Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Alîkarî bona Merivên ku Malda Rastî Zorbetiyê Tên

Alîkarî bona Merivên ku Malda Rastî Zorbetiyê Tên

 Teşkîleta Saxlemiyêye Hemdinyayê usa dibêje: “Zorbetî hindava jinada mîna nexweşiyê ye, ku nav temamiya dinyayêda zû bela dibe. Lema jî gelek ferz e bi lez tiştekî bikin, ku bidine sekinandinê”. Li gora hesabê vê teşkîletê, weke 30 selef “kulfet aliyê mêrên xwe yan jî yarên xweda rastî zorbetiya fîzîkî û sêksûalî tên”. Hesabeke hersalîda ya Teşkîleta Miletên Yekbûyî dihate gotinê, wekî sala par, temamiya dinyayêda rojê 137 kulfet hatine kuştinê ji destê mêr, yar yan jî neferekî xweyî din. a

 Hesab dikare bide kifşê, wekî problêma zorbetiya malbetêda çiqas zêde dibe, lê nade kifşê ku ev zorbetî aliyê fîzîkî û êmosiyalîda êşeke çiqas mezin tîne.

 Hûn jî malbetêda rastî zorbetiyê tên? Yan jî hûn kesekî nas dikin, ku ji bo zorbetiyê diçerçire? Hergê erê, fikirên ji Kitêba Pîroz, ku emê niha şêwir kin, wê alî we bikin.

  Zorbetiya malbetêda neheqiya te nîne

  Tu dikarî alîkariyê bistînî

  Tu tenê nînî

  Zorbetiya malbetêda wê bê hildanê

  Hûn çawa dikarin alî wan bikin, yên ku rastî zorbetiyê tên

 Zorbetiya malbetêda neheqiya te nîne

 Kitêba Pîroz çi dibêje: “Ji me her kesê bona xwe cabê li ber Xwedê bide” (Romayî 14:12).

 Bîr neke: Yê ku hindava teda zorbetî kiriye, bona kirên xwe ew e cabdar.

 Hergê jî yê zordar wê yekêda te neheq dike, bizanibe wekî ew nerast e. Kulfet hêjayî hizkirinê ne, ne ku zordariyê (Kolosî 3:19).

 Carna sebeba kirên merivê zordar ew e, wekî ew aliyê psîxîkîda nexweş e, malbeta xweda ji biçûktayê zorbetî dîtiye, yan jî îçkê gelekî vedixwe. Çi jî hebe, yeke ew bona kirên xwe ber Xwedê cabdar e. Û ew borcdar e rabûn-rûniştina xwe biguhêze.

 Tu dikarî alîkariyê bistînî

 Kitêba Pîroz çi dibêje: “Lê bi saya gelek şîretkara ew têne sêrî” (Metelok 15:22).

 Bîr neke: Hergê tu xwe bêxof û xweykirî texmîn nakî û nizanî çi bikî, alîkariyê bixwaze.

 Çira dibeke tera alîkariya merivên din lazim be? Zorbetî malbetêda problêmeke gelek mezin e. Seva ku safîkirina baş bivînî, tu gerekê wan tişta hildî hesab û bifikirî, ku çi diha ferz e:

  •   Bêxofiya te

  •   Halxweşiya zara

  •   Halê te aliyê matêrîalîda

  •   Hizkirina te hindava hevalparê te

  •   Xwestina ku heleqetiya xwe xwey kin, hergê hevalpar bê guhastinê

 Hergê tu nizanî vê derecêda çi bikî û xalifî yî, ev yek tebiyetî ye. Lê kî dikare alî te bike?

 Hevaleke bi îtbar yan nefereke malê dikare tişteke kêrhatî seva te bike û aliyê êmosiyalîda jî piştgiriya te bike. Xeberdana tevî kesê ku bona te xem dike, dikare gelek alî te bike.

 Teşkîletên ku alîkariyê didine yên ku rastî zordariyê tên, dikarin te biparêzin û alîkariya bi lez bidin. Xebatçiyên vê teşkîletê dikarin alî te bikin ku têderxî, dereca xweda çi bikî, wekî xwe biparêzî. Hergê hevalparê te fem dike ku ew neheq e û bi rastî dixwaze bê guhastinê, xebatçiyên vê teşkîletê dikarin şîretê bidine wî, ku ça evê yekê bike.

 Teşkîletên din bona alîkariya bi lez dikarin alî te bikin wê derecêda, gava jîyîna te bin qeziyêda ne. Dikeve nava vê yekê alîkariya doxdira, û merivên din, yên ku vê pirsêda cêribandî ne.

 Tu tenê nînî

 Kitêba Pîroz çi dibêje: “Xudan [Yehowa b, DT] nêzîkî dilşkestîya ye û merim-belengaza didebirîne” (Zebûr 34:18).

 Bîr neke: Xwedê soz dide, ku wê alî te bike.

 Yehowa gelek bona te xem dike (1 Petrûs 5:7). Ew hest û êmosiyên te fem dike. Ew dikare bi Xebera Xwe, dêmek bi Kitêba Pîroz, dilbîniyê bide te. Ew him jî te hêlan dike, ku wîra dua bikî. Çaxê tu dua dikî, dikarî ji wî hîvî kî, ku bîlaniyê û qewatê bide te, seva ku fem bikî dereca xweda çi bikî (Îşaya 41:10).

 Zorbetiya malbetêda wê bê hildanê

 Kitêba Pîroz çi dibêje: “Lê belê wê her kes di bin mêwa xweda û di bin darê xweyî hêjîrêda rûnên û yê ku wan bitirsîne tune be” (Mîxa 4:4).

 Bîr neke: Kitêba Pîroz soz dide wekî wê wedekî usa bê, ku mal wê bona hemû meriva ciyê bêxof be.

 Tenê Yehowa Xwedê dikare hemû problêmên me safî ke. Kitêba Pîrozda sozekî usa tê dayînê: “Ewê ji çevên wan hemû hêsirên wan paqij ke û îdî mirinê tunebe, ne şîn, ne girî, ne êş-êşûk, çimkî tiştên berê derbaz bûn” (Eyantî 21:4). Hingê wê hela hê jî hemû tiştên xirab bêne bîrkirinê û tenê tiştên baş wê bîra meda bin (Îşaya 65:17). Kitêba Pîroz hema derheqa axiriya usa bêxof û bi edilayê tije, dibêje.

a Vê gotarêda xeberdan diçe derheqa kulfetên ku rastî zorbetiyê tên, lê gelek pirsên ku vira têne şêwirkirinê, bona mêra jî kêrhatî ne.

b Yehowa navê Xwedê ye, derheqa kîjanî ku Kitêba Pîrozda nivîsar e.