Heft Şîret Derheqa Xurekê Bêziyan û Baş
Çima ferz e bifikirin, ku em çi dixwin
Sihet-qewata me wê yekêva girêdayî ye, ku em çi dixwin. Hergê em xwarina kêrhatî bixwin, emê sihet-qewata xwe diha baş kin. Lê gava em xwarina nekêrhatî û ziyandar dixwin, ev yek wê ziyaneke mezin bide sihet-qewata me, çawa ku şewata xirab ziyanê dide erebê. Diqewime ziyan derbêra neyê kifşê, lê wede şûnda ew wê eseyî eyan be (Galatî 6:7).
Li gora Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê “her welatekîda problêma wê yekê heye, ku meriv xwarina kêrhatî kêm dixwin”. Ev yek tê hesabê, ne ku tenê têr naxwin, lê usa jî zêde xurt dibin. Merivê ku gelek car tiştên bêkêr dixwe û vedixwe, sihet-qewata xwe dike bin qeziyê, çimkî nexweşiyên dilik, însûlt, şekir û kanser (req) pêşda tên. Sala 2017-da li gora lêkolînekê, weke 11 mîlyon meriv ji bo kêmasiya xwarina kêrhatî mirine. Lê li gora hesabê Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê, her roj hezar merivî zêdetir pê xwarinê jerdadayî dibin û dimirin, lê bi seda mîlyona meriv jî nexweşiyên giran distînin.
Şîretên Kitêba Pîroz me hêlan dikin fem bikin, ku çiqas ferz e xwarinêda fesal bin. Ew usa jî hîn dike, wekî Xwedê “kanîya jîyanê” ye (Zebûr 36:9). Jîyîn pêşkêşa ji Xwedê ye, û emê razîbûna xwe bona vê yekê nîşan kin, hergê miqatî sihet-qewata xwe û neferên xwe bin. Werên binihêrin ku em ça dikarin evê yekê bikin.
Çar şîret derheqa xurekê bêziyan
1. Xwarinê temiz çêke.
Çima? Mîkrobên a ziyandar dikarin tevî xwarin û ava xirabbûyî, bikevine nav dilê me û nexweşiyê pêşda bînin.
Êkspêrtên sihet-qewatê, şîretên usa didin:
Pêşiya ku xwarinê çêkin, destê xwe pê sabûnê bişon. b Weke 20 seniya destê xwe pê sabûnê mizdin. Destê xwe herdu aliyava, orta tiliyê xwe û bin neynîka rind mizdin, bidine ber avê rind bişon û paşê ziha kin.
Textên bona hûrkirina xurek, derdan û tiştên dine bona çêkirina xwarinê, rind pê sabûnê bişo. Bona xurekê ku gerekê bê kelandin û bona xurekê ku xav têne xwarinê, textekî nede xebatê.
Hemû êmîş û pincara rind bişo û dêzînfêksiya jî bike, îlahî hergê ev êmîş û pincar hatine peynkirinê û bi ava netemiz hatine avkirinê.
2. Xwarina xav ji ya çêkirî başqe daynin.
Çima? Mîkrobên xwarina xavda, mesele goştda û ava vêda, dikarin bikevine xurekê din.
Êkspêrtên sihet-qewatê, şîretên usa didin:
Çaxê hûn xurek dikirin, xwarina xav, îlahî goşt, ji xwarina çêkirî başqe daynin û malda jî wana ji hev başqe xwey kin.
Paşî hûrkirina goşt, pêşiya ku xureka din hûr kin, destê xwe, kêrê û textê hûrkirinê rind bişon.
3. Îzbat bin, wekî xwarina ku gerekê bê kelandinê, ça lazim e keliya ye
Çima? Mîkrobên ziyandar germaya zef bilindda dimirin.
Êkspêrtên sihet-qewatê, şîretên usa didin:
Xwarin gerekê êpêce bikele. Gelek ferz e wekî germaya hindurê xwarina ku gerekê bikele, usa jî hindurê goştda, bigihîje 70°C (160°F) û bin vê germayêda lape kêm 30 senî bikele.
Xwarina şilayî gerekê ser hevra here.
Xwarina çêkirî pêşiya ku bixwin, usa germ kin, ku hulm-gulm lê here.
4. Xwarinê ciyê rast xwey kin, wekî xirab nebe.
Çima? Hergê xwarin 20 deqa bin germaya ji 5-60°C (40-140°F) tê xweykirinê, baktêriya têda du cara zêde dibin. Xêncî wê yekê, hergê goştê xav germaya rastda nayê xweykirinê, hingê hine baktêriya dikarin toksîna (tiştên jer) pêşda bînin, yên ku hela hê paşî kelandinê jî dimînin.
Êkspêrtên sihet-qewatê şîretê didin:
Xwarinê germ yan jî sar xwey kin, ne ku golî, seva ku baktêriya hev zêde nebin.
Tu car xwarina hazirkirî, bi germaya otaxêda du siheta zêdetir nahêlin. Lê hergê germaya otaxê 32°C (90°F) bilindtir e, hingê sihetekê zêdetir nehêlin.
Xwarina çêkirî zef germ xwey kin heta ku bixwin.
Sê şîretên derheqa xwarina baş
1. Her roj êpêce êmîş û pincara bixwin.
Êmîş û pincarada gelek vîtamîn, mînêral û êlêmêntên din hene, kîjan ku bona sihet-qewatê zef ferz in. Li gora Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê, her roj bedena mera lapî kêm 400 gram êmîş û pincar lazim e. Lê nakeve nava vê yekê xurekên ku kraxmal têda heye, mesele kartol.
2. Rûn, bizir û don zêde nede xebatê.
Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê şîretê dide, wekî xurekê sorkirî, yên konsêrvada dadayî û totikên kirînê kêm bidine xebatê, çimkî nav wanda don û rûnê nesaxlem heye. Wê baş be xurek pê bizir çêkin. c Bizir diha baş e bona sihet-qewatê, ne ku don.
3. Xebitandina şekir û xwê kêm ke.
Li gora Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê, merivê emirda gihîştî her roj gerekê kevçîkî çayê zêdetir xwê nede xebatê. Xêncî wê yekê ev teşkîlet usa jî şîretê dide, wekî her roj meriv gerekê 60 mîlîlîtra (12 kevçiyên çay) zêdetir, şekirên aza nede xebatê. d Şekir dikeve nava gelek xwarin û vexwarinên ku karxanada têne çêkirinê. Mesele, 355 mîlîlîtrê nişayêda weke 50 mîlîlîtr (10 kevçiyên çay) şekir heye. Nişayên usada gelek kaloriya heye, lê tiştên kêrhatî têda lap kêm in yan jî qe tune ne.
Kitêba Pîroz dibêje: “Yê aqil xirabîyê ku dibîne hevza xwe dike,lê yê dilsax pêşda diçin û zirarê dibîne” (Metelok 22:3). Hergê xwarinêda hûn fesal in û çaxê lazim e bona xwarinê guhastina dikin, usa hûn bona pêşkêşa jîyînê razîbûna xwe Xwedêra didine kifşê û nîşan dikin ku sihet-qewata xwe qîmet dikin.
Fikirên neraste belabûyî
Nihêrandina nerast: Hergê bîna xwarinê, reng û tema wê baş e, dêmek ew bêxof e.
Îzbatî: Weke 10 mîlyard baktêriya lazim in, seva ku lîtreke avê şêlû kin, lê tenê 15-20 baktêriyên xof dikarin mêriv nexweş bêxin. Seva ku xurek û vexwarina we bêxof be, wan hemû şîreta hildin hesab û xwarina xwe li gora germaya rast û wedê layîq hazir kin û xwey kin.
Nihêrandina nerast: Mêş ziyanê nadine xwarinê
Îzbatî: Mêş pê edebê dijîn û ciyên qirêjda hev zêde dibin, lema jî ser pepikên wan bi mîlyona mîkrobên xof hene. Seva ku xwarina hazirkirî ji mêşa xwey kin, gerekê rind dadin.
Nihêrandina nerast: “Min haqas wext xwarina bêkêr xwariye, ku îda dereng e cûrê xwarina xwe biguhêzim”.
Îzbatî: Lêkolînkara têderxistin, ku hergê nihada destpêkin xwarina kêrhatî bixwin, ewê we ji wan nexweşiya xwey ke, kîjan ku dikarin emirê we bikine bin qeziyê. Çiqas hê zêde hûn xwe li xwarina kêrhatî bigirin, haqas hê zef hûnê karê bistînin.
a Mîkrob organîzmên biçûk in, kîjan ku pê çev nayêne xanê. Nav wanda hene baktêrî, vîrûs û parazît. Hine mîkrob kêrhatî ne, lê yên ziyandar dikarin ziyana mezin bidine sihet-qewatê, û hela hê bibine meniya mirinê jî.
b Sabûn tevî avê diha zêde mîkroba dikuje, ne ku tenê av.
c Ev rûn ron e û germaya otaxêda naqerime.
d Dikeve nava şekirên aza hemû cûre şekir, yên ku dikine nava xwarinê û tiştên avî, kîjan ku karxane hazir dike. Mesele, şekirê sipî, hingiv, şerbet û ava êmîşa. Lê êmîş, pincar û şîrda şekirên aza tune ne.