Dibêje?
Meriv dilsar dibin û poşman dibin, çaxê divînin ku ev meriv îtbariya xwe kîjana ewana tînin, xwe rast nadine kifşê. Gelek meriv îtbariya xwe unda kirine, çimkî . . .
serwêrên polîtîkî dewsa ku bona hewcên meriva xem bikin, kara xwe digerin.
nûçeyada înformasiya nerast elam dikin.
zandar tu tiştî nakin bona kara meriva.
serwêrên rêlîgî diha piştgiriya polîtîkayê dikin, ne ku Xwedê dihebînin.
Ev yek normal e wekî meriv vê yekêda fesal in, ku îtbariya xwe kê bînin. Kitêba Pîroz şîreteke usa dide:
“Gumana xwe nedine li ser mîra, li ser bendê ku nikare xilaz ke” (Zebûr 146:3).
Kesê ku tu dikarî îtbariya xwe wî bînî
Xwedê Îsa kifş kir, ku ew serwêrtiyê bike, û Kitêba Pîrozda tê gotinê wekî “xilaziya Padşatiya wî wê tune be” (Lûqa 1:32, 33). Îsa ne ku tenê merivekî baş bû, yê ku gelek qirne pêşda dijît, lê ew niha Padşê Padşatiya Xwedê ye, serwêrtiya kîjanî ser ezmana ye (Metta 6:10). Û lema jî em dikarin îtbariya xwe wî bînin.
Seva ku pêbihesin çima hûn dikarin îtbariya xwe Îsa bînin, bixûnin gotara bi navê “Kî ye Padşê Padşatiya Xwedê?” û “Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?”